MEHMET TUNÇ BI ME SERBILIND BIN

 

MEHMET TUNÇ

BI ME SERBILIND BIN

 

 

                      “Me li ber xwe da, me çong nedanîn, bi me serbilind bin”

 Mehmet Tunç                   

 

 

 

 

 

WEŞANÊN KOMÎTEYA XEBATÊN ŞEHÎDAN A PKK’Ê 2016

 

 

MEHMET TUNÇ

BI ME SERBILIND BIN

 

 

Amadekar: Yekta Şoreş

 

 

 

Cihê Çapkirinê: Çapxaneya Aadî

Dîroka Çapkirinê: 2016

 

 

WEŞANÊN KOMÎTEYA XEBATÊN ŞEHÎDAN A PKK’Ê 2016

2

 

NAVEROK

 

PÊŞGOTIN………………………………………………………………………………………………..5
HELBEST…………………………………………………………………………………………………11

Beşa Yekemîn: Danehev û Berhevkirinên li Girtîgehê

Rapora Min a Kurtejiyan û Xwerexnekirinê………………………………………………………..15
Ez Însan Bûm!………………………………………………………………………………………….17
Rastiya Malbatê…………………………………………………………………………………………21
Elî Herîrî………………………………………………………………………………………………….25
Di Bingeha Hevaltiya Rast de Rexne Heye…………………………………………………………35
Xwerexnekirin Çeka me ya Herî Pîroz e…………………………………………………………….41
Bajarê Difire…………………………………………………………………………………………….47
Bexçeyên Hewsel û Adenê……………………………………………………………………………53
Nexweşiya Erkên Desthilatdariyê……………………………………………………………………57
Me Efû Bike Jina Azad ………………………………………………………………………………..59
Gelê Çiyayî………………………………………………………………………………………………65
Helbest ………………………………………………………………………………………………….69
Çend Rexne li ser Xwerexnekirina me………………………………………………………………71
Barana Hestan………………………………………………………………………………………….75
8’ê Adarê…………………………………………………………………….. ………………………..77
Zarokê Çiyayan………….. ……………………………………………………………………………79
Hesenê Mala Mûsa……………………………………………………………………………………..81
Şewqa Rojê……………………………………………………………………………………………..85
Însan……………………………………………………………………………………………………..87
Feqo………………………………………………………………………………………………………91
Ez Heme…………………………………………………………………………………………………93
Însanê Bêdeng………………………………………………………………………………………….95
Kaniya Stêrkan………………………………………………………………………………………….97
Newroz û Cizîr…………………………………………………………………………………………105
Kurd û Çiya…………………………………………………………………………………………….109
Eşqa Azadiyê…………………………………………………………………………………………..113
Cerdevan……………………………………………………………………………………………….117

3

Rêya Berxwedanê di Fêmkirinê re Derbas Dibe…………………………………………………119
Vejîn…………………………………………………………………………………………………….123
Rexne û Xwerexnekirin………………………………………………………………………………127
Jon Manqurd…………………………………………………………………………………………..131
Bandora Guleya 15’ê Tebaxê……………………………………………………………………….135
Ji bo Bîranîna Fermandar Sadiq û Hevalên wî……………………………………………………139
Wêje…………………………………………………………………………………………………….145

Beşa Duyemîn: Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a Cizîra Botan

Berdêla wê çi jî be em Amade ne Bidin…………………………………………………………..157
Hêz û Ezma me ya Serketinê Heye………………………………………………………………..165
Armanca me Kurdistaneke Azad e…………………………………………………………………167
Berxwedana Cizîrê ya 2015-2016………………………………………………………………….173
Berxwedana li Botanê Divê Bibe Meseleya Rûmetê…………………………………………….175
Gelê Cizîrê Rûmeta Mirovatiyê Nîşanî Cîhanê da………………………………………………..179
Em ji bo Zarokên Pêşeroja me ne Şer Dikin……………………………………………………..185
Jêrzemîna Berxwedanê………………………………………………………………………………187

 Beşa Sêyemîn: Albûma Wêneyan 

 

 

 

 

 

4

 PÊŞGOTIN

     Ji bo pirtûka di destên we de ya ji nivîs û axaftinên Şehîd Mehmet Tunç hatiye amadekirin pêşgotin hat xwestin. Bêguman karekî pir cidî û zehmet e. Ez di zanebûna wê de me. Lê ew qasî jî karekî pêwîst û bi rûmet e. Ez vê jî fêm dikim. Li ser vî esasî ez hewl didim vê wezîfeya cidî bînim cih.
Ya rastî Şehîd Mehmet Tunç, bi awayekî hewce nake kesek Wî îfade bike, kesayeteke serketî ye ku xwe îfade kiriye û bi mirovatiyê daye naskirin. Her kes Wî ji Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a Cizîrê ya di zivistana 2015-2016’an de nas dike. Wek Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê, bi Hevseroka din Asya Yuksel re Berxwedana Cizîrê ya dîrokî rêxistin kiriye, bi rê ve biriye û meşandiye.
Gotinên Şehîd Mehmet Tunç ji guhan dernakeve û dîmenên Wî ji ber çavan naçin. Ji ber hem dibe deng hem jî dibe heybeta berxwedana Cizîrê ya çong danayîne. Heta şehîd dikeve dibe berdevkê Berxwedana Cizîrê, pêvajoya berxwedanê gav bi gav ji hemû cîhanê re ragihandiye û qehremantiya gelê Cizîrê ji her kesî re nîşan daye.
Şehîd Mehmet Tunç dema bi rêya telefonê têkildarî berxwedanê agahî didan an jî li pêşberî civakekê der barê berxwedanê de bi coş diaxivî, di bîra her kesî de ye. Gotinên Şehîd Mehmet Tunç ên “Li hemberî êrîşên AKP’a faşîst me çong nedanîn. Bi me serbilind bin” êdî her kes jiberkirî dizane. Mehmet Tunç, bi Berxwedana Xwerêveberiya Cizîrê re bûye yek û bûye sembola bexwedanê.
Bêguman kesayeta Mehmet Tunç ne di carekê de çêbû û gihişt asteke wiha. Li pişt vê kesayetê civakîbûna dîrokî ya Kurd û Cizîr-Botanê heye. Egîdî û azadîxwaziya Kurd û Botanê ya li hember pergala desthilatparêz û dewletparêz serî netewandiye heye. Mehmet Tunç, encama ku ev rastiya dîrokî bi ruhê azadî û berxwedanê yê Apocî re bûye yek pêk hatiye temsîl dike.

5

     Helbet dema Têkoşîna Azadiya Kurdistan dibe berxwedana xwerêveberiya demokratîk ku pêşengiya wê bi Amedê re Cizîr-Botanê kir ne tesadûfek e. Têkiliyeke vê ya bi rastiya civaka dîrokê re ji hev nabe heye. Dîsa bi rastiya pêşketin û kokberdana Tevgera Apocî re têkiliyeke wê ya ji hev nabe heye. Jixwe hê dema PKK di pêvajoya avakirinê de bû jî, tê zanîn hêzên faşîst-qirker biryara “Divê ji sedî sed ketina PKK’ê ya Botanê bê astengkirin” girtibûn. Dijminên Kurdan ji yekbûna xeta Apocî û gelê Botanê mîna ji webayê bitirsin ditirsin.
Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê ya dîrokî ku bi çalakiyên Erûh û Şemzînanê re di dilê Botanê de dest pê kiriye êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Rastiya Fermandar Egîd ê avakarê gerîlayê Botanê ye êdî bi Fermandar Che Guevara û Fermandar Gîap re tê îfadekirin. Dema gerîla kok ber dida û serhildanên gel pêş dixist jî em Cizîr-Botanê di refê pêş de dibînin. Vê carê jinên Kurd ên bûne tiyê azadiyê derdikevin ser dikê. Yekemîn berxwedana mezin a Cizîrê Şehîd Bêrîvan dike.
Bêguman di tevahiya dîrokê de ji bo azadiya Kurdistan û gelê Kurd herêma herî zêde şehîd dane Cizîr-Botan e. Ev rastî di têkoşîna azadiyê ya di pêşengiya PKK’ê ya berxwedana Kurd a hemdemî ye de jî naguhere. Ji Şehîd Adil heta Şehîd Reşîd û ji Şehîd Nûda heta Şehîd Çîçek di pêşengiya bi sedan fermandarên mezin ên di şopa Fermandar Egîd de dimeşin, gelê Cizîr-Botanê bi hezaran şehîd dane.
Bêguman ev hemû ji bo mirov nîşan bide ku kesayeta Mehmet Tunç û Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a Cizîrê li ser kîjan mîrasê bilind bûye dibin bibîranînên kurt. Gotinek heye, “Kesên paşeroja wan tune be, pêşeroja wan jî nabe.” Paşeroja mijara gotinê, bi rastiya Mehmet Tunç re mezinbûna berxwedana Cizîrê û rastiya ku serketinê qezenc dike nîşan dide.
Bêguman di wê rewşê de em ne di wê pozîsyonê de ne ku têkildarî nivîsên di pirtûkê de tiştekî bêjin. Em tiştekî wer

6

pêwîst û manedar nabînin. Jixwe her kesê bixwîne wê nirxandina xwe bike û bigihêje qenaetekê. Nivîsandina hin tiştan wê bibe hewldaneke ku mirov tesîrê li wê qenaetê bike ku ev hem hewce nake hem jî ji rêz û hurmetê dûr be.
Em dixwazin li vir li ser Berxwedanên Xwerêveberiya Demokratîk ên zivistana 2015-2016’an bi esasî bi berxwedanên Cizîr û Sûrê re dest pê kirin û bi berxwedanên Gever, Nisêbîn û Şirnexê re encamên girîng dan, bi kurtasî hin xisûsan diyar bikin. Ji lewra berxwedanên mijara gotinê heta niha bi awayekî pir zêde hatine nîqaşkirin û wer tê fêmkirin her ku pêvajo pêş bikeve nîqaşên heyî wê neqedin berevajî wê kûr bibin û bidomin. Jixwe rastiya Mehmet Tunç jî xwe di nav van berxwedanan de dîtiye û xwe bi wan re kiriye yek.
Di vê mijarê de xisûsa destpêkê bê diyarkirin, bêguman ev e ku vê berxwedanê çawa dest pê kiriye. Ji aliyê her kesî ve pir baş tê zanîn ku Berxwedanên Xwerêveberiya Demokratîk ên di zivistan û bihara 2015-2016’an de gur bûn û li Cizîr û Sûrê dest pê kirin, li Gever, Nisêbîn û Şirnexê dewam kirin li hemberî êrîşên şerê taybet û faşîst ê topyekûn ê hikûmeta AKP’ê ku 24’ê Tîrmeha 2015’an di hundir de bi MHP û li derve bi DYA re li hev kir û pêş xist, wek parçeyekî têkoşîna parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe ya gelê Kurd pêş ketin.
Baş e ma çima em destpêkê pêwîstî pê dibînin ku vê îfade bikin? Ji ber ev rastiya ji aliyê her kesî ve tê zanîn ji aliyê hinekan ve tê jibîrkirin û bi taybet ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê xwestin ku were jibîrkirin. Di vê mijarê de şerekî psîkolojîk ê taybet bi awayekî pir zêde tê meşandin. Bi taybet hêzên faşîst-qirker û serekên borîjenan ên wan, ên ditirsin ku sûcên hovane yên kirine derkeve holê, rastiyan vedişêrin bi destpêkirina şerê rû dide ji bo PKK’ê sûcdar bikin vê bi awayekî bi zanebûn û bi plan dikin.
Di vê mijarê de nuqteyeke din a divê bê diyarkirin jî, xisûsa ku berxwedanên mijara gotinê ne çi qasî pêwîst in. Ji

7

ber hin derdorên bi gotina, “Pêwîstî bi berxwedanê tune bû” propaganda dikin hene. Hê wêdetir kesên dibêjin, “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ma pêwîstî bi şerekî di vê astê de hebû” jî hene. Kesên xwedî hest û fikrên bi vî awayî hê zêdetir beşên xwedî taybetmendiyên çîna navîn bûrjûvaya biçûk jî bin, vê fikrê jî ku navenda şerê psîkolojîk ê taybet ji bin ve sor dike, û ev rastî ne ya guftûgokirinê ye. Li ser vî esasî tê xwestin ku hem derdorên Kurd hem jî yên Tirk li hember Tevgera Azadiyê ya Kurdistan PKK’ê werin sorkirin.
Têkildarî vê mijarê em niha van diyar bikin: Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve şer ne ji aliyê Kurdan û PKK’ê ve hat destpêkirin. Bi serketina Kobanî û encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê re Kurdan asteke girîng a siyasî û leşkerî bi dest xistibûn û li ser vî esasî alîgir bûn ku çareseriyek siyasî ya demokratîk pêş bikeve. Bi awayekî yekparê piştgirî didan guftûgoyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi rê ve dibir. Ji 24’ê Tîrmehê û şûn ve tifaqa AKP-MHP’ê êrîş dan destpêkirin û Tayyîp Erdogan hevdîtinên li Îmrali da bidawîkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina 11’ê Îlona 2016’an ev rastî wer îfade kir.
Bi kurtasî roja 24’ê Tîrmehê Kurd rastî êrîşeke faşîst a topyekûn hatin. Jixwe serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû, bi “Di şevekê de bi 400 sortiyên balafiran” timî pesnê xwe da. Bi gerîla re êrîş li hember siyaseta demokratîk jî hat pêşxistin û operasyonên qirkirina siyasî ji nû ve dest pê kirin. Li vir mirov dikare vê pirsê li xwediyên fikra mijara gotinê ne bike: Di vê rewşê de Kurdan û PKK’ê dikarîbû çi bikin û diviyabû çi bikin? Li hember hêzeke çekdar a bi armanca tunekirinê êrîş dike diviyabû mirov çawa tevbigere?
Derdorên faşîst-neteweperest bersiva “Diviyabû bisekinin” didin van pirsan û ev jî tê maneya “Teslîmbûnê”. Teslîmbûn jî wek gel ku tunebûnê îfade dike aşkera ye. Jixwe kesên wê demê êrîş dan destpêkirin, niha aşkera dibêjin ku armanca wan tunekirina Kurdan e.

8

     Di vir de qurnaziya zirav ev e ku dema tengav dibin dibêjin li dijî PKK’ê ne. Li gor ku îradeya Kurd a Azad temsîla xwe di PKK’ê de dibîne, tunekirina PKK’ê jî tê maneya pêkanîna qirkirina Kurdan. 18 sal in êrîşa komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi vê armancê tê kirin.
Bêguman di vê nuqteyê de tiştekî ku em ji derdorên qirker-faşîst ên dijminên Kurdan re bêjin nîn e. Jixwe ew qirker in. Kurdan tune dihesibînin û hewl didin tune bikin. Lê kesên wek gelekî hebûna Kurdan qebûl dikin, heta diyar dikin ku hewce ye azad bibin, li hemberî êrîşa faşîst a topyekûn a 24’ê Tîrmeha 2015’an ku dibêjin, “Diviyabû li ber xwe nedabana” bêmane ye û bi tehlûke ye. Êrîşa bi armanca tunekirinê wê çawa hatiba astengkirin? Heta êrîşa tunekirinê neyê astengkirin wê hebûn û azadiya gelê Kurd çawa bê parastin?
Eger mirov bala xwe bidiyê nêrîna, “Diviyabû li ber xwe nedabana” şaş, bi tehlûke û xizmetê ji qirkirinê re dike. Berevajî divê bê gotin ku hewce ye mirov hê rasttir, hê bi amadekarî, berfirehtir û xurt li ber xwe daba û berxwedan hê baştir hatiba birêvebirin. Divê mirov mijara ku berxwedan têra xwe bi amadekarî, berfireh û xurt nehatiye kirin û baş nehatiye birêvebirin rexne bike.
Di vir de mirov van xisûsan diyar bike wê têr bike: Bêguman hemû berxwedanên Kurdan girîng û pîroz in. Ji ber berxwedanên ku li hember qirkirinê têne pêşxistin in. Lê di nav wan de Berxwedanên Xwerêveberiya Demokratîk ên zivistana 2015-2016’an hê zêdetir girîng û pîroz in. Eger îro hê jî berxwedana Kurdan didome, eger behsa hebûn û mafên gelê Kurd tê kirin, rûmet û şerefa gelê Kurd bi awayekî serbilind dijî û wê pêşerojeke azad a Kurdan hebe, ev hemû bi saya Berxwedanên Xwerêveberiya Demokratîk e. Îro ku em van tiştan difikirin dinivisînin, bi awayekî azad bêhnê didin û distînin hemû bi saya vê ye.
Eger li hemberî êrîşên faşîst-qirker ên di şirîkatiya AKP-MHP’ê de Kurdan li ber xwe nedabana, îro em rûmet û şerefê

9

deynin cihekî, bi awayekî fizikî jî wê Kurdîtî nemaba. Faşîzma Devlet Bahçelî-Tayyîp Erdogan ku difikirin koka Kurdan rakin ma ne aşkera ye? Naxwe, îro hebûna Kurdan a bi rûmet û şeref û lêgerina pêşeroja azad bi saya Berxwedanên Xwerêveberiya Demokratîk e. Berxwedanên mijara gotinê ha ev bi ser xistine ku, ev ji bo Kurdan serketina herî mezin e.        Gotina Mehmet Tunç a “Bi me serbilind bin” di vir de manedar dibe.
Maneya dîrokî ya berxwedanên ku Mehmet Tunç nefer û berdevkê wan jî bû ji bo Kurdan ha wiha ye. Yên ev mane afirandin û li ser vî esasî serketin bi dest xistin jî bêguman şehîdên qehreman ên vê berxwedanê ne. Çiyager in, Berfîn in, Axîn in, Zamanî ne, Sêvê ne, Zeryan in, Xebat in, Erîş in, Mehmet, Asya û Pakîze ne. Gelê Kurd heta ku hebe wê ev berxwedan û şehîdên wan ên qehreman timî bijîn û bi rêz û hurmet bên bibîranîn.
Li ser vî esasî em di şexsê Mehmet Tunç de hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiya demokratîk bi rêz û hurmet bi bîr tînin, em ji her kesên ku pirtûka Mehmet Tunç dixwînin re dibêjin qewet be û serketinê jî dixwazin!

Duran Kalkan
15’ê Kanûna 2016

 

 

 

 

 

10

HELBEST

 Banga Mehmedê Botanê

Bangek tê ji keleha berxwedanê
Ji warê Mem û Zînê
Cizîra Botan…
Bangek tê hevalno…
Banga Mehmed e…
Mehmedê Botanê kenê li ser rûyan
Mehmedê hêviya qîrîna dayik û bavan
Leheng û pêşengê şerê keramet û rûmetê
Bangek e çi qasî bi heybet…
Çi qasî bêhempa û ew qasî muqeddes
Banga Mehmed e…
Kesên dibihîzin nesekinin…
Bigihînin her cihî vê bangê
Ew banga Mehmed e heval û hogirno…
Banga ji ba û bawerzîna çiyayan xwe xwedî dike
Ji av û kaniyên warên Egîd û Berîvanan e…
Ji haveynê felsefeya Reber Apo ye ew bang
Pîroz e heta tu bêjî, bilind e heta tu zanibî
Banga Mehmed e… Mehmedê Botanê
Yê dibêje: “Me li ber xwe da… Me çong nedanî…
Bi me serbilind bin…”
Li hember jiyana bêrûmet
Banga jiyana bi şeref û rûmet e
Banga Mehmed e gelî gundiyan û cîranan
Bindestno, esîrno, xizan û bêkesno…
Banga Mehmed e ya ji bo azadiyê
Banga Mehmed e ya ji kolan
Û taxên Cizîra Botan
Belav dibe li her devera cîhanê
Banga Mehmed e ya “Êdî em mîna berê najîn…”

11

Destana mizgîniya jiyana azad e
Banga Mehmed…
Di her berbanga Kurdistanê de
Banga xwehelandina ji jiyana azad re ye
Banga Mehmed e, Mehmedê Botanê
Şervan û şopdarê Rêber Apo…

Yekta Şoreş 

 

 

 

 

 

12

 

BEŞA YEKEMÎN

 

Danehev û Berhevkirinên li Girtîgehê

“Soza min wê bibe pratîka min”

Mehmet Tunç

 

 

 

 

13

 

 

 

 

“Bi qasî pirtûkekê min makale nivîsandine. Ji xweseriya demokratîk bigire, heta sosyalîzmê, ji felsefeyê bigire heta xweparastinê min nivîs nivîsandin.

     Di çar salên girtîgehê de min deqeyek jî vala derbas nekir. Ji ber ez mirovekî birçiyê lêkolînan im, min ew qas nivîs nivîsandin. Min timî dinivîsand bê ku bisekinim. Têkildarî meseleya jinê jî min xwe pir pêş xist.

     Ez dikarim bêjim ku ev nivîs û xebatên min ên lêkolînan xezîneyek e. Keda çar-pênc salên min in. Min şev û rojên xwe kirin yek û ev nivîs amade kirin.”

 Mehmet Tunç

 

 

 

 

14

Rapora Min a Kurtejiyan û Xwerexnekirinê

     Ez sala 1977’an li gundê Cîfane yê girêdayî bajarê Şirnexê hatime dinyayê. Heya sala 1993’yan li vî gundî mam. Piştî zexta dewletê ya ji bo cerdevaniyê û valakirina gundan, malbata min jî weke gelek malbatan cerdevanî qebûl nekirin û koçî Cizîra Botan kirin. Ez zewicî me û 6 zarokên min hene. Li Cizîrê jî weke ferdekî ji malbatek welatparêz tişta ketiye ser milê min û malbata min kêm be jî me pêk aniye. Bi avabûna partiyên me yên legal re, min wek ferd di komîsyonên taxan de, sala 2009’an seroktiya navçeyê ya BDP’ê, sala 2010’an jî du deman berdevkiya meclîsa navçeyê kir. Sala 2011’an di operasyonên qirkirina siyasî yên û li hember KCK’ê de hatim girtim. Doza min berdewam e.
Têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiya Gelê Kurd a zêdetirî 40 salan, bi pêngava Şerê Şoreşgerî yê Gel û Konferansa Berxwedanê ya Zindanê (ZDK) ya 3’yemîn re gihişt merheleyeke nû û yekem car dewleta Tirk ji bo muzakereyan bi Serokatiya me re li ser maseyê rûnişt. Piştî van hevdîtinan Serokatiya me jî di Newroza 2013’an de bi deklerasyonekê pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” da destpêkirin. Bêguman kesên diviyabû ev pêvajo xistibana jiyanê kadroyên vê tevgerê bûn. Serokatî di vê deklerasyonê de got, “Kesê ku ruhê demê baş nexwîne, wê biçe ser sergo, yê li hemberî pêlên avê bimeşe jî wê ber bi kendal ve biçe.”
     Lê mixabin min hem beriya vê pêvajoyê hem jî piştî wê ruhê demê baş nexwend û nebûm bersiv. Sedemên wê jî hemû ji ber nêzîkatiyên min ên wek legalîte, lîberal, ferdperest û xweesasgirtin bûn. Li şûna ku ez di van çend salên girtîgehê de bi awayekî mezin, pêşeroja gelê Kurd fikirîbama, min serê xwe bi tiştên talî û biçûk re êşand û ez ji dinya xwe ya biçûk a takekes derneketim. Li şûna ku ez di vê pêvajoyê de rol û erka xwe zanibim û bilîzim, min di van çend salên girtîgehê de bi jiyana xwe ya rêya navîn û lîberal hêviyên xwe bi paket û

15

sozên hikûmetê yên vala ve girê dan. Li şûna ez potansiyela xwe tevlî pêvajoyê bikim, min kêmasiyên xwe li ser partiyê ferz kirin.
Bi rastî eger di ZDK’a 3’yemîn de hinek tiştên ez di xwe de dijîm nehatibana rexnekirin û mehkûmkirin, ez ê hê bêhtir ber bi rêyeke cuda û nerast ve çûbama. Bi taybet gotinên hevalê Cûma yên, “AKP’ê kadroyên xwe li Bakurê Kurdistanê di nav me de çêkirine, çetegirî, xiyanetkar, Şenertî û hwd. di xwe de didin jiyîn” ez hejandim û ber bi kendaleke bêbinî ve gêr kirim.
Ji ber vê yekê xwerexnekirina van kêmasiyan didim, dixwazim peywira xwe pêk bînim û helwesta xwe bidim nîşandan. Ez soz didim heya dilopek xwîna min mabe, ez xiyanetê li keda şehîdan nekim. Ya din jî heya Serok Apo azad nebe, ez qala azadiya sexte ya serdestan nekim, ji bilî serketinê çi tiştek din nefikirim. Soz rûmet e, rûmet nayê binpêkirin.

     Soza min jî wê bibe pratîka min.

Mehmet Tunç

 

 

 

 

16

Ez Însan Bûm!

Tune bû tu cudatiya min
Ji evdên Xweda yên din
Ez giyanewerekî ku
Neh meh û deh rojan
Di rehma dayikê de ma
Hat dinyayê, mezin bû, axivî
Û xwarin dixwar bûm
Ez hê di bîst û heft saliya xwe
Ciwanekî hê ji temenê xwe têr nebibûm

Ji başî, bedewî, nûjenî û rastiyê re; dost
Ji xerabî, kirêtî, kevinbûn û xwariyê re dijmin bûm

Ez însan bûm!
Canê min stendin bêecel
Rojeke têr ronî yê 18’ê Gulanê
Min xwe dirêj kir
Li xaka xwe ya webal û evîna min e
Ya min serê xwe jêre danîbû
Di bedena min a merd de
Çûn guleyên bi rûn
Ji serî heta binî xwîn bûm

Ez însan bûm!
Ez dostê dilsoz ê hemû bindestan
Dijminê zilmê, zextê û mijokdariyê bûm
Di şerê serxwebûn û azadiyê de
Di refên herî pêş ên gelê xwe yê mazlûm de bûm
Di dest de çek wek lehengan min şer dikir
Ji tunebûna min re qedeh rakirin taximê xayînan
Nizanîbûn ku ez di strana dihat gotin
Lewbandin

17

Û dengê çekên nedisekinîn de dijiyam

Ez însan bûm!
Ez kîna mezin
A karkeran, gundiyan
Hemû bindestan
Ez li hember mêtingerî, emperyalîzm
Û paşverûtiya xwecihî
Dengê gur ê gelê xwe yê rabûye ser piyan
Ez ji serî heta binî serhildan bûm…
Ez ne xayînekî ku amade ye
Xwe bi pênc qirûşan bifiroşe
Ne jî sultanekî “ya dixwe bûye goşt,
ya vedixwe bûye xwîn” bûm

Ez însan bûm!
Ez li Derya Reş
Ez canên xêrxwaz ên di bin deryayê de
Ji masiyan re kirin êm bûm
Ez Agirî bûm, Koçgirî bûm
Dêrsim bûm, Zîlan bûm…
Ez pitikeke hê rûyê rojê nedîtî
Ji zikên hatibûn vedan
Hatibû wergirtin bûm
Di serê singoyan de hatim hejandin…

Ez însan bûm!
Zilm û îşkence, qehr û derd
Dibe ku bê jibîrkirin,
Lê ez nayêm jibîrkirin
Ji ber ez destaneke li ser zimanan digeriyam
Ez nîşaneya li ser singa gerîlaya/ê
Di çiya û barîqatan de
Gule berdide dijmin bûm

18

Ez însan bûm!
Ez xwîna di devê mêtinkarên
Pence û diranên xwe yên kirêt
Kiribûn bedena min de bûm
Ez tunekirinên komî, ez darvekirin, ez sirgûn
Ez îskana mecbûrî bûm

Ez kirîv, xizm û xêzan
Ên dest û milên wan bi hev ve girêdayî
Bi hinekan re jî hemsalî bûm
Hema li wir benzîn bi ser min de rijandin
Xweliyên me tevlîhev bûn
Ez bi sedhezaran kesên bi qîqeqîj dişewitîn bûm…
Di dirûvên min de bûn ên ez qetil kirim
Lê ez însan bûm
Ez dîrok bûm,
Dîroka bindestan û yên biçûk dihatin dîtin…

Di cendereya zilmê re derbas bûm
Di xwîna sor de mam
Împaratoran, sultanan, tevahî îblîsan
Xwestin min tune bikin
Min rehê xwe berda axa xwe
Heya îro min xwe ragirt

Ez însan bûm!
Bi Spartakus re bûm di arenayên Romayê de
Ez hêviya yekem
Gerîlayê yekem ê cîhanê
Ez kesê li hember efendiyên xwe serî rakir
1879’an li Parîsê, li Rûsya bûm
Cotmeha 1917’an!
Li Çîn, Kore, Kûba, Vîetnamê

19

Min ala sor hildigirt
Li Laos, Kamboçya, Mozambîk
Angola mîtralyoza xwîn vedireşiya bûm!
Min dirand zikê xayîn û mêtinkar
Di eniyan de min deng veda
Kesên hezkirina welêt mîna maskeyeke qirêj
Didin ber rûyên xwe
Canê min stendin bêecel

Ez MILÎTANEK bûm!
Ji bo cîhaneke bêşer
Û bêmijokdarî bû pevçûna min…
Hê di bist û heft saliya xwe de
Û hê şitleke ciwan bûm,
Di oxira hesreta pîroz a serxwebûn û azadiyê
Di nav xwîna sor de mam

Ez însan bûm!
Ez pevçûna naqede
Ez welatê tiyê serxwebûnê
Ez axa rizgariyê ya hatiye gubrekirin
EZ KURDISTAN bûm!

Alî Haydar Kaytan

 

 

 

 

20

Rastiya Malbatê

     Diyardeya bi navê malbat, saziya herî kevin û kêm hatiye guhertin e. Malbata ku destpêkê ji aliyê jin û mêr paşê ji aliyê hêzên xwezayî, parastina hevpar, pêşketinên civakî yên tevlîhev pêş ket, bi demê re ji aliyê hîlebaz û qurnazan ve hatiye dejenerekirin û kirine hucreya civaka bi dewlet. Yanî malbata îro hem kakilê dewletê ye, hem jî dewleta biçûk a mêr e. Lewma malbata îro bi vê naveroka xwe saziyek îdeolojîk a dewletê ye. Çawa her împaratorî, xanedanî û dewlet, an jî rêveber û serokên wan xwe di wê xanedanî, împaratorî û dewletê de mezin, berpirsyar û xwediyê wê dibînin, mêr jî xwe heman demê di malbatê de wek xanedanê biçûk dibîne. Hêza dewletê leşker û şervanên wê be, ya mêrê di malbatê de serwer e, jin û zarokên kur in. Zarokên keç di malbatê de wek ferd nayên destgirtin.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de malbata îro wiha digire dest: “Malbat, hucreya sîstemê ya bingehîn a civaka hiyerarşîk û bi dewlet e. Yanî împaratorî û dewleta mezin çi be, împaratorî û dewleta biçûk (malbat) jî heman tişt e. Dezgeha herî koletî xwe têde dihewîne. Koletiya di malbatê de tê jiyîn, hîmê temînata koletiya civakî ye. Ji ber vê yekê sîstem hema hema her saet û her deqe di malbatê de tê hilberandin.”
     Saziya bi navê malbat, di dîrokê de her çi qas weke saziyeke civakî xuya bike jî, di esasê xwe de qada herî bi nirx, çand, exlaq û civakbûn têde paşvemayî ye. Bêguman ji bo şoreş û azadiya gelan jî tim rolek neyênî lîstine û li pêşiya şoreşan bûne asteng. Ji ber ku di dîrokê de timî rolek neyênî lîstine, dewletê jî tim ji bo xwe bi kar anîne û li ser piyan girtine.      Ev di malbatên Kurd de hê şênbertir derdikeve pêşberî mirov. Weke tê zanîn malbatên Kurd pir navdar in û em hemû xwedî malbat in. Lê ez bi xwe nebûme şahid ku serokê malbatekê (bav an jî bapîr), tenê jî, ji zarok û ferdê malbata xwe re gotiye, “Li vê peywira civakî xwedî derkeve, di vê mijara ci-

21

vakî de xwe pêş bixe”, yan jî “Peywirên te yên esasî ev in”. Berevajî vê, ji têkiliyên siyasî û civakî dûr xistiye. Çi dibêje? Dibêje, “Bixwîne, bibe zilam û me ji vê sefaletê rizgar bike. An jî bêdeng be, hêmin be, li dibistanê tu tevgerê neke, li ser dersên xwe biponije û bela xwe li tu kesî nede. Eger tu ne wisa bî, wê te ji dibistanê biavêjin û tu nabî çi tişt.” Bi kurtasî dewlet çi dibêje, malbat jî heman tiştî dibêje. Ango dewlet û desthilatdarî kopya malbatê yan jî serokê malbatê ye. Ji ber vê heya malbat wek hucreya desthilatdariyê neyê dîtin û baş neyê analîzkirin, sîstema wek alternatîf (neteweya demokratîk) baş nayê fêmkirin.
Bi rastî me gelek hevalan dikarî em an bixwînin û bibin tiştek, an jî di karekî yê civakî de kar bikin û jiyaneke li gorî şertên heyî bijîn. Lê, ma dê vê em gihandibana ku derê? Wî karî wê nasnameya me ya windabûyî bida me? Wê kesayeta me bianiya sêra berê? An jî wê welatek azad bida me? Bêguman na. Wê demê em ê çima pergala em anîn vê astê bixwînin û di xwe de bidin jiyîn? Eger ne wisa bûya, kesên wek Fîdel Castro, Ernesto Che Guevara, Rêber Apo û bi hezaran şoreşger, wê di nav sîstemê de xwendibana û bibana kadroyên wê sîstemê. Wê demê tiştên ji malbatê girîngtir hene ku wan kirine.
Weke me di destpêka nivîsê de jî anî ziman em hemû ferdeke/î malbata heyî ne û kêm zêde pirsgirêkên me yên malbatên Kurd weke hev in. Serê sibehê wê kî biçe kar, kî biçe dibistanê, kî li malê bimîne û hwd. êvarî jî wê kî çi bi xwe re bîne, kirêya malê û heqê ceyranê wê çawa bê dayîn? An jî em ê bi kîjan pereyî kurê xwe bizewicînin? Jixwe keça malê zêde ne girîng e. Ji bilî wan tiştekî ku bê nîqaşkirin nîn e. Lê di malbata alternatîf a mezin de, pirsgirêkên bi vî awayî tune ne. Pirsgirêka heyî ev e: Ez ê sibe karibim ji bo vî gelî çi bikim û çi qas bibim bersiv? An jî em ê çawa welat rizgar bikin û dagirkeran li ser vî welatî biqewitînin? Bi rastî jî cudabûnek mezin di navbera her du malbat û cîhanê de heye.

22

     Bêguman mirov dikare bi awayekî di her du malbatan de jî bijî. Ango mirov hem dikare weke însanek bi rûmet bijî, hem jî weke lawirekî kedikirî jî bijî. Ji ber ku cudabûnek wisa berçav di navbera lawirên kedîkirî û ferdê di malbata îro de dijî, xuya nake. Lawirên kedîkirî jî heya êvarî li derve diçêrin, bi şev tên axurê xwe û li gor hilberîna bidin (şîr, mast, hirî û goşt) qedrê wan tê girtin. Ferdê îro di malbatê de dijî, wek lawir tê destgirtin. Yanî malbat çawa dixwazin, sûdê ji hilberîna wan lawiran bigirin, dixwazin wisa jî ji me bigirin. Eger ne ji ber pêşeroj û karê malbatê bûya, ne 10 salan rojekê jî nedida xwendin. Ji ber vê yekê divê bi taybetî ciwan li hemberî vê nêrînê derkevin û bêjin, “Ez ne çêlek û bizina te me, tu veberhêniyê li ser min dikî. Ez însan im û divê ez azad bijîm.” An jî li hember malbata heyî serî rakin û bêjin, “Ji we zêdetir welatek hatiye dagirkirin û mêtingehkirin. Heya ew azad nebe, nepêkan e hûn jî azad bibin.” Eger ne wisa be, mirov nikare di malbata heyî de bijî.        Dema te ev hişmendî xist serê malbata xwe, wê demê ew ê jî maf bide te û wê bizane armanca te ne xerab e. Wê bizanin ku azadiya welat li ser her tiştî re ye û heya welat azad nebe negengaz e çi pirsgirêk çareser bibe.
Bila çi kes şaş fêm neke, lê taybetmendiyên malbata Kurd di aliyê sîstema heyî (kapîtalîst) de kêm zêde weke hev in. Doza wê malbatê têrkirina zik û berdewamkirina sulalê ye. Bêguman divê ev jî kur be. Ji lewra sulaleya li pey keçê dikeve ji bo malbata heyî ne girîng e. Yanî sulale bi kur tê naskirin. Di malbatê de bav çi be, kur jî heman tişt e. Heman sîstem xwendiye û heman sîstemê jî dijî. Hewldanên li dijî dewletê wekî sûc dibîne.      Her çi qasî piştî derketina Tevgera Azadiya Kurd me hinek kes, welatparêz û kadro qaşo xwe ji malbata heyî rizgar kiribe jî, ji ber ku me jî heman şerbet vexwariye em gelek caran astengiyê dikişînin, heman sîstemê îro jî di xwe de didin jiyîn û em nikarin xwe ji vê nexweşiya heyî rizgar bikin. Wek mînak: Bi salan in gelek hevalên me di zindanan de dimînin û di perwerdeyên îdeolojîk re jî derbas dibin.

23

     Lê dema tehliye dibin, wekî ku tiştekî asayî ye diçin di malê de rûdinin û di malbata heyî de jiyana xwe dewam dikin. Çima wiha dikin? Bavê xwe mafdar dibîne û dibêje, “Min guhê xwe neda bavê xwe. Eger min guh daba bavê xwe ev tişt nedihatin serê min.” Lê belê, li gor mentiqê diviyabû piştî ew qas perwerde û êşa di zindanê de kişand, kîna wî li hember dijmin zêdetir bûya û xwe daba xebatê. Xebatê deyne aliyekî hinek jî zerarê didin têkoşîna azadiya Kurd. Ji ber vê yekê divê teqez malbata heyî û kesayeta heyî bê guhertin.
Rast e malbat ne saziyek wisa ji rêzê ye, mirov nikare weke saziyek civakî bigire dest û derbas bike. Lê mirov dikare veguherîne. Bêguman ji bo vê jî têkoşîn û xebat hewce ye.     Jixwe Rêber Apo jî dibêje:“Ne mimkun e ku mirov bikare malbata heyî bi vî awayî qebûl bike, lê divê bê zanîn ku malbat jî di nav modernîteya demokratîk de hêmanek e. Ji ber vê yekê demokratîkbûna malbatê jî pir girîng e.”

 

 

 

 

24

Elî Herîrî

     Em dizanin ku gelê Kurd hê nebûye xwedî derfetên karibe baş lêkolînek berfireh li ser dîrok û pêşeroja xwe bike. Ji ber vê jî xebat û lêkolînên dîrokî yên heya roja îro têkildarî Kurdistanê, ji aliyê kesên biyanî ve hatine kirin. Ji ber lêkolînerên ev xebat kirine ne Kurd û hevalên Kurdan in, bivênevê jî dîroka Kurd an çewt nîşan dane yan jî kirine para hinek gelên din. Ji lewra piraniya van lêkolîneran karmendên dewleta dagirker in. Bêguman zanyar û lêkolînerên hêja jî di nav van kesan de hene, lê belê pir kêm in. Ji ber vê jî dema em li çand û dîroka gelê Kurd dinihêrin, em dibînin ku ev dîroka gelê Kurd ji aliyê hozan û wêjevanên gelê Kurd ve gihiştiye roja îro. Mînaka wê ya herî berçav çîroka Memê Alan e ya berî niha 2500 sal li ser dîrok, çand û kevneşopiya gelê Kurd hatiye gotin û gihiştiye roja me. Mirov dikare bi rehetî bêje ku wêjeya Kurd piranî bi awayekî devkî ji aliyê çanda dengbêjiyê ve gihiştiye roja me.
Mînakên wêjeya Kurdî ya nivîskî yên di sedsala 10’emîn û 11’emîn de hatine nivîsandin ku em dibînin, ev berhem û agahî ji aliyê kesên biyanî ve gihiştine destên me. Çend kesên ku li ser ziman û wêjeya Kurdî lêkolîn kirine, nivîsên bi destan hatine nivîsandin dîtin, ev nivîs û belgeyên wêjeya Kurdî weşandine. Ev zanyar, lêkolîner û akademîsyen kesên weke Aleksander Jabo, Albert Socîn, Bazît Nîkîtîn, M. Brûdenku û Mînorskî ne. Yanî mirov dikare bêje van sedsalên dawî piranî kesên biyanî pêşengiya lêkolîna wêje û dîroka Kurdan kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku lêkolîner, akademîsyen û wêjevanên Kurd tune ne. Eger di lêkolîna wêjeyê, zimanzaniyê û şîrovekirina dîrokê de pîvanên zanistiyê esas bên girtin, wê bê dîtin ku Kurd jî bi qasî gelên biyanî xwedî wêje û dîrokek qedîm in. Heta wêje û dîroka gelê Kurd ji ya gelek gelan qedîmtir xuya dike. Gelên biyanî tenê berê xwe bidin destana Gilgamêş (Gayê Mezin) û Giro ya berî niha 5 hezar sal hatiye nivîsandin wê baş têbigihêjin ku gelê Kurd çi qasî xwedî dîro-

25

kek qedîm e. Îro jî baş xuya dike ku bingeha dîroka wêjeya kevnar a Kurd digihêje berî niha hezar salan.
Bi rastî dema mirov li dîroka Kurdan binihêre, wê baş bê dîtin ku Kurdan bi wêje û hunera xwe, xwe li ser rûyê erdê girtine. Di demên herî teng û zor de kesên wek Ehmedê Xanê, Baba Tahirê Ûryan, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û bi dehan kesayetên hêja wêjeya Kurdî pêş xistine û gihandine roja me ya îro. Ji van kesên me li jor navê wan neanî ziman yek jî Elî Herîrî ye. Dema ku mirov wek kesekî Kurd pirsa, Elî Herîrî kî ye? bike, mirov dikare wiha bibersivîne:
Kurdnasê Rûsî Aleksander Jabo dibêje ku yek ji helbestvanê kevn ê wêjeya Kurdî ya klasîk Elî Herîrî ye. Ew li gundê Herîr ê navçeya Şemzînan a girêdayî Colemêrgê sala 1009’an di malbateke xwende de hatiye dinyayê. Bavê Elî Herîrî mamosta yan jî alimê medreseyê ye û li herêmê bi nav û deng e. Elî Herîrî jî li ber deste bavê xwe û li medreseyên Kurdistanê xwendiye. Li van medreseyên Kurdistanê jî mîna bavê xwe bûye alim û zanyarek hêja. Lê li gor Amir Hesenpor jidayikbûna Elî Herîrî sala 1425’an e û sala 1490’î jî koçî cîhana axretê dike. Profesorê Kurd Qanatê Kurdo jî dibêje,
     “Kamûran Elî Bedîrxan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Fêrbûna Xwendina Kurdî’ ya sala 1968’an li Parîsê hatiye weşandin de dibêje ‘Elî Herîrî Soran e’, lê di pirtûka xwe de ne bi Kurmancî ne jî bi Soranî cih nedaye tu helbestên Elî Herîrî.” Ev jî hinek nakokî dixe serê mirov.
Aleksander Jabo dîsa dibêje, “Elî Herîrî bi zaravayê Kurmancî helbestên xwe nivîsandine û dîwanek wî ya bi navê ‘Şeran û Beytan’ heye. Ev dîwan ji aliyê gel ve baş tê zanîn û hezkirin.” Qanatê Kurdo jî dibêje, “Me heta îro dîwaneke Elî Herîrî nedîtiye yan jî em heta niha bi ser ve nebûne û me tespît nekiriye.” Bi rastî jî di pirtûkên dîrokî yên wêjeyî yên Kurdî de helbestek wî jî nehatiye weşandin. Tenê cara yekemîn di berhema Ehmedê Xanê de ya bi navê Mem û Zînê di

26

misrayekê de tê gotin, “Bi ruhê Melayê Cizîrî, pê hey bikira Elî Herîrî…” navê Elî Herîrî derbas dibe.
Lê ya rastî wêjevanê Kurd Elî Herîrî di gelek waran de nivîsandiye. Ji wan yek jî helbest in. Zimanê helbestên wî hêsan û herikbar in. Helbestên xwe bi qafiye nivîsandiye. Ji ber vê rêz û bendên helbestên wî lihevhatî ne. Di nava gel de belav bûne û gelek kesan jî jiber kirine. Her çi qas di hinek kovar û rojnameyên Kurdî de behsa cih, war û jidayikbûna wî hatibe kirin jî, hê hinek nakokî di hişê gel de mane. Ji lewra me li jor jî anî ziman, her lêkolîner û dîrokzanek Kurd li gorî xwe Elî Herîrî şirove kiriye û tiştek teqez nehatiye gotin.
Cara yekemîn Albert Sosin di danehev û berhevkirina xwe ya bi navê “Kurdische Samlungen” a sala 1887’an li Lenîngradê an jî Petersburgê de helbestek Elî Herîrî weşandiye. Cardin sala 1972’yan li Lenîngradê di danehev û berhevkirina “Rojhilat” hejmara 3’yan de bi zimanê Rûsî helbestek Elî Herîrî hatiye weşandin. Qanatê Kurdo jî ev helbesta Elî Herîrî bi tîpên Latînî wergerandiye zimanê Kurdî. Helbest wiha ye:

 

Ger hûn bibînin nale eşq
Tenê li zarî dikin
Her kes bizanet halê eşq
Bi hilê dijwarî dikin

Bi halê eşq bexîl bûbûm
Her dem di dem zelîl dibûm
Bê rê û bê delîr dibûm
Her kes bi xemxwarî dikin

Hûn bar mekin xemên di zor
Lê hesreta wardên di sor
Çavê di reş bisk tenê dor
Eniya bi nûr tarî dikin

27

 Eniya bi nûr zilf tenê ser
Rengîn dibin şems û qemer
Reşmar ji perdanê neder
Li e’rê ra yarî dikin

Haş û e’rê ra şimsa diket
Teşmîn çeva sebi û xîret
Gahû medet ahû medet
Çeşman jî xubarî dikin

Çavê li rojê bîne kom
Çemê mey anî jî bûm
Emir kir lazim vexom
Mestî ji min jorî dikin

Mest û şerab û qendave
Esîr û bendêt wê şeve
Ger wesfê yarê ez bibem
Hûn terkî hûşyarî dikin

Weke ku ji helbesta jor jî tê fêmkirin, bi piranî helbestên Elî Herîrî hestyar û evînî ne. Elî Herîrî ji bilî helbestan xezel jî nivîsandine. Her wiha Kurdnasê Rûsî Rûdenku jî di gotara xwe ya bi navê “Helbestên helbestvanên Kurd ên neçapkirî” de bi navê “Xezelên Elî Herîrî” çend xezel weşandine. Helbest û xezelên Elî Herîrî bi tîpên Erebî yanî wek Mewlûda Melayê Bateyî hatine nivîsandin. Qanatê Kurdo ev helbestên bi tîpên Erebî hatine nivîsandin wergerandiye Kurdiya Latînî û di pirtûka xwe de weşandine. Yek ji wan helbestan wiha ye:

Elî Herîrî Fermayed (Elî Herîrî dibêje)

Xelkno werin bibînin
Çi hûsnake bi kemal e

28

Heyran ji dil bibînin
Ji serê zewal celal e

Cibhet meha tevav e
Rû sor gula bi xûnav e
Rehan hatine hindav e
Nesriyan da û pal e

Nesriyan çû wext beste
Min nerî pê wê bi heste
Aqlê min çû ji deste
Heyran kirin derhal e

Sene xwedê ku danî
Sifhe ji nû ve danayê
E’nber li ser kesaye
E’nber xet di xat e

Heyran bûm ez ji dîne
Sothîm ji destê evînê
Ji xwe nakim hîvya jinê
Li min kêm bûn meh û salê

Ji hind bînin talanî
Bikin kila sûphanî
Ji bo çavê şa siltanî
Dema betin sersalê

Wekî din jî nivîskarê Kurd Sadîa Behadînê Amediyê, di pirtûka xwe ya bi navê “Hozanên Kurd” a sala 1980’î li Bexdayê daye çapkirin, cih daye çend helbestên seydayê hêja Elî Herîrî. Yek ji wan helbestan bi kurtasî wiha ye:

29

Şema Şebistanê ev e
Werda gulistanê ev e
Şîrî tepistanê ev e
Şaxa Herîrî dilgeş e

Ereb letîf û cindî ye
Ezman nezan û ramî ye
Ageh ji eşabazan niye
Mest û xumar û serxoş e

Serxoşî cama şerbet e
Horî tu baxe cennet e
Dem şuhî de ma zilmate
Serda ê çendin mehweş e

Didaro te ez zîn kem
Heta kengê ruh te teng kem
Keser bûm bin kem
Xudana têt û dest mala

 

Bi rastî dema mirov berê xwe dide helbestên Elî Herîrî mirov têdigihêje ku helbestvan û wêjevanê Kurdî yê herî kevnar e. Motîfên li ser helbest û xezelên xwe hûnandiye piranî ji hestên evînî û eşqa tesewufî ne. Ev jî destnîşan dike ku aliyê wî yê sofîtiyê xurt e. Wekî din li ser rewşa civakê û zordariyan jî helbest nivîsandiye. Helbestên xwe bi zaravayê Kurmancî nivîsandiye. Di warê ziman de gelekî dewlemend xuya dike, lê mixabin dîwana wî winda ye. Tevahiya helbestên wî yên bi destnivîs hatine dîtin ji aliyê lêkolînerên Rûsî ve hatine dîtin û ev berhemên wî niha li pirtûkxaneya Saltîkov-Serdîne ne.
Mirov dikare Elî Herîrî weke damezrînerê “Ekola Botanê” binirxîne. Elî Herîrî bandorek pir kûr li ser medreseyên Kurdistanê û Kurdî kiriye. Cihê wî cennet be.

30

Şerê Mezin ê Nefsê

     Rêbertî dibêje: “Di dîrokê de zanyar û pêxember dibêjin, şerê herî mezin ê mirov bi nefsa xwe re dike. Zanyar Kalanos ku ji Hindistanê bi riza xwe tê cem Skenderê Mezin beriya şahiyekê dixwaze xwe bişewitîne û tevî ku pir li ber didin ji çalakiya xwe nayê xwarê û li ser vê yekê Skender wiha dibêje; ‘Wî ji min mezintir gelek hevrikên xwe têk birine.’ Skender di dîrokê de şervanê herî mezin e. Ew bi xwe jî dizane şervantiya zanyaran ji ya wî mezintir xwedî mane ye. Hz. Muhammed jî şerê di navbera artêşan de wek cîhada suxra (şerê biçûk) bi nav dike û şerê mirov bi xwe re jî dike, bi maneya şerê zîhniyetê wek cîhada ekber (şerê mezin) bi nav dike. Hz. Muhammed jî van gotinan di heman maneyê de bi kar tîne. Rexne lixwegirtineke rastî ya veguherîner û têkûz ji bo ferd tê maneya şerekî mezin.  Rexne lixwegirtin şerek e, mirov li dijî kêmasî, şaşî û lewaziyên xwe dide meşandin. Eger em bi îfadeyeke ilmî bibêjin; mejiyê analîtîk hewl dide şopên ajoyî (xerîzeyê) yên mejiyê hisî li dawiyê bihêle û mejiyê hisî bîne ser rêya mejiyê analîtîk, rast destnîşan kiriye. Jixwe pêşketina mejî ya em behs dikin jî ev bi xwe ye. Cudahiya di navbera heywan û însên de jî bi pêşketina mejiyê analîtîk ê di şêwazê zanyariyê de pêk tê.
     Fikra rexnekirinê bi fonksiyona pêşketinê ya diyalektîk ve têkildar e. Li gorî şêwazê xebatê diyalektîk ê neçê derdixîne holê û jê dibe. Herikîna li gorî xwezayê û pêşketinê di cihoka wê de li cih û esas dibîne. Fikra xwerexnekirin û rexne lixwegirtinê jî kirdarê pêşketinê -yê/ya aktîfbûnê pêk tîne- têkildar dike. Divê kirdar çawa be, li gorî armancê be û çawa bikeve pêvajoyê. Yanî şêwazê fikrê yê bi ser nakeve, pêşnûme, helwest û tevgerên li gorî pêşketina diyalektîkî nîn in bi dawî dike û kirdar dikişîne raman û pratîka rast.”
Di aliyê fikra têgihiştina ya nû ya li ser esasê yekîtiya dijberan ku cewhera pêşketina diyalektîk e em dinihêrin;

31

rexne û xwerexnekirin bi taybet şexs û bi giştî di nav civaka têde samîmiyeta tehlîl û derbaskirina aliyên ji guhertinê re girtî û ferasetên ji jiyana xwezayî ye. Bêguman “nû” ya çêdibe, di encama pêvajoyeke bi qolinc û zehmet de pêk tê. Bi awayekî tenduristî meşandina mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê kalîteya ya “nû” jî diyar dike. Eger rexne tehlîl û teşhîsa nexweşiyekê be, xwerexnekirin jî biryar û ezma ji holê rakirina wê ye.
Rêbertî dibêje “Eger veguherîna di PKK’ê de pir bi êş be, hêmana bingehîn zemînê civakî ye ku dixwaze xwe bispêrê. Eger avahiya rêxistinê xwedî taybetiyên demokratîk be, ji zemînê civakî gelek hêman dikarin bikevin nav rêxistinê û li ser ferdê nû pêk tê, bandorê bikin û dibe ku wî bikin destikekî xwe. Di vê rewşê de eger bandorên civakê hîç nebin wê kesayetê bê xem bibe û rêxistinê ji civakê îzole bibe, yan jî rêxistin bibe nîşane û rûyekî civakê, wê wextê rêxistinê nexweş bibe û tu cudahiya xwe ji civakê nemîne. Ya bi mêzîn û tê xwestin jî ew e ku hêmanên ji zemînê civakî tên divê bi bandora rêxistinê ya şoreşger-veguherîner bêne sentezkirin û bi awayekî dewlemend bi avahiyeke jor bêne tacîdarkirin. Pêşketina diyalektîk a navbera rêxistina şoreşger û civaka dixwaze biguherîne di vê çarçoveyê de pêk tê.
     Pir zehmet e mirov bibêje, PKK’ê normalîzasyon pêk anî û têde tam bi ser ket. Berevajî di nirxandinan de jî hat dîtin ku ne tenê ketiye nav şaşî û kêmasiyên girîng, li hundir û derve bûye mijara îxanetên mezin. Eger rexne kiribin û rexne li xwe girtibin û encama li bendê bi dest nexistibin, wê wextê ‘şerê nefsê’ yê zanyaran îşaret pê kirine ji dil nehatiye kirin. Yan jî dîsa mîna zanyaran gotiye ‘ji bo zewahîr, ya xuya dike bide rizgarkirin’ bi zanebûn an jî bi nezanî hawîrdorên xwe xapandine. Ev jî kirdarê pêwendîdar hîn dixe zehmetiyê. Dixe rewşa gunehkar, durû, derewker û munafiq. Wê wextê ne tenê rexne-xwerexnekirin, rewşa guneh û li gorî wê tedbîr dikevin rojevê. Di nav van tedbîran de mikurhatin, teşhîr û tecrîd, xistina

32

girtîgehê, şandina gelek kar û suxreyan mimkun e pêk werin. Heta xwegihandina armancê wê helwestên sererastker dewam bikin. Eger rêxistin vê yekê neke wê bi cewherê xwe re li hev neke, wê li armanc û pratîka xwe bêhurmetî bike. Eger hînê pêş de biçe wê bikeve nav îxanetê. Rewşa îxanetê jî ji bo kesekê/î li hemberî civaka jê yan jî rêxistina jê, rewşa herî xerab û xeter e. Eger israra di îxanetê de bi revê bi dawî nebe, tê maneya şerekî aşkera, ew jî tê maneya mirin, yan jî kuştina fikrî û fizîkî.
     Piştî ku me rastiya rexne-xwerexnekirinê welê tarîf kir, em dikarin li PKK’ê bipîvin û em dikarin bigihêjin hin encamên girîng ên dîrokî. Ji serî ve divê em bibêjin, rêxistin an jî kesên ji bo rexne-xwerexnekirineke têkûz cesaret kiribin, ne ku qelsiyê, berevajî, bi hêzbûnê îfade dikin. Rêxistin û kesên ji xwe piştrast nîn in, ji rexne-xwerexnekirinê direvin. Ji bo wan rexne hilweşandine. Rexne lixwegirtin qedandine. Rexne-xwerexnekirin ji bo kesên ji xwe piştrast di çarçoveya armancan de serketinê îfade dike. Xwe ji kelemên li pêşiya serketinê asteng in dike, bi gavên xurt û ji xwe piştrast ber bi armancê ve diçe.”
Di perspektîfa 14 rêgezên Rêbertî yên têkildarî rexne û xwerexnekirinê, ev xisûs tên diyarkirin:
Rexne-xwerexnekirin, rebaza herî bi bandor a guhertin û veguhertinê ye. Divê wek aliyên bi ya hewce ye pêk bê re li hev nake derkevin holê û derbaskirin were dîtin. Di rexneyê de cih ji hilweşandin û înkarê re, di xwerexnekirinê de jî cih giştîkirin û di ser guhê xwe re avêtin nîn e. Berevajî wê bê maneya ku mirov derdikeve derveyî armanca ya tê xwestin bi rexne-xwerexnekirinê bê kirin. Di rêbertî de afirandina ya nû ya pûçbûyî derxistina holê, fikir û serwextbûn gihandina cewhera wê ye. Ev rêgeza wer pêş dikeve yek ji rêgezên nebe nabê ye. Hêza lêpirsîn û darizandinê tenê bi vî awayî dikare bê qezenckirin.      Dibe rêgeke jiyanê ya tişta tê dîtin û mirov têde serwext bûye tehlîl bike, li ser hemû xebat û têkiliyan ha-

33

kim bike. Ev rêgez ku li hember derve tê pêşxistin, rexne li hember hundir û ferd tê pêşxistin jî li ser navê xwerexnekirinê dibe. Her çi qasî navê wê tê guhertin jî di aliyê girîngî û fonksiyona wê de mîna du rûyên madalyonekê ye. Tenê dema her du bi hevdu re çêdibe, hevdu temam dike û dikare encam jê bê girtin. Berevajî wê pratîkbûnê, baweriyê û xwedîderketina li rastiyan bixe rewşeke bi pirsgirêk. Aqil û îradeyeke ku vê rêgezê pêş nexe tê maneya ku ji her cure paşverûtiya kor bûye û ji hînbûnên bi jehr re derî vekiriye.”
     Gotina Rêbertî ya “Tişta li vir tê darizandin ne şexs civak, ne kêlî dîrok e”, rêgeza rexneyê li hemû qadan, bi hostatî û afirînertiya hunermendekî pêk tîne. Jixwe hêza herî mezin a Rêbertî ev e ku bi çavekî rexneyî li her tiştî dinihêre. Ev şêwazekî jiyanê ye. Ya heyî li gor wê dijî. Ji lewra timî hewl dide ya nû ava bike. Di zaroktiya xwe, ciwantiya xwe de û niha jî ya dike ev e. Di demeke ku çi tesfiyegeran çi jî xeta tesfiyeger a “reformxwaziya sosyal” ku di dema dawî de rû da, êrîş dikirin, hewl didan vê rêgezê tune bikin û ev rêgez hatibû paşdexistin, valatî, hînbûnên berê yên careke din zindî bûn, texrîbatên ku ji ber van rû dan û hê jî di astekê de em wan dijîn dema em li ber çavan digirin, girîngiya vê rêgezê hê baştir wê bê fêmkirin.
Ev rêgezên jiyanê yên Rêbertî mîna parçeyên organîzmayekê ne ku hevdu xwedî dikin, diparêzin, mezin dibin, dema bêfonksiyon dibin jî tesîreke berevajî dikin. Ji lewra li ser esasekî rast jiyandina wê û bi awayekî yekpare girtina dest heyatî ye.

 

 

 

34

Di Bingeha Hevaltiya Rast de Rexne Heye

     Rêber Apo dibêje: “Tu têkilî bi qasî têkiliyên hevrêtiyê bi zor, zehmetî û kedê nayên avakirin. Têkiliya bi pereyan hatiye avakirin bi pereyan, a bi otorîteyê hatiye avakirin bi zorê tunê dibe. Têkiliya bi kariyerê hatiye avakirin, hê zêdetir ji aliyê kesên xwedî kariyer ve tên hilweşandin. Lê têkiliyên bi armancên mezin û di nav hewldanên wan armancên mezin de tên avakirin, ma bi hêsanî xera dibin? Vaye têkiliyên Tevgera Azadiyê ev in.”
     Di nav jiyana rojane de tevî herî zêde li ser tê rawestîn jî, rastiyeke ku em hê ji wergirtina asta têkiliyên hevrêtiyê pir dûr in. Di têkiliyên hevrêtiyê de li şûna herî zêde divê em çeka rexne-xwerexnekirinê bixebitînin û bi vî awayî rêz û hurmetekê lê bar bikin, a herî zêde em vala derdixin dibe ev. Mirov rexneker be, di şêwazê Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî tayînker e. Ji ber rexne bi maneya herî berfireh, tevgereke rastkirinê ye. Li hember dijmin jî li hember taybetmendiyên me yên xerab jî wisa ye.
Rêbertî dibêje: “Sosyalîzm jî di îdeolojiya rexneyî di serî de ye. Ji ber ku mêtinkariya li ser çîna xwediyê kedê ya di oxira wê de tevdigere hatiye avakirin, pêkhateya wê ya jêr û jor, tenê bi hêza rexneyeke pir mezin dikare were aşkerakirin, vekirin. Ya nû jî tenê û tenê bi heman hêza rexneyê dikare bê avakirin.
     Tevgera me ji ber welat û gelekî ku rastiya xwe winda kiriye esas digire, bi awayê ku em di ferqa wê de bin ku wê çeka me ya mezin bi rexneya em ê pêş bixin wê pêk bê, peyvên destpêkê bi rêz kir. Ji wê rojê heta niha bi qasî me çarçoveya herî berfireh a teorîk û sîstematîk pêş xist, bi rexneyeke pir zêde me kesayeta gelekî ya di kûrahiya dîrokê de winda bibû û li ser rûyê erdê jî şensê jiyaba hema hema pir kêm bû, me derxist holê. Her wiha em ê çawa biçin ser kê (ev diyarkirina

35

rêya siyasî ye) û heman demê meşa wê (ew jî çalakiya wê diyar dike) me bi vê rêyê zelal kir.
     Dema parçe û rêbazeke asta îdeolojîk-siyasî ya jê nayê qutkirin rexne be, di me de dikare bê rastkirin. Rexne ne mijareke bi tena serê xwe ye, rêbazeke şer û jiyanê ye ya hewce ye mirov di her xebata xwe de hakim bikin.
     Bêguman rexne ya neyênî dike armanc, lê em neyêniya li pêşiya neyêniyê dikin armanc.”
     Ev tiştên Rêbertî diyar dike, têra xwe berfireh û kûr in. Di vê çarçoveyê de têkildarî mijara ku hewce ye mirov ji rexneyê çi fêm bike, di nêrîna partiyê de muxlaqiyeke herî biçûk yan jî valatiyek jî ne mewzûbehs e. Ji ber vê divê em rexneyê ji awayekî giştî wêdetir, di têkiliya nav hevalan de bigirin dest. Pirsgirêk û pêwîstî xwe di vê nuqteyê de nîşan dide. Wiha tê gotin, “Hevalên herî baş ên hevdu rexne dikin.” Ev rast e! Lewma divê mirov van di destpêkê de bi sedem û encamên wan re fêm bike. Weke tê diyarkirin, têkiliya hevrêtiyê têkiliyeke pîroz e û bi her awayî ji şêwazên têkiliyên din cuda ye. Hevdu di her astê de fêmkirin, pêşxistin, hêz û qewet dayîn-stendina ji hevdu di nav têkiliya hevrêtiyê de manedar dibe. Kesek eger hevalên xwe nayîne asta xwe, wan nake xwedî wesf, tecrûbeyên wan bi awayê mirov jê feyde bigire pêşkêş nake, hevrêyê herî kêm e. Bi heman awayî eger kesek ji tecrûbe û danehevên hevalên xwe bi qasî têr dike sûd nagire, guh nade tevkariya wan, di nav heman kêmasiyê de ye. Dîsa eger hevrêyek tecrûbeyên xwe ne ji bo pêşxistina hevrêyên xwe, ji bo serweriyê li ser wan bike, wan bêdeng bike û li ser vî esasî ji bo xwe bide jiyîn bi kar tîne, ev ji hevrêyekê/î zêdetir, tê maneya ku kesayeta çîna serwer temsîl dike. Hevrêyek eger li şûna xwe tevlî bike, ji hevrêyên xwe sûd bigire; xwe di asteke rebenan de digire, tê maneya ku kesayeta Kurd a kevneşop û ruhê kole dijî.
Hevrêtî di serî de hevdu temamkirin, pêşxistin û xurtkirin e. Rêbertî wê wer îfade dike: “Te dît ku heval nakin, tê bêjî,

36

     ‘Ez ê bikim.’ Dema te dît ku heval baş bi rê ve dibin, tê bêjî, ‘Bila ew bikin.’” Jixwe ruhê hevrêtiyê jî ev e. Lê ya di me de tê jiyîn ev e? Na! Nêzîkatiya em ji yê nikare bike re nîşan didin an mîna “kêmê xwe wê ew dîtiye” hê zêdetir xistina erdê ye yan jî em qet eleqe nîşan nadin û em têkil nabin. Qet guman nîn e nêzîkatiyên bi vî awayî jî çavkaniya xwe ji taybetmendiyên kesayeta feodal-gundî û bûrjûvaya biçûk digirin, heta xwe digihîne entrîkacîtiya Kemalîst û di asteke zêde de ji hevrêtiyê dûr e. Em pir baş dizanin ku meylên tesfiyeger, rêya navîn, lîberal, sekter û hwd. di nav atmosfera ku feraset û nêzîkatiyên wiha serwer in pêş dikevin, ji xwe re zemîn dibînin. Şêwazên wiha di me de bi awayekî zêde tên jiyîn.
Rexne, di nav me de rêbaz û çekek e ku kêm tê bikaranîn. Hin caran jî rexneya em dikin, bi wesfeke ji feraseta partiyê dûr xwe nîşan dide. Rastkirina feraset û şaşiyekê bila li cihekî bimîne, encamên ku têkilî û atmosferê hê zêdetir xera dike diafirîne. Lêxistin-şikandin, ew xistina erdê, kirina rewşeke ku nikaribe rabe ser piyan, kirina nav pêxîrtengiyê ma dibe rêbaza me ya rexneyê? Şêwazê me yê rexneyê belav nake, kom dike û hêz dide. Hevalê Cûma ji bo rexneyê dibêje, “Şexs bi awayekî bênarkoz emeliyatkirin e. Canê wî diêşe lê dema ji ser wê maseyê radibe, ji nexweşiya wî şop namîne.” Ji lewra divê şêwazê me wisa be. Dîsa di mijara rêbaz û nêzîkatiyê de rewşa di gelek hevalan de tê jiyîn ketina nav gumanên mîna, “Gelo dema ez rexne bikim, wê şaş fêm bike?” ye. Guman û fikarên wiha tirsa ji feraseta “mîsîllemeyê, valaderketin, ma ji min re maye bila hin kesên din rexne bikin û hwd.” xwe nîşan dide. Eger mirov bala xwe bidiyê, xisûsa hevpar a di nêzîkatiyên wer de, ya yekemîn kêmasiya di nuqteya têgihiştinê de ye yanî tênegihiştin e. Ya duyemîn jî fikara “ez” a di şexs de derdikeve holê ye. Fikarên şexsî, dikevin pêşiya fikarên partiyê. Di partiya me de armanca rexneyan ku rastkirina şaşiyan, jiholêrakirina neyêniyan, hevdu pêşxistin û bicihanîna şertên berpirsyartiyê ye, ev nêzîkatiyên me behsa wan kir, bi tu

37

awayî têkiliya wan bi şêwazê partiyê re nîn e. Aliyek wê yê din jî rêveberiyên ku fikar û tirsên hatin diyarkirin dijîn ne kêm in. Ev jî aliyekî din ê rastiyê ye. Lê em li vir behsa şoreşgertî, partîbûyîn û mirovbûyîneke asgarî dikin. Divê destpêkê em pirsgirêk û şaşiyên çavkaniya xwe ji me digirin tehlîl bikin û ji holê rakin. Eger em ev qasî ji hêza rexneyê ketibin, rewşeke rebentî û bêferasetbûnê dijîn, divê em destpêkê di rastiya xwe de li sedemên wê bigerin. Ji ber vê dibe ku paşdemayîneke îdeolojîk-polîtîk hebe, tesîra hin sûc an jî şaşiyan hebe, şikestineke îradeyê dejenerebûna wê hebe, kêfiyetî yan jî bêberpirsyartî hebe. Dibe ku ev sedem hebin, lê em ê xwe dawetî cidiyetê bikin. Eger em bixwazin me wekî mirov bigirin dest, fikrên sabît ên di me de her çi bin, zelal û aşkera ye ku hewce ye em ji wan xelas bibin. Divê em kêmasiyan rast bikin, bêferasetiyan rast fêm bikin û veguherînin.
Di têkiliyên nav hevalan de dema rexne tune bin wê çi bibe? Wê her cure feraset û nêzîkatiyên apolîtîk, xwecihî, hemhestî, bêcidiyetî û hwd. derkevin holê û ev rewşeke ku pir tê dîtin! Sedema wê ya herî bingehîn jî ji derveyî ku çanda rexneyê nayê bikaranîn ne tiştekî din e. Di têkiliyeke xwe naspêre rexneyê de mirov nikare behsa hurmet, cidiyet û bi tu awayî pêşketina wê bike. Di têkiliyên wiha de jî helbet, şoreşgertî, partîbûyîn, di vî alî de pêşketin nabe, laçkatî, dejenerebûna pîvanan, ehbab-çawîştî û taybetmendiyên din ên nesiyasî pêş dikevin. Taybetmendiyên bi vî rengî yên kesayetê dibe ku di destpêkê de girîng neyên dîtin. Lê divê em zanibin ku feraset û pratîkên wer ên tesfiyeger, rêya navîn û dijbertiya partiyê di nav atmosfera ku têkiliyên wer rû didin de zemîna pêşketinê dibînin. Ji ber vê girîngnedîtina wê xeflet e. Xwexapandin û heta mînaka berpirsyartiyeke ku mirov ji pêşketina dijbertiya partiyê re dibe temaşevan e. Jixwe dema mirov bala xwe bide ser şêwazên têkiliyên xwecihî, hestyarî û hwd. ev di destpêkê de her çi qasî samîmî bên dîtin jî ya rastî

38

bêîstîkrar in û her kêlî ku li ber xerabûnê ne, ruh û kolektîvîzma rêxistinî dikeritîne.
Divê hevrêtî bikeve ruhê mirov. Li hemberî hevdu xwe di asteke azamî di rewşa were rexnekirin de bihêle, nîşan bide ku ev polîtîk e û berpirsyartiya li hember hevdu bi vî awayî hîs bike. Kesekî ku serwextbûn û hişyariya wî ya têkildarî hevrêtiyê hebe, aşiqî xwe nabe, di nav hewldanan de ye ku kêmasî û nebesiyên xwe timî bi rexneyên hevalan derbas bike. Şaşî û kêmasiyên hevrêyê xwe mîna yên wî ne dibîne. Berpirsyartiyê hîs dike û ji bo derbaskirina wan bi uslûbekî herî fêrkar û îqnaker rexne dike. Lê di me de ev di asteke zêde de zeîf e. Li hemberî hevalekî me yê hema li ber serê me em dikarin berpirsyartiyekê hîs nekin.
Em rexne jî dikin, lê em bi destê wê/wî nagirin û ranakin, xurtkirin nîn e. Bi rexneya em dikin, dibe ku em a şaş hildiweşînin, lê li şûna wê em a nû û ya rast nabînin. Wê demê em ê li gor xisûsa bê rexne li gor armanc û cewhera wê were kirin çi qasî girîng e tevbigerin. Zindan qadeke teng e. Em her roj her kêlî di nav hev de ne. Hin heval hene piraniya dema xwe bi hev re derbas dikin. Ya rastî hevdu bi kêmasiyên hev pir baş nas dikin. Lê di têkiliyên wan de cih ji rexneyê re nîn e. Têkiliyeke ku rexne têde ji xwe re cih nabîne jî bi tu awayî wek têkiliyeke şoreşgerî, hevrêtî û yekîtiyê nayê parastin. Ji ber van hemû sedeman jî, divê mirov rexneyê bike şêwazê pêkanîneke her kêlî-her roj. Hevaltî herî baş jî li ser vî esasî dikare şitil bide, pêş bikeve.

 

 

 

 

39 

 

 

 

 

“Şoreşger tenê di nuqteyekê de pir bi xirûr in û tu carî ji vê tawîz nadin. Ev jî; armanc û rêgez şertê jiyan û têkoşînê ye. Ji derveyî wê xirûr, xisûseke ku divê bê avêtin e.”

 Mehmet Tunç

 

 

 

 

 

40

Xwerexnekirin Çeka me ya Herî Pîroz e

     Rêbertî dibêje: “Xwerexnekirin, bilindbûna ku mirov şaşî û kêmasiyên xwe bibîne ye. Bi awayekî giştî li hemberî pêşketinê, bi awayekî taybet jî di pêşengiya partiyekê de taybetmendiyên dihêlin ku kar ne bi awayekî saxlem û serketî, zeîf bibin, vala derkevin û her diçe rê li ber têkçûnê vedikin, di ber çavan re derbaskirin e. Dîsa bi çûna ser xwe re bi qasî dîtina wê wek tişta divê bê avêtin û mîna mirov bi kêrê qut bike, vê bi awayekî pir bi bawerî û heman demê mirov ji pêwîstiya wê yeqîn bike, ne wek ferzkirineke ji derve, wek hêmana nexweşiyeke ne layiqî xwe û mirov bilind nake bibîne, bi rêbazên guncaw derbas bike. Diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin ev e. Û ev bi awayekî xwe ji nû ve çêkirin e. Em gelekî wiha ne ku mimkun e, di cîhanê de divê herî zêde biçe ser xwe, xwe li ber çavan re derbas bike, eger mimkun be bi hêza xwe, xwe rast bike. Bêguman em gelekî wiha ne ku divê di pêvajoya xwerexnekirinê de cih bigire, xwe li ber çavan re derbas bike, hem jî bi awayekî pir bêrehm, bi salan bi xwe re mijûl bibe.”
     Wek gel bê çi qasî hewce ye, em di pêvajoyeke xwerexnekirinê ya wer berfireh de derbas bibin, wê daîmî bikin, îro hê baştir tê fêmkirin. Bi vê perspektîfa giştî re mirov bi sînor be jî lê binihêre, nayê fikirîn ku em li qada zindanê xwe li derveyî vê rastiyê bibînin. Her wiha di aliyê xwesertiya wê de jî li zindanê bi qasî ku bi tu deveran re neyê muqayesekirin misoger e hewcedariya me bi rexne û xwerexnekirinê heye. Qezenckirina îradeyê, bûyîna şoreşger, pêkanîna veguhertina kesayetê, bêyî mirov di nav çerxên zindanê û nexweşiyên wê de bê hûrkirin, xwe pêşxistin, bi şoreş, partî û şer re bûyîna yek bi awayekî din nayê fikirîn. Ya rastî mîna di mijarên din de jî, ne ku em mane û cihê xwerexnekirinê yê di nav jiyana partiyê de nizanin. Pirsgirêk ev e ku mirov vê weke serwextbûnê di xwe de ava bike û temsîla wê bike. Kompleks

41

hene, îhtîras hene, hînbûn û xirûr heye. Û ev hemû jî têr dikin û zêde ne jî ku me ji hêza temsîlê dûr bixin.
Di xwerexnekirinê de hin şaşiyên bingehîn ên zêde tên bikaranîn mewzûbehs in. Hin heval xwerexnekirinê wek “xweweşandina ji gunehan” digirin dest. Bi awayekî pir rehet xwe rexne dikin, lê ne jidil in. Ji bo derbaskirina wê kêliyê ye û piştî derbas dikin jî her tişt mîna berê dewam dike. Di nuqteyên ku dibe xwerexnekirinê de tu guhertinek çênabe. Hin heval di asta zêde de bi awayekî mubalexe bi nêzîkatiyeke ku xwe 40 qat dixin bin erdê, kêmasî û şaşiyên di wan de nîn in jî dikin malê xwe û wê wek “xwerexnekirinê” difikirin. Bêguman şaş in. Divê sedema xwerexnekirinê hebe ku rolekî pêşketin, veguhertin û nûbûnê bilîze. Xwerexnekirineke bi wî awayî ji derveyî ku wê şîlo dike, hêsan dike û vala derdixe rolekî din nalîze. Kesên ji xwe nebawer û hurmetê nadin xwe, nikarin bi cesaret nêzî rastiyên xwe jî bibin û nikarin bi ser bikevin. Kesên wiha xwerexnekirineke baş û xurt bi qasî ku weke hilweşîn û tunebûnê dibînin di nav nêzîkatiyeke paşdemayî û şaş de ne. Kesên ku kesayeta xwe terkî tesîra bûrjûvaya biçûk an jî xirûra feodal-gundî kirine jî ji bo xwe rexne nekin, ji heft bîran avê dikişînin. Bi van nêzîkatiyên xwe, xwe dikin rewşeke ku hê zêdetir zehmetiyan bikişînin. Her wiha ne di wê ferqê de ne ku diyardeya têde ketine parastinê taybetmendiyên pergalê û dijmin in. Yekane pirsgirêka wan ev e ku xirûra wan zerarê nebîne, kompleksa wan neşike û ji bilî wê tofan be jî ne girîng e. Ne hewce ye em diyar bikin ku heman israr û înad di mijara parastina jiyan, têkilî û rastiyên partiyê de nayê nîşandan. Jixwe diyardeya xwe pêre rûbirû dikin ji derveyî jiyan û rastiya partiyê ne tiştekî din e.
Rêbertî dibêje: “Naxwe ev rastiyeke nikare were înkarkirin ku, rastiyeke me ya gelekî yê di asta cîhanê de divê herî zêde xwe rexne bike heye. Kesê divê herî zêde bi xwe re şer bike, kesê ku bi awayê, ez çima ketim vê rewşê, lanetê li xwe bibarîne, bi hêrseke mezin ji rewşa ketiye nav, ji her tişta

42

dihêle xwe biecibîne nefret bike hebe, wê yekemîn gava pêşketinê jî bê avêtin. Di rastiya me de pêşketin hinekî jî wer dest pê dike. Zilamê ku li hember rebentî, îflas, hilweşîn, bêbingehiya xwe, hemû nirxên wî ku bi mirovatiyê re têne qutkirin li ber nakeve, hêrs nabe, hewce nabîne li ser mijûl bibe bê çima wer çêbû, vê li ber çavan derbas nake tune ye. Nikare tu karî bi ser bixe. Dikare bibe demagog, dibe ku bibe lûmpen jî. Dikare bibe axayekî qeşmer jî, hevkar jî, lê tu carî nikare bibe mirovekî bi rûmet. Ev jî navekî din ê rastiya me ye. Tevgera azadiyê, di vê çarçoveyê de navê, mirov bi vî awayî li rastiya xwe ya neteweyî û gel binihêre, rexneyeke mezin an jî ji bo wê hêrsek mezin hîs bike, xwe li erdê bixe, bihejîne, eger mimkun be di ber çavan re derbas bike û çareser bike. Dema destpêkê hinekî jî îfadeya hewldanên wiha ne. Tevgera xwerexnekirinê ya herî mezin e.”
     Em dibînin ku hewce ye xwerexnekirin çi qasî bi feraseteke kûr were destgirtin. Aşkera ye ku dîsa di vir de ji ferasetbûn, hevgirtîbûn û cidiyetê re bangek heye. Ya di me de tê jiyîn jî bêferasetî û nehevgirtîbûn e. Di mijara xwerexnekirinê de kes li ser hin kesên me re nîn e. Nêzîkatiyên kesên wiha mîna herî berçav a nehevgirtîbûnê ye. Wer diyar dike ku nêzîkatiyeke pir hurmetdar nîşan dide. Xwe rexne dike, hem jî bi tehlîlkirinan. Lê dema mijar dibe derbaskirina wê ya jiyanê, di pratîkê de temsîla wê, bicihanîna hewcedariyên wê, asê dimîne.
Kesên me yên wer qet ne kêm in. Beguman ev oportunîzm, durûtî, nehevgirtîbûn bi xwe ye. Li hember xwe û derdora xwe bêhurmetiya herî mezin e! Mirov dikare bêje, pirsgirêkeke kesayetê ye ya têde rehê namûsê qut bûye. Li zindanê taybetmendiyên kesayetên pir diaxivin, lê kêm dikin, gotinên xweş dikin, lê hewcedariyên wê nayînin cih, zimandirêj, demagog, bi awayekî herî berçav di şexsên wiha de xwe nîşan dide. Şoreşger, xwedî li soza xwe derdikevin! Ji ber maneya gotinê dizanin! Ev bi taybet ji bo Tevgera Azadiyê hê

43

berçavtir e û xwedî maneyeke rêgezî ye. Tevgera me her tişt bi du gotinan daye destpêkirin û hê jî li gor şertên van gotinan têkoşîn dike. Gotin û soz ji bo me xwedî maneyeke ku di oxira wê de wê dinya bê xerakirin. Ev mijareke rûmetê ye. Di nêzîkatiya xwerexnekirinê de jî gotin û soz têkildarî derbaskirina şaşî kêmasiyan di maneya diyarkirina biryar û îradeyê de ye.
Rêya ku mirov şertên wê yên pratîk bîne cih ev e ku, mirov xwe bi awayekî zêde bixe nav lêhûrbûn û ponijandineke cidî. Di me de weke pir tê dîtin, rexne û soz tê besîtkirin, ji cewhera wê tê valakirin û bi hêsanî tê binpêkirin di mijara xirûra xwe derxe pêş, li gor têkiliyên me yên siyasî, rêxistinî û exlaqî de sûc e. Şoreşger tenê di nuqteyekê de pir bi xirûr in û tu carî ji vê tawîz nadin. Ev jî; armanc û rêgez şertê jiyan û têkoşînê ye. Ji derveyî wê xirûr, xisûseke ku divê bê avêtin e.
Bêguman bi awayekî tenduristî pêşxistina rexne û xwerexnekirinê, girêdayî mijara atmosfera wê çi qasî hatiye afirandin an na de ye. Ji bo vê hewce ye mirov jiyana partiyê bi awayekî yekpare bigire dest. Ji diyardeyên ku jiyanê diafirînin eger yek xerab be, diyardeyeke din wê bi awayekî tenduristî nexebite.
Mînak li cihekî ku perwerde li ser esasê armanc û rêgezan hatiye pêşxistin, rexne, xwerexnekirin û pêwendî bi cih dibin. Xwerexnekirin ne ev e ku mirov gunehan derxe û qet ne rizgazkirin û derbaskirina rewşê ye. Divê em bi vê nêzîkatiyê li diyardeya jêre xwerexnekirin tê gotin, bi awayekî wer berfireh, encamgir û vediguherîne binihêrin. Em hewl didin vê dest nîşan bikin.
Ev heman demê vê nîşan dide; eger mirov bi çeka rast a partiyê neçe ser qisûra hundirîn, kêmasiya hundirîn, mubalexeya hundirîn, hewesbaziyê, lumpenîzma hundirîn, bi nêzîkatiyeke rast a rêxistinî-siyasî di hundir de şerekî muezem û bi hostayî neyê meşandin, ev her biçe wê bigihêje asteke bi tehlûke. Wê demê bi zanebûna ku xwerexnekirin çekeke bi-

44

lind û pîroz e, ji bo em wê li hember kêmasiyên xwe bi awayekî rast, encamgir û bêeman bi kar bînin divê em hê zêdetir xwedî hewldaneke erênî bin û hişyar bin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

45

 

 

 

 

Ez bi êşê mezin bûm
Bi êşê mezin dibin
Li cem me zarok
Lewma dilşewat in stranên wan
Kenê wan dişibe hîveke şermok
A dikeve goleke çiyê
Û mîna guleyan e gotinên wan

 

 

 

 

 

46

Bajarê Difire
Ji bo Bîranîna Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem

     Piştî çend rojên rêwîtiya zor û zehmet êdî gihiştibûm ber deriyê Bajarê Difire. Bajar difiriya. Ji lewra di navbera 6 salan de 10 hezar kîlometre rê meşiyabûn û ew warê wan ê nû bû. Ji ber êdî tu kes nedigihişt leza karwanê azadiyê, êdî navê bajar bibû Bajarê Difire. Carinan dê, carinan bav carinan jî Hecî Xalidê 70 salî dabû pey şopa karwanê azadiyê û Bajarê Difire. Vê carê jî ez ketibûm pey şopa karwan û zarokên serhildêr. Ji ber ku min di wan 6 salan de tu warên wan û zarokên hatin cîhanê nedîtibû. Di rê de ketibûm nav kelecanek bêhempa. Hê di rê de, min mala birayê xwe di hişê xwe de dikir çend qat û ode.      Carinan jî min zarokên nû jidayikbûyî dikirin kej, esmer û hwd. Xeyalê min ev bû ku ez ê çawa berî wan bikevim mala wan û ji wan re surprîzekê bikim. Lê bi daketina ji erebeyê xeyalên min ên di rê de yek bi yek ketibûn avê û ez di cihê xwe de matmayî mam.
Daketina min a ji erebeyê ez tam 200 sal paşde biribûm û êdî min xwe di nava pirtûkek serdema tariyê de dîtibû. Wê demê efsaneya Eshabel-Keyf ku 200 salan di şikeftekê de razabûn û paşê hatibûn nav civakê hat bîra min. Ez berevajî wê 200 salan paşde çûbûm. Mirov nedixwest yeqîn bike. Di sedsala 21’yemîn de gelekî wer li ser rûyê cîhanê heye û dikare di van şert û mercan de bijî? Tenê navê wî bajêr bû. Bajarê ji kon û naylonan pêk hatiye. Ji toz û bahozê xuya nake. Li ser serê bajêr qetên naylonan û paçan difirin. Kon û naylonên li şûna xaniyan, ji bo wî gelî hatibûn vedan û qeraxa wan li ber ba diketin.
Ji bilî avahiya li ber deriyê bajêr, a li ser UNHCR nivîsandî tu avahiyeke din li vî bajarî xuya nedikir. Piştî çend pirsên berpirsyarê li ber deriyê bajêr û bersivdayîna min a kelûgirî, hevalek da tenişta min ji bo mal an jî konê Evdî Akedî nîşanî min bide. Piştî em gihiştin ber deriyê kon, hevalê

47

peywirdar careke din vegeriya ber deriyê bajêr û bi tena xwe li ber derî mam. Dema ketim hundirê kon, bi dilekî germ hatim pêşwazîkirin. Lê paşê ez pê hesiyam ku li vir her kes wer tê pêşwazîkirin û Pîrozê ez nas kirime. Destpêkê got, “Kerem bike heval.” Wê demê min zanîbû ku ez wekî hevalekî hatime pêşwazîkirin. Piştî min çend zarokên wê yên di nav tozê û pêxas dît; min nikarî xwe bigirim. Min qîr kir û xwe avêt wan zarokên min tu caran nedîtibûn. Di wê navberê de min xwe da naskirin…
Ji ber ez li bajêr gelekî mam, ez jî bibûm wek şêniyekî bajêr. Her şev an wê hinek hatibana mêvandariyê yan jî ez wek mêvan diçûm malekê. Carinan min qala welêt dikir… hemûyan ez guhdar dikirim. Carinan jî wan behsa zorî û zehmetiyên wan 6 salan dikirin û min ew guhdar dikirin. Min rêwîtiya çîroka wan a 6 salan di wan çend şevên payîzê de jiber kir. Emerê Gundik Remoyî diwestiya, Seîdê Asê dest pê dikir, ew jî diwestiya dayika Eyşê dest pê dikir. Di nav rojê de jî Hediyeya Akedî diket pêşiya min û sazî bi sazî ez digerandim.
Bajar, bajarekî nû hê neh mehî bû, lê goristana wan weke goristaneke sedsalî xuya dikir, gorên wê ew qasî pir bûn. Li gorî tişta ji min re digotin, tenê havîna bihurî 87 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wan 87 kesan 50 jê îxtiyar, 37 jî zarokên di bin pênc salî de bûn. Sedema mirina îxtiyaran germahî û tansiyona zêde, ya zarokan jî ji ber dûpişkan bû.
Tîna germa havînê gelek caran digihişt 50 derece. Ji sala 1955’an ve li vê herêmê berf nebarîbû, tenê wê salê jî deh deqeyan berf û baranek tevlî heriyê barî bû. Ji ber wê germa dijwar gelek zilam, jin û zarokan çavên xwe winda kiribûn. Hinek jî ji ber tansiyona zêde felc bibûn. Ji wan kesên felc derbas kiribûn, yek jî Apê Emerê Gundik Remoyî bû. Apê Emer digot, “Xwarzê em destpêkê xafil hatin girtin. Em fêrî zozan û keviyên berfa lûtkeyên çiyayê Cûdî bibûn. Em fêr

48

bibûn zozanên Girê Hemo, Gengule, Kaniya Kenerê, Xara Botan û hwd. Ev der çolistan, dojeh û warê dûpişkan e.”
     Apê Emer rast digot. Zarokatiya min jî li wan deverên Apê Emer qal dikir derbas bibû. Li wî çiyayî (Cûdî) rojê çar demsal dihat jiyîn. Li zozanên Apê Emer jê hatibû berfa salê li ser berfa sala din dibare. Li warê zarokatiya Apê Emer lê derbas bûye, mirov di çileyê havînê de bêqapût nikare bigere. Jixwe pincarên wek rêvas, soryaz, kereng, siyabuk û kulîlkên wek sosin, beybûn û nêrgiz deyne aliyekî ji dengê çivîk û ajalên kovî xew bi çavan nediket.
Ji bilî zilm û zordariya mirovan dianîn serê vî gelî, vê carê jî ajalek bi navê dûpişk bibû neyarê vî gelê belengaz. Her çi qasî êdî hinek tedbîr hatibin girtin jî, ji ber ku zarok piranî pêxas bûn, dûpişkên reş, bi awayekî zêde bi wan vedidan. Yên zer bi qasî yên reş ne xeternak bûn. Heke ne dayikekê ji çermê ajalan patîk ji zarokan re çêkiribe û ne îstîsnayek be ku solek di lingê zarokekê de be, hemû zarok bêsol bûn. Mirovekî ku hestên mirovî pêre hebûya wê rûyê zarokên mirî di çavên zarokên sax de dîtiba.
Ev zarok pêşeroja vî gelî û me bûn. Navê piraniya zarokan Zîlan, Bêrîtan, Mêrxas, Bêwar, Egîd û hwd. bûn. Hemûyan jî ew ji xwe re mînak digirtin. Her çi qasî ew qas belengaz xuya dikirin jî misqalekê ji bîrdoziya xwe dûr neketibûn. Li şûna şêx û muşayiqan bi serê Rêbertî sond dixwarin. Birçîbûn, belengazî û mişextiya xwe nedidan der. Wiha dihat gotin:
     “Şeş mehan PDK û NY (Neteweyên Yekbûyî) ambargo daniye ser bajarê wan. Piştî demekê agirbest di navbera wan de çêdibe û careke din erzaq tê wargehê. Dema erebeyên erzaq di deriyê bajêr re dikevin hundir, hevalê Cûma jî wê demê li wî bajarî ye. Hevalê Cûma dibîne ku tu zarok ber bi erebeyên erzaq ve naçin. Ji wan zarokên ku li ber deriyê navendê dilîzin re dibêje, ‘Çima hûn naçin pêşiya erebeyên erzaq û erzaq nastînin?’ Zarok ji hevalê Cûma re dibêjin, ‘Heke em bi vê rewşa xwe biçin pêşiya erebeyên erzaq, wê bizanin ku em

49

belengaz û birçî ne. Ji bo kêfa wan neyê em naçin ber erebeyên erzaq.’ Piştî van gotinên bîrdozî hevalê Cûma dibêje, ‘Ne gengaz e ku ev gel bi bin bikeve.’” Bêguman piraniya wan zarokan bûn şervan û di şerê şoreşgerî yê gel de cih girtin. Ji wan zarokan Xurbet Gokalp (Silav Cûdî), Hevîle Îzer (Şayan Cûdî) a li wan waran mezin bûn, di Sibata 2012’an de gihiştin mertebeya şehadetê.
Li gorî dayika Eyşê û bûka serhildêr Pîrozê digotin, tenê şeva hatin wî warî ji ber dûpişkan heşt zarokan jiyana xwe ji dest dan. Piştî çend şevan hejmara qurbanên dûpişkan digihêje 30’î. Piraniya zarokên di rê de hatin dinyayê di nav pêçekên xwe de bûn qurbaniyên dûpişkan. Piştî dizanin ku piraniya mirina zarokan ji ber dûpişkan e, gaza NY ji bo pê agir pêxin da ku xwarina xwe li ser çêbikin dabû wan, berdidin kunen dûpişkan û agir berdidinê. Dest ji şerê jiyan û belengaziyê berdabûn, vê carê dabûn pey kuştina dûpişkan. Ji ber vî agirê bêserûber carinan konên gel jî dişewitîn. Jixwe di kon de ji bilî du kîlo şekir, çay, birinc û tenekeyeke rûn tiştek tune bû. Lê wisa jî ba malşewatî kambaxî bû.
Ji wan kesên min ew guhdar kirin yek jî Mela Resûl bû. Li gor Mela Resûl, Xweda demekê nifirên Nebî Yûnis qebûl kiriye û xezeb bi ser gelê “Ad” û “Ûd” de barandiye. Ji wê rojê ve tu caran bihar nehatiye vê herêmê û timî di nav tozê de hiştiye. Eger mirov bi awayekî metafizîkî fikirîba ew jî mafdar bû. Ji lewra li wê deverê ne giha, ne dar, ne av, ne jî çivîkek peyda dibû. Tenê toz, toz û toz…
Bajarê Difire ji çar taxan pêk dihat. Li gorî lewhaya li ber deriyê bajêr hatiye daliqandin, hejmara wan li ser 15 hezaran bû. Dewlemendiya hemûyan mîna hev bû. Jixwe felsefeya diparastin jiyana komunal bû. Li her taxekê muslixek avê hebû û rêza mirovan a li ber muslixê dirêj dibû.
Germahî, dûpişk, toz û babelîskê deyne aliyekî çima ew qas gel xizan bibû? Mijara herî girîng ew bû. Te ji kê re bigota, “Çima wisa ye?” keserek dikişand, ji ber ew warê wan ê

50

nehemîn bû. Bihêrê, Etrûş, Nînova, Geliyê Qiyametê û hwd. tişta ku ji wan neh waran anîn, barê li ser pişta wan û çend zarokên pêxas bûn. Tim bi darê zorê dihatin qewitandin. Ji wan re digotin: “Ev cîhan ji we re teng e. Divê hûn biçin gerstêrkeke din.” Pîrozê digot: “Dema me ji warê dawî bar kir, ez ducanî bûm û ji ber wê jî Evdî mala me li çêleka zer bar kir. Piştî me ji xwe re tu war nedît, çi dewletan em di nav erdnîgariya xwe de qebûl nekirin, rêya me dirêj bû. Piştî rê dirêj bû, em neçar man ku çêleka zer ji bo zarokan û gel ser jê bikin. Barê ji çêlekê mabû jî ji bo nekeve destê wî dijminê zalim, Evdî şewitand. Piştî goştê çêlekê jî nebû bersiv û em negihiştin vî warî, êdî me dest bi xwarina giya û berûyan kir, heya em gihiştin vir. Ji ber zehmetiyên me di rê de dîtin, niha ev der ji bo me bihuşt e.”
     Bîr û bawerî, şeref û rûmeta wan bibû serweta wan. Ji bo wan tiştan her tiştên xwe feda kiribûn. Bibûn koçber û penaber. Baweriya wan bi Serok û partiya wan dihat. Ji ber vê jî hemû, cangorî û fedayiyên doz û Serokatiya xwe bûn.
Ev gel hemû ji ber bêrûmetî, koletî, nokerî cehştî, cerdevanî û hevkariya dewleta dagirker a Tirk nepejirandibû salên 1992-93-94’an ji warên xwe hatibûn qewitandin. Ji welatê xwe bar kiribûn û êdî bibûn penaber. Ev gel herî kêm 2 hezar kîlometreyan carinan birçî, carinan têr, carinan pêxas û tazî rê hatibûn. Wî gelî di navbera şeş salan de neh war ji neçarî guhertibûn. Lê tevî ew qas zor û zehmetiyan jî tenê tiştekî ew êşandibûn. Ew qewitandina wan a dawî ji aliyê PDK’a di bin fermandariya Mesûd Barzanî de bû. Êşa wan a 6 salan hatibû jibîrkirin, lê tu kesî talankirina dawî ji bîr nekir. Ji ber ku ji aliyê wan kesên sala 1970’î bibûn pêşmerge û digotin, em ê gelê Kurd azad bikin ve hatibûn talankirin û qewitandin. Kesên wek mamê Emer, dayika Eyşê parî ji devê zarokên xwe kêm kiribûn ji bo azadiya gelê Kurd kiribûn devê wan pêşmergeyan. Heman kesan di salên 1989’an de zarokên wan

51

pêşmergeyan yên ji ber fermana Saddam reviyan hembêz kiribûn û ew di nav livînên zarokên xwe de bi cih kiribûn
Mixabin ev gel ji aliyê PDK’a îro ya Deriyê Sêmalka li ser gelê Kurd ê Rojava girtiye û dibêje li Rojava şoreş tune ye, hatibû qewitandin. Nexasim berê wan dabû celadê gelê Kurd Saddam Husên. Celadê di şeş deqeyan de şeş hezar Kurd li Helepçe qetil kir. Celadê ku fetha Enfalê dabû. PDK’ê ji wan re gotibû, “Hûn di Kurdistana min de najîn” û ew avêtibû ber pencê qatilê 10 hezar Kurdan.
Belê ew gel bû. Gelê di navbera salên 1992-93-94’an ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker hatin Başûrê Kurdistanê. Ev gel ji bo nebe cehş, xwefiroş, bêrûmet, hevkar û cerdevan bibû penaber û koçî Başûr kiribû. Qonaxa wan a dawî bibû ew çolistana ji sala 1955’an ve berf lê ne barî bû û ji aliyê Xweda ve hatibû lanetkirin. Jixwe li gorî ku hevalên wir digotin, Saddam ew gel ji bo ceribandinekê li vir bi cih dike. Çawa kîmyasala xwe, cehştiya xwe li ser gelê Kurd diceriband, niha jî gelê serhildêr ji bo tehemûlkirinê diceriband. Gotibû, “Berê xwe bidinê, ka mirov dikare, di germa havînê di bin pileya 60’î de bijî. Heke heta havînê hemû nemirin, payîzê avê û ceyranê bibin wir.” Ango şêniyên Bajarê Difire ji Xweda re kiribû reqîb. Gelê serhildêr ev ezmûn jî derbas kiribû û jiyana xwe hêdî hêdî dikir rê.
Dema min roja 28’an xatir ji “Bajarê Difire” ango bi navê xwe yê îro ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xwest qetek canê min li cem wan zarokên pêxas, Apê Emer, Dayê Eyşê, Seîdê Asê û hwd. ma…

 

 

 

 

 

 

52

Bexçeyên Hewsel û Adenê

     Bi rastî dema mirov hinek pirtûkên dîrokî dixwîne û welatê xwe Kurdistan têde dibîne, wek gelek kesên xwediyê wî welatî mirov kêfxweşî û xemgîniyê bi hev re dijî. Sedema kêfxweşiyê, ji ber mirov kesek Kurd û heya îro li ser vê erdnîgariyê jiyaye. Sedema xemgîniyê jî ji bo heta îro qîmetê vî welatî nehatiye zanîn û mirov çareserî di welatê xelkê de dîtiye. Ji ber xwedîderneketina me jî welatê qedîm tim bûye mêtingeh û stewla hespên dagirkeran.
Ji wan pirtûkên ku qala Kurdistanê dikin, yek jî Tewrata pîroz a dîroka wê diçe 3 hezar salan e. Welatê ku wek cennet tê binavkirin, di pirtûka pîroz de wiha tê pênasekirin. “Û Reb (Xweda) ji axa erdê zilam çêkir, di difna wî re nefesa heyatê pif kir û zilam bû giyanewerê jîndar. Reb li Adenê bexçeyek jêre çêkir. Û zilamê çêkir xist wir. Û ji bo avdana bexçe jî li Adenê çemek derxist û ew çem kir çar şax. Navê çemê yekê Pîşon e. Pîşon li dora welatê Havîla ku çavkaniyên xwe yên zêr hene digere. Navê çemê duyemîn Gîhon e. Ev çem li seranserê sînorê Kûşê diherike. Navê çemê sêyemîn Dîcle ye. Ev çem ji Rojhilatê Asûr diherike. Navê çemê çaremîn jî Firat e. (Bab-2 Tekwîn Tewrat. R.b.)”
     Di vê pirtûkê de ji bilî van gotinan, ne li vê dinyayê ne jî li dinyayek din qala tu cennetan nayê kirin. Ango bi kurtasî cennet ev e ku ya îro ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin û di nav xwe de parve kirine. Cenneta ku tê qalkirin, Kurdistan bi xwe ye. Ev tez (warê mirovê ewil) heman demê ji aliyê arkeolog, zimanzan û dîroknasên wek S. Soleckî, Nûah Kramer û Gordon Childe ve jî gelek caran hatiye ziman. Li gorî pirtûkên wan kesên zana, Kurdistanê di her sê serdemên paleolîtîk, mezolîtîk û neolîtîk de malovanî ji mirovan re kiriye.
Lê mixabin welat û bexçeyên mirovên ewil, roja îro jî ji aliyê mêtinger û mirovên hov ve bûne mêtingeh û dojeh.

53

     Bexçeyê Adenê yan jî Kurdistan ew qasî bûye mêtingeh ku êdî naxwazin darek û giyanewerek jî lê bijî. Dewleta Tirk a dagirker ev bi sedê salan e çawa li ser gelê vê cennetê polîtîkayên qirkirina fizîkî û çandî pêk tîne, heman demê li ser erdnîgariya wê jî van polîtîkayan pêk tîne. Dewleta ku wek toqa lanetê sala 1071’ê ket vê erdnîgariya cennetê û tim talan kir, îro li Amedê jî hewl dide Bexçeyên Hewselê tune bike. Dewleta dijminê xwezayê tê nasîn di roja me de hewl dide, bi polîtîkayên tunekirinê, Bexçeyên Adenê (Hewsel) ên 8 hezar sal in li Çemê Dîcleyê ruh û giyan dane Kurdistana warê mirovê ewil ji holê rake. Dewleta ji geliyê Mûnzûr û Heskîfê bi çêkirina bendav û HES’an xwest xwezaya Bexçeyên Adenê wêran bike, di roja me ya îro de çavên xwe berdaye çend darên Bexçeyên Hewselê.
Baş e gelo vê erdnîgariya qedîm ew heq kiriye? Bêguman wê her kes bêje, “Na.” Ji lewra dema Xweda ev Bexçeyê Adenê çêkir, em mirov jî wek berpirsyar û parêzvan danîn ber vî bexçeyî û tembîh li me kir. Heke mirov ne nankor û şîrheram be, wê xiyanetê li bexçeyê Xweda bike? Lê mixabin di roja me de dest ji parastinê berde, me ew bexçe pêşkêşî mêtinkar û dagirkeran kiriye. Bila çi kes xwe aciz neke û nebêje, “Ez vî bexçeyî ji dagirkeran diparêzim.” Ji ber nîvê xwediyên vî bexçeyî ji derveyî bexçe (Kurdistanê) dijîn. Ango bêxwedî hiştine û çûne bûne parsekên ber deriyê xelkê. Ji yên mane jî nivî cehş û hevkar in.
Têkildarî mijarê, gotina zanayê çermsor a “Dema we rûbarê dawî ziwa kir, dar û celaba dawî tune kir, hûn ê wê demê zanibin ku pere êdî bi kêrî çi karî nayê” hat bîra min.
Mirov bi rastî bêje, em hemûyan jî li pêşiya xwe dibînin. Lê belê, pergala kapîtalîst zîhniyeteke wer a “min çi jê ye” kiriye serê me ku em êdî nikarin dengê xwe li wan derxin. Heke welatê me yekem car ji bo mirovan hembêza xwe vekir, yekem car çandînî hat kirin û tov li erda xwe çand, yekem car gund lê hatin avakirin û pêşengî ji hemû şaristaniyan re kir, îro

54

ji aliyê mêtingeran ve bûbe qada mêtingehê, ez jî wek kesek Kurd sûcdar im. Ji ber vê yekê bila tu kes xwe ji vê talan û dagirkeriyê bêpar nehêle û xwe mafdar dernexîne. Ji ber ku kesên çavên xwe ji talanê re bigirin û ji bo jiyanek aramtir ji Kurdistanê koçî bajarên Tirkiyeyê û Ewropayê dikin, hevparên vê talanê ne. Heke me jiyana xwe di ser jiyana bizina kovî ya çiyayê Cûdî, masiyê çemê Dîcle û Firatê, çivîka li ser dara bexçeyê Hewselê re nedîtiba, me Kurdistan di destên dagirkeran de nedihişt, ji bo jiyanek aramtir me berê xwe nedida bajarên xelkê. Ji ber vê yekê hêviya min ji nifşê nû heye ku wek me nekin, li Bexçeyê Adenê yan jî Kurdistanê xwedî derkevin!..

 

 

 

 

 

 

 

55

 

 

 

 

 

 

Dibeşişin çavên şevê
Di nav tenêtiya welatê min de
Hûn bûn hevalno
Dengê evîna bêhidûd
Sondxwariyê azadiyê bûn hûn
Bi hawar û ocaxa welatê min ve tên hûn

 

 

 

 

 

 

56

Nexweşiya Erkên Desthilatdariyê

      Serok Apo hê di destpêka PKK’ê de hişyariya vê nexweşiya desthilatdariyê kir û xwest kadroyên tevgerê bi vê nexweşiyê nekevin. Serokatî şîroveyên xwe yên di salên 90’î de jî dianî ziman ku eger kadroyên PKK’ê bi van tiştên sûnî ve mijûl nebin wê karibin ji bo gelê Kurd û hemû hêzên azadîxwaz bibin bersiv. Hin kadroyên PKK’ê hê di destpêkê de bi vê nexweşiyê ketibûn û li şûna mezin bifikirin ji xwe re dinyayek biçûk ava kiribûn, xwe pê xwedî kiribûn. Her çi qas gelek caran ev hişyarî hatibe kirin jî heya komploya navneteweyî çû. Ango mirov dikare bêje komploya navneteweyî -hinek tedbîr hatibin girtin jî têrê nekir-, ji vî damarî hêz girt û gihişt encamê. Her çi qasî di pêvajoya 2004’an de hatibe paqijkirin jî gelek texrîbat bi xwe re anî û gelek wext xwar.
Nexweşiya ku salên 90’î li qada îlegal xuya kirin û gelek texrîbat bi xwe re anî niha di qada legal de dest pê kiriye. Ev bi çavekî şênber xuya dike. Eger ji niha ve pêşî lê neyê girtin, hem di wekîlan û hem jî di şaredariyan de wê derkeve pêşiya me û em ê bi dengên zêde winda bikin.
Gel bertekan nîşan dide û di bertekên xwe de mafdar e jî. Ji lewra çawa partî ne partiya berê ye û pir polîtîk bûye, gel jî îro polîtîk bûye û van xetereyan baş dibîne. Jixwe bertekên ku diyar dike jî vê nîşan dide. Lê ev hê negihiştiye asta jor. Ev dibe ku ji ber girêdana wan a bi partiyê re ye jî, dibe ku ji ber pêvajoya heyî jî be. Ji ber vê yekê bi îhtîyatî tevdigerin. Ango gel ji wan çêtir tevdigere.
Çend mînak: Hevalên ku bi salan in li Ewropayê xwe kişandine qalikê xwe bi pêvajoya nû re, hêdî hêdî dizivirin. Dema tên vir jî mafekî şaredartiyê û wekîltiyê di xwe de dibînin. Ji lewra edebiyata sirgûnê dikin û mexdûriyeta xwe nîşan didin. Heta xwe ew qas dinepixîne û dibêje, min li Ewropayê ew kiriye û ev kiriye. Lê belê gelek kesên hatine zimanê xwe jî ji bîr kirine û nikarin bi zimanê dayikê biaxivin.

57

      Ango hatine îzolekirin. Jiyanek îzole jiyane û dinyaya wan hilweşiyaye. Baş e ew di wê rewşê de dikarin xizmetê ji kê re bikin? Bi rastî eger tiştek ji Ewropayê girtibin, ser çavan bila bên, bi vî gelî re parve bikin. Ev zanebûn be, aborî be ferq nake, lê dema bê û di asta jor de mewqiyê bixwaze, bivênevê wê nakokiyê bixin serê gelê tê perçiqandin û dest ji welêt bernade.
Beşa ji girtîgehê derketiye, dibêje min berdêl daye û mafê min e. Baş e em rêzê didin ked û zoriyên te kişandine. Lê divê ev ne mewqî û meqam bin. Rast e mirovê bikeve girtîgehê kêm be jî hinekî tecrûbeyan di xwe de çêdike. Rêxistinbûn, ronakbîrî, di aliyê fikrî de potansiyeleke mezin têde çêdibe, lê belê divê ne mewqiyê, di xizmet û perwerdeya civakê de rol bilîze.
Rêveberên sendîka û saziyên nêzî me ji endamên xwe tiştekî dixwazin. Çi dibêjin? Dibêjin, “Tecrûbeyên me yên pîşesaziyê hene.” Lê belê ji demê re nabin bersiv. Hevalên ku nikarin saziyekê bi rêkûpêk bikin, wê çawa karibin civakekê bi rê ve bibin.
Wekîl û şaredariyên mewcûd ji aliyekî ve dibêjin, “Tecrûbeyên me hene û ew qoltix mane ji me re.” Bi ser de jî dibêjin, “Gelê Kurd êdî kesekî mîna me ji xwe re nabîne” Û xwe mîna lutifekê didin nîşandan. Yê şaredar dixwaze bibe wekîl, ê wekîl jî ji bo cihê xwe misoger bike pêşeroja xwe difikire. Ji bo careke din tiştekî mezintir sala xwe temam dikin.
Lê belê, divê neyê jibîrkirin ku me çi bi dest xistiye û ev şerê qoltix çi ye? Çi hatiye bidestxistin ku hûn vê li gel dikin? Eyb e.

 

 

 

 

58

Me Efû Bike Jina Azad

     “Bi rojan e rayedarên Tirk bi rêya çapemeniyê li ser çalakiya vê hevalê nîqaş dikin û li dijî vê çalakiyê propagandayê dikin. Yek dibêje jinek nexweş bû. Yek dibêje, jineke derûniya wê xera bibû. Ji ber vê rewşa xwe ev çalakiya xwekujî pêk aniye. Yanî ji bo çalakiya wê reş bikin, tişta ji destê wan tê dikin. Li gorî wan çalakiyeke bêplan, bêarmanc e. Lê belê ez dibêjim, ev çalakiyek fedayî ye. Her çi qasî hevalek nû be jî vê hevalê xwestiye peyamekê bide hinek kesan. Ji ber vê jî ez vê çalakiyê wek terzek nû, peyamek nû û hêja dibînim.
     Kî çi dibêje bila bêje, ez dibêjim vê hevalê her tişt fikiriye û wisa ew çalakî pêk aniye. Vê hevalê xwestiye bi vê çalakiyê du peyaman bide du aliyan. Yek li hember kesên xwestin li Sûrî komployê pêk bînin e. Ya din jî ji bo kadroyên me yên ber bi tesfiyebûnê ve diçin. Yanî xwestiye her du aliyan hişyar bike.
     Ez niha jî matmayî mame, vê hevalê çawa di demek ew qas kurt de min û partî ew qasî nas kiriye. Û li ser min ponijiye. Ji lewra li gorî nameya ji bo min nivîsandiye, ez nedîtime û hê saleke tevlî nav refên gerîla bûye. Lê belê bi qasî hevaleke ku 20-25 salan di nav partiyê de maye li ser min û partiyê kûr fikiriye û ponijiye. Ev jî dide xuyakirin ku bê hevalek çi qasî hêja ye. Ji ber vê hêjabûn û keda wê niha jî kûr kûr difikirim, em ê çawa ji bo wê bibin bersiv û heqê wê li ser xwe rakin. An jî em ê bi çi awayî xwe pê bidin efûkirin.
     Berê xwe bidin terzê çalakiya wê û terzên çalakiyên xwe. Çi qas cudabûn di navberê de hene. Hevala Zîlan ev çalakî di her alî de nirxandiye û pêk aniye. Sê rojan beriya çalakiyê xwe di aliyê bîrdozî, rêxistinî û derûnî de amade kiriye. Baş e hûn çawa xwe ji bo çalakiyan amade dikin û diçin çalakiyan. Dema jiyana we dikeve xetereyê, hêviyên we şikestin, di aliyê derûnî de hilweşiyan, an jî dema we rêxistin ji her alî di aliyê bîrdozî, polîtîk û rêxistinî de tune kir, hûn ê întîharwarî biçin çalakiyê.

59

     Jixwe wê çalakiyên we jî mîna amadekariyên we bin. Yanî bêarmanc û bêencam in.
     Piştî ku mirov berê xwe dide terzê çalakiya hevala Zîlan, mirov nû dizane ku çima rayedarên Tirk ew qasî dij-propagandaya vê hevalê û çalakiya wê dikin. Ev heval sê roj û sê şevan bi awayekî xwe dike rewşeke ducanî, li Dêrsimê digere û keşfa çalakiyê dike. Li qada ku wê çalakiyê pêk bîne, ji ewlekariyê çûk nikare bê lêgerîn derbas bibe. Lê li ser ew qasî lêgerîn û ewlekariyê re xwe bi awayekî digihîne Qada Komarê û çalakiya xwe pêk tîne. Helbet em çalakiyên bi vî rengî û xwekujî napejirînin, ew cuda ye, lê ev çalakî ne çalakiyeke xwekujî ye. Ev çalakî peyamek e!…
     Rast e Serokê min! Ev çalakî ne xwekujî bû û peyamek bû. Te wek hemû mijaran ev mijar jî bi kitekit û bêkêmasî nirxandiye û baş aniye ziman. Mirov dibêje qey hevala Zîlan beriya biçe çalakiyê her tişt bi te re, bi kitekit parve kiriye û çûye çalakiyê. Her çi qas ez şahidekî zindî yê vê bûyerê bim jî ez nikarim bi qasî te vê çalakiya pîroz analîz bikim û ew roj min çawa dît bînim ziman. Lê belê tu dîsa destûrê bide şagirtek xwe, bila vê çalakiya pîroz û sekna fermandara te ya hêja ya wê rojê ji te re û şagirtên te re bîne ziman. Ji bo tu û şagirtên te bizanin bê çalakî çawa pêk hat û sekna fêrdara te ya wê rojê çawa bû.
     Ew 14 meh bûn, min li warê Seyîd Riza, Elî Şêr û fermandara te û paşê jî ya me, leşkertiya dijminê xwe dikir. Rast e! We û şagirtên te xelet fêm nekirine! Dibe ku ew hevok li ber guhên hin kesan sosret bin, lê ev rastiyeke me ya Kurdên Bakur ên wê demê ye. Em jî weke hinek gelan evîndarên dijminên xwe ne. Li Bakurê Kurdistanê çi qas ciwan ji bo şoreşa Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azad, ew qas jî diçin leşkertiya dijminê xwe. Yanî di malbatê de xwişk û birayek ji bo şoreşê diçe çiyê, birayê li malê wek tiştekî asayî diçe leşkeriya dijmin û bi ser de jî çekê dide ser milê xwe û diçe şerê xwişk û birayên xwe…

60

     Sed heyf û mixabin ku ez jî yek ji wan kesan bûm. Nexasim leşkeriya li Kurdistan û Dêrsimê. Dibe ku dijminê min çek nedabe min û ez neşandibim qada şer û operasyonan. Lê ev ne ji mêrxasiya min ji rewşa malbata min a welatparêz û şoreşger bû. Ji ber xwendekariya min, ez vê carê kiribûm çawîş û bandocî.
     Ji ber dema li dibistanê, min di taximê bando de cih girtibû, li leşkeriyê ez kirim bandocî. Dibe ku dengê guleyan pir kêm dihat guhê min, lê dengê dahol û trampetan ji ya guleyan xerabtir derûniya min xera dikir.
     Bi demê re êdî ez bibûm pispor û şefê wê taximê bandoyê. Ji ber vê jî min rojên girîng û cejnan di rojnivîsa xwe de li gorî dîroka wan qeyd kiribû û min hemû dişopandin. Li gorî bernameyê cejnek girîng li pêşiya me bû. Mirov rast bêje ne cejnek pîroz û wisa girîng bû. Lê ji bo Komara Tirk gelekî girîng xuya dikir. Ji lewra li gorî wan 30’ê Hezîrana 1996’an 67’emîn salvegera rizgariya Dêrsimê ji destê dijmin yanî rizgariya ji destê Rûsan bû. Ji ber girîngiya wê rojê ew hefteyek bû, me wek taximê bandoyê provayên taybet dikir. Amadekariyên me hemû li ser merasîma cejnê derbas dibûn. Helbet me wê demê nedizanî jinek Kurd jî amadekariyên xwe li gorî xwe çêkirine û maye li benda xêrhatina me.
     Êdî ew roj ji bo me her du aliyan girîng bû. Gotinek heye, “Tirs nikare pêşiya ecel bigire.” Ya me jî wisa bû. 30’ê Hezîrana 1996’an saet 17.00’an ez li pêşiya bandoyê û leşkerên tabûrê bi cilên cejnê yên taybet li pey min û taximê bandoyê, em ketin Qada Komarê ya Dêrsimê. Li gorî bernameya hatibû çêkirin, me yê wek leşker herî dawî hunera Artêşa Tirk nîşanî gel kiriba. Em ê li ber protokolê, peykerê Ataturk û girseyê re derbas bibana û silav daba gel û protokolê. Bi kurtasî me yê hunera xwe yanî artêşa bi nav û deng nîşanî wan daba.

61

     Êdî dor gihiştibû me artêşa bi nav û deng. Artêşa Oremarê, artêşa Bezelê û şerê Zapê (!) Lê, li wir tişta ku herî zêde bala min kişand, ciwanek serê her çend deqeyan di bin navê boyaxkirina solan de dihat nav me leşkeran. Digot, “Ez ê sola we bêpere boyax bikim.” Dema ji nav me leşkeran derdiket, yekser diçû nav girseyê. Helbet me wê demê nizanîbû ew kes hevalê şehîd Zîlan e û şehîd Zîlan di nav girseyê de li benda nêçîra xwe ye, ka çi demê wê ber bi wê bê.
     Êdî dor gihiştibû me û em ketibûn rêya ber bi mirinê. Ez 5 metreyan li pêşiya taximê bandoyê, tabûra leşkerî jî 5 metreyan li pey taximê bandoyê, bi merasîm em ketibûn rê, ber bi protokol û girseyê ve dimeşiyan. Û ji ber darê bandoyê di destê min de bû, ez li pêşiyê ji leşkeran azadtir li dora xwe dinihêrim. Ez wî darî li gorî rîtma muzîkê û meşa leşkeran çep rast, jor jêr dibim û tînim. Ev jî dibe sedema ez karibim li her alî binihêrim. Jixwe yek ji peywira min jî ew bû. Dema em hatin pêşberî gel, min hewl da darê bandoyê bidim aliyê gel da ku bala leşkeran bidim wî alî û ew jî gel silav bikin.
     Bando sirûda ‘Em leşkerên bi nav û deng in’, lê dixe û em ber bi nêçîrvana xwe ve diçin. Ji nişka ve jinek di dirûvekî ducanî de her du çengên xwe mîna teyrek baz vekiribûn û ber bi leşkeran ve hat. Êdî di navbera min û wê jina pîroz de du metre mabûn û ji min bihurî. Bi rastî ji ber dengê daholan û trampetan min baş nezanî çi ji devê wê yê pîroz derdikeve. Lê ez ne şaş bim destpêkê got, “Yavrûm (ewladê min).” Ji lewra ev gotin bû sedema pêşîvekirina wê ya ewlekariyê. Piştî ku ewlekariyê pêşî lê negirt, di serê min de du tişt derbas bûn. Yek agahiya dewletê ji vê jinê heye û dixwazin hestbaziyê bikin. Ji lewra berê kesên wek Nene Xatûn a li ser pişta xwe guleya topê dianî eniya şer nîşanî me didan û dixwestin hestbaziyê bikin.

62

     Ya duyemîn jî min got dayikek kurê wê leşker e, ji kerba kurê xwe re wê bê me hembêz bike.
     Dema mirov di vî alî de lê dinihêrî digot qey organîzekirî ye. Ew qasî bi profesyonelî tevdigeriya ku mirov şaş dima. Ewlekariyê ew negirt, kameraman dîmenê wê dikişand û bi ser de jî weke biçe govendê tevdigeriya. Kî li şûna min bûya wê ev tişt fikirîba. Jixwe piştî min sola wê ya spor û kablo dîtin, min got qey kabloyên mîkrofonê ne û teqez karê dewletê ye. Ji ber ku em taximê pêşiyê yanî yê bandoyê ji neh kesan pêk dihatin, carekê jî li me nesekinî û mîna teyrek baz ket nav leşkerên zêde.
     Dema ket nav leşkeran êdî qad ji deng û cesedan bû wek roja mehşerê. Ji bo teqîn di nav leşkeran de pêk hat zêde bandor li taximê me yê bandoyê nekir. Lê ji tabûra me 22 leşker hatin kuştin. Ez jî di nav de bi dehan birîndar çêbûn. Lê wek hemû çalakiyên îro li Kurdistanê pêk tên, wê rojê ji 22 leşkeran tenê 8 kuştî nîşan dan.
     Bi rastî bêjim Serokê min, weke te anî ziman ne gengaz e mirov bi çend hevokan wê jina pîroz û çalakiya wê bîne ziman. Lê belê ez niha nû dizanim ku te çima ew pakrewan ji bo xwe wek fermandar hilbijartiye. Piştî ez dimenên wê rojê tînim ber çavên xwe û sekna wê xwedawendayê dibînim, ez baş têdigihêjim ku te çima got, “Zîlan Xwedawend e.” Me efû bike jina azad…

 

 

 

 

 

63

 

 

 

 

 

Dibe ku em qet nebînin
Mîna yên beriya me
Azadiya
Em di oxira wê de şer dikin,
Dikevin zindanan
Lê em dizanin ku
Wê bi me re di siberojan de bikenin
Zarokên welatê me

 

 

 

 

 

 

64

Gelê Çiyayî

     Pêkhateyên di nav dîrok û demê de pêk hatin, bi guhertin û veguhertinên xwezayî gihiştine roja îro. Pêkhateyên ji demê qutbûyî nîn in û hemû jî berhemên demê ne. Pêkhateyên ne gihiştine roja me ya îro yan nikarîbûn li hember şert û mercên xwezayê li ber xwe bidin û tune bûne, yan jî ji ber bêparastinin ji aliyê celebek din ve hatine tunekirin. Ji ber vê yekê diyardeya wek parastin an jî xweparastinê tê binavkirin, ji bo her giyanewer û celebî pir girîng e. Hemû celeb û giyanewerên cure û rehên wan gihiştine roja me ya îro ev pergala xweparastinê bi kar anîne.
Di cîhana zindî û giyaneweran de her cure û celeb li gorî şert û mercên xwezayê xwedî pergaleke parastinê ne. Kengî ew pergala wî têk çû yan wê ji xwebûna xwe dûr bikeve û veguhere hêmaneke din, an jî wê ji zindiyên din re bibe xwarin û tune bibe. Ev tişt heman demê ji bo mirovan jî derbasdar e. Çawa gul û jojî bi striyên xwe, xwe gihandine roja me ya îro, celebê mirovan jî li hember şert û mercên xwezayê û celebên din carinan wek klan carinan wek gel û netewe li daristan, şikeft, çiya û avahiyan hebûna xwe berdewam kirine. Ji ber ku Hîlala Zêrîn wek dergûşa mirovan û şaristaniyan tê zanîn, gelên ku gihiştine îro jî parastin û jiyana xwe li qûntarên rêzeçiyayên Toros û Zagrosan Hîlala Zêrîn (Mezopotamya) berdewam kirine. Rêzeçiyayên ji Torosan dest pê dikin û heta digihêjin Zagrosan berî niha bi 15 milyon sal di nav parzemîna Asya û Afrîkayê de bilind bûne û berî niha deh hezar salan jî ji bo celebê mirovan bûne war û stargeh.

 

 

65

     Li gorî erdnas û zanyarên gerstêrka me berî niha 150 milyon sal “pangeya” ye. Ango hê nebûye ev qas parzemîn û girav. Ev gerstêrka weke libek hêk û yek qet, bi erdhêjeke tund hejiyaye û ji hev çûye. Gerstêrka bi erdhejê re bûye parçe parçe, gelek girav û parzemîn bi ger û peresîna cîhanê re bi ya li rex xwe re bi tundî li hev ketine. Ji ber van lihevketinên tund, her yekê di cihê xwe de bi lihevketina xwe re gir û çiya çêkirine. Ev gir û çiyayên berî niha bi 15 milyon sal di navbera her du parzemînan de asê mane, bi demê re her ku çûye bilind bûne û gihiştine roja me ya îro.
Lihevketina parzemîna “Avrasya û Afrîka” ya îro berî niha 15 milyon sal dest pê kiriye ji rêzeçiyayên Toros û Zagrosan di nav platoyên xwe yên tektonîk de bilind kiriye û ji bo celebên mirovan bûne dergûş, stargeh û war. Ev stargehên em qala wan dikin û piraniya mirovan di serdemên qeşayî de parastin û gihandin roja îro, di roja me di nav mîkro tebeqeya parzemîna Afrîka û di nav mîkro platoya parzemîna Avrasyayê de her ku diçe tengav dibe û her sal weke gelê li ser dijî bilind dibe.
Li gorî lêkolînên dîrokzan û arkeologan gelê ku îro navê Kurd wergirtiye B.Z. 10-12 hezar sal û pê ve wek berhema çanda Şoreşa Neolîtîkê li qûntarên çiyarêzên Toros û Zagrosan derketine ser dika dîrokê. Ji wê demê û pê ve weke gelekî serhildêr hatiye naskirin û bi navên Hûrî, Gotî, Kurtî, Karda, Kardûk, Kurtuh, Kurtî, Med, Ekrad, Kurd û hwd. bi çiyayan hatine naskirin. Jixwe weke tê zanîn serdemên berê, klan, qebîle û gel, bi erdnîgarî û terzê jiyana xwe dihatin binavkirin û nasîn.
Di dîrokê de jiyana gelê Kurd ew qasî bi van çiyayan ve hatiye girêdan ku mirov dibêje qey Xweda bi taybetî ji bo stargeha wan afirandine. Ji lewra yên gelê Kurd li hember zilma Akad, Asûr, Makedon, Ereb, Fars, Tirk û hemû qirkirinan parastin û heya îro anîn ev çiyayên pîroz in. Mirov tenê berê xwe bide helbestek berî niha 4-5 hezar sal a der barê gelê

66

     Kurd de li bajarê Nîpûr li ser kevalekê hatiye nivîsandin, di sedsala 20’an de ji aliyê arkeologan ve hatiye derxistin û şîrovekirin, mirov wê zanibe gelê Kurd çi qasî di van çiyayan de li ber xwe daye û dagirkeran êrîş birine ser wan.
Helbesta berî niha bi hezar salan hatiye nivîsandin wiha ye:
“Piştî wî bavan da vekirin, piştî wî bavan da vekirin
Piştî bavan li hember Babê Kur hat vekirin
Piştî Enkî li hember Kur’a bavan vekir
Kur’a (çiyayiyan) kevirên biçûk avêtin qral
Paşê jî kevirên gir avêtin Enkî
Kevirên diavêtin weke destan biçûk bûn
Kevirên wan ên gir
Weke ‘kevirên qamişî’ (beravêj) reqs dikirin.”

Bi rastî jî li vê erdnîgariyê kevneşopî kêm tên guhertin. Her çi qasî di ser serdema Sumeran re bi hezaran sal derbas bûbe jî ne nêrîna desthilatdar û qralên zalim a li ser gelê çiyayî (Kurdan) hatiye guhertin, ne jî gelê çiyayî û humbabayên hemdem serî li hember zilma wan desthilatdaran tewandiye. Tenê navên xweda-qral û polîtîkaya wan hatiye guhertin. Xweda-qralên wê demê, ji ber serhildêrî û berxwedêriya Kurdan ew weke bêdîn û hov bi nav dikirin. Îro jî ji ber heman tiştî gelê Kurd wek eşqiya û terorîst bi nav dikin. Xweda-qralên di serdema Sumeran de, Kurdê qels (Enkîdo) bi rêya jinê xist, ew kir cehş û hevkar. Di sedsala 21’emîn de jî bi polîtîkayên din bi pereyan wan dike cehş, cerdevan, hevkar û Kurdê spî. Bêguman serhildêriya Humbaba, Zerdeşt û Kawayê Hesinkarê çiyayî dane destpêkirin, bi demê re bi hezaran Humbaba, Zerdeşt û Kawayê Hemdem dewam kirine. Serî li hember zilma Gilgamêş, Sargon, Dehaqên Hemdem netewandine.
Her çi qasî hêzên desthilatdar di dîroka dewlet neteweyan û bi avakirina komara faşîst re xwestibin yek car gelê çiyayî bi

67

çend planên qirêj ên wek “Plana Islahata Şerqê û Qanûna Îskanê” ji çiyayan bînin xwarê, di nav gelê Tirk de asîmîle bikin û tune bikin jî, Rêber Apo û şervanên azadiyê 27’ê Mijdara 1978’an xweziyên wan di qirika wan de hiştin. Bi derketina şervanên azadiyê re careke din çiyayên pîroz gihiştin gelê xwe yê serhildêr. Li çiyayên wan ên ji ber serhildanên hatibûn pelçiqandin, ji dengê bilbil û stranan mehrûm mabûn, ji nû ve govenda Kurdî hat gerandin. Çiyayên êdî bêdengî li ser wan  serwer bibûn, bi dengê piyên şervanên azadiyê û çivîkan deng vedidan. Li şûna girî û rondikên çavên dayikan, êdî dengê tilîlî, kanî û rûbarên newalên çiyayan dihat. Wan av û rûbaran jî ji nû ve hêviyên hişk bibûn şîn dikirin.
Em jî weke parêzvanên wan çiyayên pîroz ên gelê Kurd, li hember zilma desthilatdaran parastin û gihandin roja îro, soz didin hemû şehîdên şoreşê û afirînerên roja pîroz Rêber Apo, em ê girêdayî bîranîna wan bin.

 

 

 

 

 

 

 

68

Helbest

“Dilê min ji derdê te her tim xemgîn e
Balîfa min kevir doşeka min zemîn e
Sûcê min ev e ku min ji te hez kiriye
Ma her kesa/ê ji te hez dike dilbixwîn e

(Aşiq e, lê tu caran nezewiciye) (Fatma Loristanî)”

“Ez ustadê zimanê pehlewî me
Ji kitêba evînê re mester im
Ey Xweda eşqa tahir bênîşan e
Ku ji eşqa seneman bê pî û ser im

(Pehlewî maka zimanê Kurdî ye)”

“Delal her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xafil gav biavêjî û
Bi mijangên min biêşin piyên te”

“Eger dil dilber be naxwe dilber kî ye
Ger dilber dil be navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlîhev dibînim
Nizanim dil kî ye dilber kî ye”

69

        “Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bêdest û pa me biçim cem kê
Hema min biqewitînin têm cem te
Eger ji cem te bêm qewitandin biçim cem kê”

 

 

 

 

     “Soza tê dayîn neyê bicihanîn li ku be jî kesayeta mirov mehf dike. Kesê dikeve vê rewşê jî êdî baweriyê nade civakê û hevalên xwe.”

 Mehmet Tunç

 

 

 

 

 

70

Çend Rexne li ser Xwerexnekirina me

     Li gorî şahidî û çavdêriyên me, tevgera PKK’ê ne tenê rastiyek jiyana Kurdan e, heman demê hem dîrokek zindî hem felsefeyek civakî hem jî çîrokek bêdawî ye. Bêguman heya gihişt vê astê ew qas ked û berdêl jî hatin dayîn. Lê belê ya PKK ji rêxistinên din cuda kir, mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê ye. Eger îro di aliyê jiyana Kurdistanê de şopeke PKK’ê hebe, eger gelê Kurd ew qasî girêdayî PKK’ê ye û her roj dirûşma, “PKK gel e, gel li vir e” berz dike, eger PKK’ê xwe ji hemû rêxistinên klasîk bi rêya guhertin û veguhertinê rizgar kiribe û gihiştibe vê astê; bingeha serketina mezin e û piranî jî mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê ye. Lewma rexne û xwerexnekirin çeka rêxistinê ya herî girîng e. Rexne çi qasî nexweşiyan teşhîs bike, xwerexnekirin jî ew qasî tedawîkirina wê nexweşiyê û birînê ye. Ji ber vê yekê rêbaza herî zêde tê bikaranîn e. Lê mixabin roja îro rêgeza herî zêde tê binpêkirin û şaş tê bikaranîn e. Ev mekanîzma îro ji aliyê hinek kadroyên me ve ew qasî şaş tê bikaranîn ku êdî mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê ji cewhera wê hatiye derxistin û şeklekî din girtiye; nexasim ji aliyê kadroyên girtîgehê û yên legal ve.
Gelo ji bo çi em rast û durist nêzî rexne û xwerexnekirinê nabîn? An jî çima kêmasî û şaşiyên me yên xwerexnekirin û soza wê hatiye dayîn em dubare dikin? Ji ber ku me hinek heval ev rêgez ji xwe re kiriye wekî amûrekî erzan û êdî bûye weke xwarin û vexwarina tiştekî ji rêzê. Xwerexnekirin li cem me hinek hevalan ew qasî sivik bûye ku em dikarin, di rojekê

71

de deh caran xwerexnekirina heman tiştî bidin. Bi kurtasî dema em xwerexnekirina kêmasiyekê didin, em ne di hişmendiya wê xwerexnekirin û sozê de ne. An jî em bi zanebûn wê dikin. Ji ber vê me jî xwest em di vê nivîsê de li ser çend kêmasiyên bikaranîna xwerexnekirinê rawestin.
Xwerexnekirin çi ye, ne çi ye, di roja me de kêm zêde heval dizanin. Pênaseya wê ya herî hêsan, dîtina kêmasiyên xwe, têgihiştina wê rastiyê yan jî pejirandin û ji bo careke din neyê dubarekirin nîşandana îradeyê ye. Ango mirov bi awayekî dibêje “Heval kêmasiyên min ev in, sedema kêmasiyên min jî ev in. Ji îro û pê ve ez soz didim, kêmasî û şaşiyên xwe bi van rêbazan bidim derbaskirin û nehêlim careke din bên dubarekirin.”
     Soza ku li jor hatiye dayîn heman demê xwerexnekirin e. Ango xwerastkirin û ponijandina mirov e. Jixwe di aliyê xwerexnekirinê de çi pirsgirêkên me nîn in. Heta hinek caran em vê xwerexnekirinê ew qasî dinepixînin ku dilê yê pêşberî mirov bi mirov dişewite û dibêje: “Heval tu heqaretê li xwe dikî!” Lê belê gavên piştî xwerexnekirinê nayên avêtin. Ango hemû gotin û soz li wir dimînin. Ji ber vê mirov dikare pirsek wiha jî ji xwe bike. Gelo ev bû çend car min xwerexnekirina heman kêmasiyê da? Eger xwerexnekirin soz be, wê demê ev çi ye, ez her roj vê soza bêmane didim? Gelo xwerexnekirina bi vî awayî ne xapandin be çi ye?
Bi rastî di dîn, nav civakê û rêxistinê de jî ev gotin soz e. Ev daxuyaniya îradeyekê ye. Soza tê dayîn neyê bicihanîn li ku be jî kesayeta mirov mehf dike. Kesê dikeve vê rewşê jî êdî baweriyê nade civakê û hevalên xwe. Ango êdî cidî nayê girtin. Ev jî dibe sedema binketinê û hilweşîna kes. Lê mixabin em hinek heval ji bo heman kêmasiyê bi dehan caran xwerexnekirin û soza wê didin û piştî wê bi çend rojan jî em bi rehetî dikarin bêjin, “Biborînin hevalno min soza dayî neanî cih.” Di hemû lîteraturan de ev tê wateya, min hûn hemû xapandin. Tişta herî sosret hevalê me ku dizane hatiye

72

xapandin jî, ji bo ew rojekê wî kesî bi vî awayî bixapîne dengê xwe dernaxe. Ango bi zanebûn an jî ne bi zanebûn dibe hevkarê wê kêmasiyê û wî sûcî.
Weke me di serê nivîsê de jî anî ziman, mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê rêgezeke vê partiyê ya herî girîng e. Dema te ev mekanîzma esas negirt, te rêzik û rêgezên tevgerê binpê kirine. Dema di tevgerekê de rêzik û rêgez hatin binpêkirin jî sûcek mezin tê kirin û rêzikname ji bo wî kesî tê xebitandin. Ji ber vê dema kadroyek xwerexnekirin û soza tiştekî dide şensekî din jî ji rêxistinê dixwaze, ji bo kêmasiya kiriye sererast bike. Lê mixabin roja me ya îro hinek kadro ev mekanîzma kirine weke xweweşandina ji gunehan a Xirîstiyanan. Weke tê zanîn ev di nav Xirîstiyanan de pir bi nav û deng e. Di nav Xirîstiyanan de kesê gunehan dike diçe dêrê, hemû gunehên kiriye ji keşe re dibêje û qaşo xwe ji gunehan dide weşandin û xwe dide efûkirin. Di roja me de xwerexnekirina me ji bo hinek hevalan bûye weke wê seansa Xirîstiyanan. Ji lewra em jî weke wan piştî xwerexnekirin û sozê vedigerin kesayeta berê. Heya ku hesab ji me neyê pirsîn, xwerexnekirin êdî nayê bîra me.
Dîsa yek ji kêmasiya di aliyê xwerexnekirinê di kadroyên me de tê jiyîn ev e: Hinek hevalên me rexneyên li wan hatine kirin kêm dibînin û dibêjin, “Ez li benda hê zêdetir rexneyan bûm. Ango min hê zêdetir kêmasî kirine.” Ev çi ye? Ji bo samîmiyeta xwe bide nîşandan, ji bo hinekan bixapîne û bêje, “Berê xwe bidin min. Ez hem xwe rexne dikim, hem rexneyên we li min kirine qebûl dikim. Hem jî rexneyan kêm dibînim.” Ev jî helwesteke şaş û xapandin e. Bêguman heval jî li hember vê mutewazîtiya wî nabêjin, “Çima em hê zêdetir rexneyan li te bikin. Pêşî van sozên te dane bîne cih û bixe pratîkê, ji nû ve bêje ev rexne ji bo min kêm û sivik in.”
     Rexneyên lê hatin kirin, sivik an jî giran, ew mijareke cuda ye. Ya nakokiyan dixe serê mirov ev e ku li ser vê hinek heval radibin dibêjin, “Helal be jêre, hemû rexne qebûl kir û

73

kêm dît.” Lê belê di esasê xwe de ev ezmûnek xapandinê ye. Xwerexnekirina wî tenê ji bo wê saetê ye. Ev terz ne terzê şoreşgerekî ye. Ji ber kadroyê xwerexnekirina kêmasî û şaşiyekê bide, pêwîst e heya dawiyê li ser soza wê xwerexnekirinê bimîne.
Eger kesek di xwerexnekirinê de, xwe kêm û biçûk bike û heqaretê li xwe bike, têkildarî jiyana beriya PKK’ê em çend xisûsan diyar bikin wê bi feyde be. Berî ku PKK derkeve bav û bapîrên me, dema diçûn cem şêx, axa û desthilatdarekî weke kole û xulaman xwe ditewandin û diçûn hizûra wan. Ango xwe kêm û biçûk dikirin û rica ji wan dikirin. Bêguman ev terzê xwe biçûkkirin û kêmxistinê, bermahiyên wê demê ne yên li ser me mane. Ev terz heman demê dibe munafiqî, durûtî û oportunîstiyê. Ji ber vê ne pêwîst e, mirov ji bo xwe bi hevalekê/î bide qebûlkirin xwe ew qasî kêm û biçûk bike. Pêwîst e şerê şoreşgerekê/î timî bilind be.
Şaşiyeke din a hinek kadroyan heye; kêmasiyên xwe bi xwerexnekirine rewa dikin. Mînak hevalek di mijara tengbûn û lîberalbûnê de xwe rexne dike. Ango dibêje: “Ev terz di min de heye û divê hûn jî min wisa qebûl bikin.” Xwerexnekirina wî, ji xwerexnekirinê zêdetir perspektîf e. Ango dixwaze xwe bi van kêmasiyan bi pêkhate û rêxistinê bide qebûlkirin. Ev jî terzek şaş e. Çi ye? “Ez dikim nakim, nikarim xwe ji vî terzî xelas bikim!” Bêguman hevalên pêşberî wî jî vê mazeretê qebûl dikin. Lê paşê jî em dibêjin, “Çima em pêş nakevin” û di cih de bedenaj dikin. Sedem hemû ev kêmasî ne. Ji lewra em li çavên hevdu dinihêrin û hevdu dixapînin.
Mirov dikare bi dehan mînakên bi vî rengî bide. Rexne û xwerexnekirina bi vî awayî jî pirsgirêkê çareser nake, kûrtir dike. Gotin tenê nabe marîfet. “Ew qas kêmasiyên min hene, berê ez teng û fireh bûm…” pirsgirêkê çareser nake. Ev ji xwerexnekirinê zêdetir tê maneya ku xapandin û kêmasiyên xwe bi rêxistinê bide rewakirin. Bi kurtasî di dibistana PKK’ê de her tişt pratîk e. Ji bilî pratîkê ya din xapandin e. Ji ber vê

74

divê di navbera gotin û kirinên wê/wî de cudabûn nebin. Divê xwerexnekirinê samîmî, ji dil û can bike. An na em ê tu carî nebin hêza çareseriyê û bersiv.

Barana Hestan

     Hest, hestyarî û barana hestan…
Di nava pergala ramanên mirov de çend demsalên hestan hene. Car caran hestên mirov tûj dibin û wek baranê dibarin, li ser ramanên mirov. Car caran jî wek biharê kulîlk didin, di nava dilê ramanên mirov de.
Demsala hestên dema mirov dikeve nava dîwarên girtîgehê, dibe payîz. Hestên mirov wek barana payîzê melûl melûl dibarin ser ramanên mirov ên girtî…
Her caran ku mirov di nava çar dîwarên zindanê de dixwaze xwe bi ramanên xwe ji zindanê dûr bixe û rojên di nava azadiyê de zindî bike, barana hestan wek biharê xwe di nav ramanên azad de dipêçe û rondikên çavan tevlî barana hestan dike. Hest û rondik dibin baran… Di nava dîwarên zindanê de. Mirov çi qasî bixwaze hestên azad jî bijî, her tim hestên mirov bi zincîra stirî pêçayî ne.
Dema pêla azadiyê li hestên mirov dide jî bilindbûna dîwarên zindanê nahêle pêlên hestên azad, azad bibin…
Hestyarî her tim rêhevalê ramanên girtiyên azadiyê ne. Dema di xew de, dema şiyar, dema xwarinê dixwe, dema di nava çar dîwaran de, li vî alî û wî alî digere û dema dikeve nava xeyalên kûr, hestên wek baranê dibin heval û rêheval.
Roja ku ez hatim girtim û ez li Zindana Amedê bûm girtiyê azadiyê yê gelê qedîm û pêde, barana hestan xwe ji demsala ramanên min kêm nekiriye. Her roj, hestên min wek zaroka melûl, diltenik û xweşik bi min re mezin dibin. Her roja ku ez ji xew şiyar dibim û li dora xwe dinihêrim, her devera ku çavên min dibînin dibin qamçiya mirina azadiya min.

75

Her gava ez di nava çar dîwaran de bi sebir diavêjim, dibe gava ber bi roja azadbûna hest û ramanên min ji zindana bêziman. Kî zane piştî çend dem û demsalên din ew gav wê azad di nava civaka azad de bên avêtin. Kî zane piştî çend xewn û xeyalên din çavên min wê biharê di nava çiyayên azad de bibîne. Kî zane piştî çend şevên tarî wê rojên azad li derve bên dîtin. Ya zanînê ez nizanim, lê ya hest û ramanên min dizanin her kêlî û dem di nav xeyalê min de tê jiyîn, azadî ye. Her çi qasî ya li pêşiya we çavên we dibîne, bedena min e ya di zindanê de. Bedena min bila girtî be, di nava çar dîwarên zindanê de. Ya ji bo min girîng hest û ramanên min ên azad in. Her çi qasî li dora min dîwarên bêziman û hesinên ji xwe bawer bin jî tu hêz nikare di zindanê de hest û ramanên min ên azad bike kole û xulam.

Barana hestên min
Wek taviya barana biharê ye
Melûliya hestên min
Wek kelûgiriya zarokan e
Azadiya hestên min
Wek azadiya nava baskên kevokê ne
Strana hestên min
Wek dengê bilbilê li ser gulan e
Serbilindiya hestên min
Wek bilindiya Cûdî û Gabar e
Evîna hestên min
Wek evîna Derwêş û Edûlê ye
Dîroka hestên min
Wek dîroka roja azad e

 

 

76

8’ê Adarê

     Îro dîsa melodiya jiyanê bi deng û awazên jinê tê vegotin. Dîsa senfoniya bihara azadiyê bi destên wan tê lêxistin. Îro dîsa dîroka xwedawendiyê li ser teşiya jina jiyanhez tê reşandin.
Dîsa hest, hêvî, xem û xeyal bi rengê vînê bûn çem û herikîn qadên welatê agir û rojê. Qad sincirîn ji germahiya dilê xwedawendên hemdem. Bihar xemilî ji rengê wan ê keskesor. Êdî kulîlk bi kenê wan şîn dibin, perperîk bi tilîliyên wan sar dibin. Diwarê zilma zilamê kole bi hêrsa wan dilerizin.
Îro roja ji nû ve pênasekirina dîroka mirovahiyê ye. Îro roja destpêka raperîn û şoreşa jina xwedawend e. Îro roja şikandina zincîrên koletiyê ye û îro roja xwedîderketina li keda pîroz a jina serhildêr e.
Îro 8’ê Adarê ye û destpêka xemla bihara rengîn e. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li we tevan pîroz dikim. Dibêjim, bila hemû dem û hemû roj bibin roj û demên serketin, xweşikbûn û azadiya jinê.
Ez roja 8’ê Adarê li we û hemû jinên kedkar û şoreşger ên cîhanê pîroz dikim.

 

 

 

 

 

 

77

 

 

 

 

 

 

Em kedkarên jiyaneke tijî tijî ne
Di çiya, çem, daristan û demsalan re
Derbas dibin
Em dimeşin dimeşin
Bêsekn dimeşin
Ber bi roniya heqîqetê ve
Ber bi eşq û roja xwe ve…

 

 

 

 

78

Zarokê Çiyayan

          Ji bo Bîranîna Mazlûm Erencî
Di nav jiyanê de
Dema dergûşa ruhekî risasî dihejand
Li mûnzûran rojeke qaçax derdiket
Di hafizaya kêliyeke fîrarî de
Şîr dida xeyalên xwe
Awirên wî tûj bûn
Ji ber zarokê rastiyên
Hatibûn dawerivandin bû
Di meşeke sor de
Hê nû derketibûn simbêlên wî
Û li hember serdeman meydan dixwend
Dilê wî yê zarok
Sûcê vî bû ku
Kevir avêtibûn lewhayên şikestî yên xweda
Lê belê qîrîna wî qîrîna
Xeyalên di tûnela reş a zeman de
Mahsûr mabûn
Bihareke demgirtî ya
Di awirên bi hezn ên zarokekî
Bafiroka wî winda de
Serî rakiribû dema berbang derketibû
Bêhna azadiyê ji pora wî
Ya bi ava baranê şil bibû dihat
Wê rojê
Di gotina wî de

79

Nefesa welatekî ber bi rojê ve diherikî
Di xewna xwe de kevirên sînor şikandibû
Û hesretên xwe ber bi çiyayan ve belav kiribû
Bi zimanê gerdûnê destê xwe dabû
Taca zeman
Û bi awayekî masûm bûn destdayîna wî
Bi dengekî hêdî xwe bi evînekê ve girê dabû
Mîna zarokekî ecemiyê jiyanê
Çirûskên kenê bi tilsim
Bêrawestîn li derdorê belav dibûn
Dayika wî ew di hêvîdankê de mezin kiribû
Lê bêyî bê maçkirin çûbû
Zarokê çiyayan
Mîna çemên xwe bi lez diherikî
Û mîna Mazlûm bû zelaliya wî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

80

Hesenê Mala Mûsa

     Ji ber zimanê gelê Kurd di dîrokê de timî rastî qedexeyan hatiye û derbasî nivîsê nebûye, gelê Kurd jî şer û berxwedanên xwe, çîrok, efsane û serpêhatiyên xwe bi stranan xemilandiye û gihandiye roja îro. Dibe ku gotinek mîna, “Peyv diçe nivîs dimîne” hebe û nivîs neyê înkarkirin. Lê dema em berê xwe didin serpêhatî û efsaneyên Kurdan, ji nivîsê zêdetir, gelê me jiyana xwe li ser zimanê stranbêjan hûnandiye. Ji ber vê çîrok, efsane û sêrpêhatî li ser jiyana me Kurdan xwedî mane ne û girîng in. Her wiha çîrok, serpêhatî û efsane jan, xem, xeyal, hêvî û bendewariyên me vedibêjin. Ev yek li ser zimanê çîrokbêjan carinan bi şewata evîndarekê/î, carinan jî di nav şer û qîrîna lehengekê/î de tê bicihkirin.
Çîroka Hesenê Mala Mûsa jî çîrokek ji wan e. Xwedî dîrokek kevnar û qedîm e. Çîroka Hesenê Mala Mûsa û Hedo, ji çîrokê zêdetir bi stranî tê gotin. Çîrok li herêma Botanê rû dide. Çîroka Hesenê Mala Mûsa û Hedo efsaneya du evîndarên bêmiraz û dilbiêş e. Ji ber vê niha jî gelek evîn û evîndar hestên xwe yên evînî bi çîroka Hesenê Mala Mûsa û Hedo teswîr dikin û dilê xwe li ber rondikên ava eşqa wan dişon.
Hedo û Hesen, mîna şitla rihanê bedew û ciwan bûn. Her du kesan dil dabûn hevdu. Carekê du caran Apê Mûsa yanî bavê Hesen, diçe Hedo ji bavê wê Qaso dixwaze. Lê ji ber xizaniya malbata Hesen, Qaso naxwaze qîza xwe bide kurê Mûsa. Heta henekê xwe bi Mûsa dike û dibêje: “Tu ki yî tê Hediya dixwazî?” Lê Hediya li ser Hesenê pismamê xwe şewitiye û têkiliyên xwe jê qut nake.

81

     Li gorî ku tê gotin, Hediya soz daye, bêyî Hesen nebe hevjîna kesekî û ji malbata xwe re jî wiha dibêje: “Ey wax li min, ey wax li min. Mala Mûsa tên min dixwazin min nadin. Eger hûn min bidinê jixwe bidinê. Eger hûn min nedinê, min soz daye ez ê xwe bi Hesenê Mala Mûsa bidim revandin. Ey wax li min ey wax li min mala min…”
     Piştî van gotinan birayê Hediya Simo jî jêre dibêje, “Tu keça bavê xwe bî tê careke Hesen bibînî.” Lê Hediya evîndar e, ne gengaz e dest ji vê evînê berde. Û piştî pez dibin bêriyê soza dane hev, pêk tînin. Derwêşê Cehfo yê xulamê Qasim Axa ye, giliyê Hediya li nik Simo dike. Dibêje, “Hediya li pey Hesen çû.” Simo ku kesekî feodal e dibêje: “Çawa şivanek xwişka min birevîne” û dikeve ser şopa wan. Piştî demekê wan dibîne û tifingê dixe singa Hesen. Dixwaze wî bikuje. Hediya qîr dike û dibêje: “Hesenê Mala Mûsa ne şivan e, bilûrvan e. Tizbiya destê Hesenê Mûsa kehrîbar e. Ez ketime bextê we û Xwedê hûn ê Hesenê Mala Mûsa nekujin. Ev mêrekî bi sed mêran e…”
     Her çi qasî Hediya rica ji wan dike jî cardin Derwêşê Cehfo tiliya xwe datîne ser tetîka tifingê û gule li Hesen dikeve. Piştî Hesen birîndar dibe Hediya cardin qîr dike: “Hesen heyra qurban ji kêfa dilê min û te, çiyayan bang li çiyayan kir, biçûk û mezinên gundên me derketin çûn maziyan. Ji cem rebê îzetê ewr û tav li me geriyan. Ji asîman baran dibariya, min û Hesenê Mala Mûsa xwe avêt bin deviyan. Me ji xwe re bi evînî dest avêt kêf, henek û lakirdiyan. Hesenê Mala Mûsa nefstenik bû. Dest avêt serguliyan. Min got, Hesen rabe morî û mircanên stûyên min qetiyan. Hesen rabû, yeko yeko libo libo berhev kir û li wan geriya. Yadê yabo… Ji xareka xopan derbek ji xafil li me xistin. Simoyê Qaso û Derwêşê Cehfo bûne wekî wahşên nav deviyan. Dîtina min dît, Hesenê Mala Mûsa bû weke beranekî pezkoviyan, li ber çavên min rebenê di nav xwînê de.”

82

     Piştî Hediya, Hesen di nav xwînê de dibîne, kincên li ser xwe qet qet dike û birîna Hesen bi wan dipêçe. Lê xwîn nasekine û Hediya dîsa dilorîne: “Vê cejna qurbanê hemû qîz û xortên me çûne dîlanê. Ez û Hesenê Mala Mûsa ji xwe re rûniştibana li eywanê. Ez ê destê xwe li ser singa Hesenê Mala Mûsa bigerînim. Her du destên min, ketine ser birîna vê şeşxanê.”
     Hediya piştî birînê dibîne, dizane ku êdî Hesen nikare bizivire nav hevalan. Êdî hêdî hêdî nalîna Hesen qut dibe û serê wî ji ser çonga Hediya dikeve xwarê.
Hediya cenazeyê Hesen dikişîne şikeftê. Apê Mûsa bala xwe didiyê ku ev sê roj in Hesen xuya nake. Dikeve ser şopa Hesen û lê digere. Apê Mûsa li Hediya rast tê. Hediya dibêje, “Xêr e apo, tu li van deran çi digerî? Te çiyê xwe winda kiriye?” Apê Mûsa jî jêre dibêje: “Qîza min, ev sê şev û sê roj in, beranekî min winda ye û nayê malê. Ez li beranê xwe digerim.” Careke din qîrîn bi Hediya dikeve: “Here apo, îşev şev e şev tarî ye. Ez dizanim dilê te bi kul e pir bi xwîn e. Tu pirsa beranê xwe dikî û dibêjî, ‘Ka li ku derê ye?’ Ez beranê te nas dikim… Belê devê min bişike, çavên min birijin. Xelkê beranê te kuştiye. Eger tu dibêjî, ‘Ka beranê min li ku derê ye?’ Ez ê bêjim, ‘Beranê te vaye li vir e. Bêxwedan û bêxwedî ye…”

 

 

 

 

 

 

83

 

 

 

 

 

Ji nû ve çîroka berxwedanê tê nivîsandin
Di hişê gelekî hatiye jibîrkirin de
Li pey rojê
Ji vejînê ber bi rizgariyê
Pirek tê avakirin

 

 

 

 

 

84

Şewqa Rojê

     Em di nava şerê germ û sar de bûn û cîhana me tarî bû. Di wê roja ku dinya ronî dibû û ji tarîtiyê hêdî hêdî xelas dibû, sal zû derbas dibûn. Ji bo me Kurdan çerxa felekê çewt digeriya û dibû sedema hilweşînên dubare û beşeke jiyana me. Li Çarçira dengê Qazî Mihemed guhên min dinapirand. Û Celadet Elî dikir hawar û digot: “Neviyên Ehmedê Xanê pêdivî bi ronahî û hêviyê heye.” Apê Mûsa digot: “Vaye hat ma hûn nabînin? Ev e hêviya azadiya welat û êdî roj ji welat hiltê. Bi roja li ser şevên tarî tê roja me.”
     Rast digotin, di wê roja ku ji dayik bûyî li ser rûyê xaka pîroz, ji bo me Kurdan, cîhan û mirovahiyê, Sorxwîn, Rewşen, Bêrîtan, Bêrîvan, Sema Viyan, Nûda û Çîçekan… bi bihara rengîn şax didan. Ew bûn tîrêjên rojê bi şewqa xwe em ber bi siberojên azad ve dibirin. Hê sibe bû û her ku diçû mirov li pey siya daran diçûn. Îcar tevgerek weke gêrikan qet tebat bi wan nediket û tim dixebitîn li ser şopa şehîd û lehengên doza jiyana azad dimeşiyan.
Belê êdî her ku diçû dem ber bi bihara rengîn ve diherikî û di kanî, mêrg û rûbaran de derdiketin. Demsalê bihara navîn nîşan dida. Îcar germahiya rojê wisa dikir ku êdî ne şevên tarî, ne hilweşandinên bêdawî û ronahî tevayî dibûn zera rojê. Di nav gelan de êdî sirên nepenî û tarî mabûn jî vedibûn. Her ku diçû mirovan bêhtir germahiya roje dixwestin.
Dema tîrêjên rojê li serê çiyayên xalî û asê didan der û bi wan tîrêjên rojê re gerdûn, civaka Kurd û cîhan bû roniya agirê Newroz a Kawayên Hemdem li gel siberoja me. Di nav bexçe û bîstanên çanda Kurd de bi hezaran şaxên ciwan

 

 

 

85

derketin. Û serê xwe bilind kirin. Ber bi hênikahiya çiyayên azad ve meşiyan…
Belê êdî sir vebûn ji nav dilê mirovan. Jixwe hêviya gelan ev bûn. Bi bîrdozî, têkoşîn û berxwedana bêhempa û lehengên wêrek re bûn yek. Mîna Hakî, Xeyrî, Kemal, Mazlûm û Ferhatan. Bi dengê xwe yê zîz û bi bawerî digotin, “Vaye pisûle qadên azad nîşanî me dide… Ma ne bes e heya kengî wê bindestî û koletî dewam bike?” Ev bûn hêvî û gotin, “Berxwedan jiyan e.” Li vir ruhê Mazlûm û Egîdan gihişt hev.
Apê Mûsa îcar pişta xwe rast kir û got: “Bila dilê we rehet be. Êdî ne ji Kurdan re ji neyarên wan re wê xew nebe.” Seydayê Cîgerxwîn jî digot: “Erê bira ‘Şer şer e ma çi jin e çi mêr e.’ Roj roja me ye.”
     Sal 1949 roja 4’ê Nîsanê tavên jiyana azadiyê zîl dabûn. Weke demsala biharê tu ji dayik bû, ji hemû rengên xwezayê. Tu bû hêviya raman û rûmeta gelên azadîxwaz û bindest.
Jixwe hê di temenê zarokatiyê di giyan û hişmendiya şoreşgeriyê de xwe zelal kiribû. Belê her ku diçû hê bêhtir bi zanyarî û giyana şoreşgerî gihabû û bibû mirovekî ji her alî ve muktedîr. Lewra heta Kurd û mirovahî hebe wê roja me jî her tim germ û ronî be! Bi hêviya rojên azad em bi hev re pîroz bikin, rojbûna te pîroz be ey Serok Apo…

 

 

 

 

 

86

Însan

     Ji roja nivîs hatiye dîtin, heya roja me ya îro bi cildan nivîs li ser jîrbûn, exlaq, bêexlaqî, aqil, bêaqilî jiyana hebûna navê wî însan hatiye nivîsandin. Her kesekê/î ev mexlûqat li gorî xwe nirxandiye û pesnê wî daye.
Li gorî kesên metafizîk û alimên olî Rebê Alemê ev kaînata ew qas xweş û tekûz ji bo xatirê muşerefil mexlûqat (însanê bi şeref) heft rojan afirandiye. Ji bo têde bi kêfxweşî bijî av, çiya, ajal, nebat û xweza daye peydakirin. Xweda êdî ev hebûn li ser hemû mexlûqat û melekan re dîtiye. Ango yê li pey wî tê însan e.
Li gorî fîlozofên materyalîst û zanyarên pozîtîvîst jî hebûna navê wî însan, li ser hemû giyan û madeyên dinyayê dijîn. Kirde ne û tiştên din hemû bireser in. Ev însan ev qasî jîr û bi aqil e ku dikare atomê parçe bike û çarenûsa wê bide guhertin.
Li gorî analîzên Rêber Apo cudabûnek mezin di navbera însan û hebûnên din de heye. Li gorî vê analîzê, însan hem di aliyê rêzkirina atoman de hem jî di aliyê jimartina atoman de terkîba herî dewlemend e. Însan jî ji ber vê taybetmendiya xwe zîhniyeteke nerm, azad û şêweyekî metafizîk dihewîne.
Ji ber vê taybetmendiyê însan di kîjan alî de lê binihêre wê bibîne ku cihek taybet ji bo însan hatiye veqetandin. Ji bo vê yekê ye însan timî xwe yan pîroz an jî hebûneke serwer dîtiye. Her çi qasî em an jî însan xwe di gerdûnê de weke hebûna herî jîr, mazlûm û bi aqil nîşan bidin jî, dema mirov berê xwe dide meşa însan a bi milyonan salan, hinek pergal, pêşketin û tekûzbûna hinek ajalên wek mêşên hingiv û mor-

87

iyan, mirov dibîne ku însan ne ew qas serketî û bi aqil e. Ji lewra dema mirov berê xwe dide serpêhatiya însan a ew qas sal û berhema wî hebûnî ya herî berçav teknîka pêşketî ya ji bo şer xuya dike. Ev jî asta vî hebûnî ya şer diyar dike. Ango mirov dikare bêje tenê di aliyê şer de pêşketî ye.
Hebûna ku xwe weke serwer, kirde û pîroz dibîne di serdema kapîtalîzmê de êdî ketiye rewşeke wisa ku rojekê kar neke wê ji birçîbûnê bimire. Mirov bi rastî bêje hebûna bi navê însan, îro ji bo pergala kapîtalîzmê nanozikî dixebite. Bêkarî di vê serdemê de bûye qedera wî. Weke Rêber Apo jî tîne ziman “Bêkarî ji aliyê pergalê ve bi zanebûn tê pêkanîn. Yan na ma çawa dibe li dinyayê her ajal û hebûn bi kêrî karekî tê, bi karekî re mijûl dibe, lê ev hebûna xwe di ser wan re dibîne roja îro bêkar e.”
     Bi rastî dema mirov îro berê xwe dide rewşa însan a belengaz û paşdemayî çîroka Elî Şerîatî tê bîra mirov. Kurtasiya çîrokê bi vî awayî ye:
“Tê gotin ku zanyarên gerstêrka Marsê ji bo keşf û lêkolînan zanyarekî dişînin dinyayê. Piştî zanyarê Marsê lêkolîna xwe ya li dinyayê diqedîne careke din dizivire Marsê. Ji ber zanyarê wan bêpirsgirêk ziviriye zanyar û rayedarên Marsê pir kêfxweş in û ji bo lêkolînên xwe bi hev re parve bikin semînerekê li dar dixin. Zanyarên Marsê bi kelecanekê li benda zanyarê çûye dinyayê û ziviriye dimînin. Piştî demekê mafê axaftinê digihêje zanyar. Zanyar dest bi axaftina xwe dike. Destpêkê dibêje, ‘Mizgîniya min li we. Piştî lêkolînan em têgihiştin ku li gerstêrka dinyayê jiyan heye û mexlûqên bi navê însan jî weke xwediyê wê li wir dijîn. Bi qasî ku min ew hebûn nas kirin, ne ew qas jîr û zana ne, lê belê kesekî di ser xwe re nabînin, xwe pîroz û serwer dibînin. Bi rastî ji bo we ev hebûnên navê wan însan nedîtine, ez nizanim çawa bi we bidim terîfkirin. Lê dîsa jî ez ê hewl bidim çend taybetmendiyên wan hebûnan bi we re parve bikim. Hebûnên ku li dinyayê dijîn û navên xwe kirine însan, ji çar pêgirtekan û çend

88

qulên di wan de tên naskirin. Ji bo di dîrokê de xwe tim serdest hesibandine, bi şev û roj timî di nav şer de ne. Ji bo şer bikin timî bi hezaran kîlometre birçî dimeşin. Hinek ji wan heya di şer de neyên kuştin, venagerin malên xwe. Dema tu ji wan re dibêjî, ‘Çima hûn şer dikin?’ Dibêjin, ‘Em ji bo Xweda şer dikin.’ Ji ber vê jî tişta ji bo wan girîng çek û xwarin e. Dema mirov berê xwe dide birçîbûna wan, mirov dibêje ji bo xwarina goştê hev vî şerî dikin. Lê piştî yek yekî dikuje yan jî qewmek qewmekî diqedîne, yek jî kuştiyekî ji bo xwarinê nabe mala xwe. Ev jî diyar dike ku van kuştinan ji bo kêfa xwe pêk tînin. Ji lewra hê çend roj di ser şerê wan re derbas nebûye yan diçin şerê hinek gelên din an jî gelek din tê şerê wan. Jiyana wan timî şer e.
Goştê hev naxwin. Lê tişta dixwin mirov matmayî dihêle. Bi rastî ji bo hebûnek ew qasî şanaz û qure ne, ne gengaz e mirov karibe derûniya wan a giyanî analîz bike, lê dema mirov berê xwe dide xwarin çêkirina wan û xwarina wan, tenê dizane ku ne ew qasî hemdem û bi aqil in. Nebat, fêkî, sebze û tiştên ji xwezayê bi awayekî taze kom dikin naxwin. Tiştên kom dikin, dikin beroşê û datînin ser êgir. Wê xwarinê ew qasî dixwin ku hemû nexweş dikevin. Diçin bijîşk. Bijîşkên wan jî weke wan hov in. Ji bo wan rehet bikin zikê wan diqelişin û wê xwarinê jê derdixin. Ji bo ku bijîşk wan tînin sêra berê, hurmetê didin wan.
Ez li gerstêrkan gelekî geriyame. Û min hebûnên cur bi cur dîtine. Lê min hebûnên bi qasî însanan zalim, belengaz û bêaqil nedîtine. Her tişta wan dikare bê pejirandin, lê gotina wan a dibêjin, ‘Ev gerdûn ji bo xatirê me însan hatiye afirandin, ji ber tenê em hebûnên medenî ne’ nayê pejirandin. Gotina medeniyetê ji bo wan ne di rê de ye.”
Her çi qasî em van gotinên Elî Şerîatî weke çîrok bihesibînin jî îro ev rastiyek e însan e. Dibe ku hinek kes ji bo van gotinan xwe aciz bikin û bêjin, “Ev ji bo dema berê derbas dibe”, lê belê tenê amûrên şer û navên însanan hatine guher-

89

tin. Gelo çi cudabûn di navbera Sargon û împaratoriya wî ya 5 hezar sal û modernîteya kapîtalîst a di sedsala 21’emîn û rêveberên wê de hene? An jî çi cudabûn di navbera Firewn, Nemrûd û Dehaqê berî niha 4 hezar sal û Hîtler, Saddam, Mûrsî û Kenan Evren de heye. An jî çi cudabûn ketiye navbera Hecacê Zalim û Nejdetê Kîmyewî. Cudabûna yên wê demê û îro tenê teknîka şer û xwarin e. Zîhniyet heman zîhniyeta qirêj e. Heman zîhniyet îro jî mîna berê bajarên weke Hîroşîma û Helebçe bi çekên cuda yên atom û dermanê kîmyewî bi hezaran însanên bêguneh dikujin. Heman zîhniyet îro jî bi deh hezaran leşker, teknîk û kîmyasala xwe diçin ser şervanên Srî Lanka û Kurdistanê û wan şehîd dikin. Heman însanê qaşo xwe pîroz û serwer dibîne îro jî duh jî ji bo kêfa xwe bi hezaran gundên Kurdan dişewitînin û gelê wê koçberî welat û bajarên cuda dike. Ji bo Xweda jî dengê xwe li wan nekiriye ev berdewam kiriye û wer xuya dike ku wê berdewam jî bike…

 

 

 

 

 

 

 

90

Feqo

     Feqe Ûsif an jî bi zimanê gelê Cizîra Botan Feqoyê Dîn. Helbet li gorî me dîn e. Li gorî wî ji bilî dayika wî her kesên li vê dinyayê dijîn dîn in. Mirov bi rastî bêje mafdar e jî. Weke wî gotiye: “Ji ber ez weke we nafikirim û çi tiştî ji xwe re nakim xem, hûn dibêjin Feqo dîn e. Ez ne dîn im. Min xwe ji hegemonyaya aqil rizgar kiriye.” Ji ber zimanê xwe yê holî di dilê gelê Cizîrê de deng vedaye. Jixwe qîmetê didinê jî nayê hed û hesabê.
Mirovê wî nas neke, li şahiyekê yan jî mitîngeke bibîne wê ji ber cil û bergên wî û xweşikbûna wî rêzê jêre bigire. Û wê bejê, ew kes an Şaredarê Cizîra Botanê ye yan jî kesekî hilbijartî ye.
Mirovê ew nedîtibe û wî li taziyeyekê bibîne wê destpêkê biçe destê wî, ji ber timî li rex mela rûdine. Û ji malbata mirî zêdetir xema mirî dikişîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe tu caran zehmetiyan nakişîne. Bêrîkên wî tijî û cil û bergên wî timî nû ne. Dema tiştekî dike jî ji dil û can dike. Weke ku ew dibêje, “Dema ez bikim, ez bi ruh û can şoreşê dikim.” Bi rastî jî tu tirsa wî nîn e. Rojekê ew jî di nav de ji bo çalakiyê pêk bînin bi ciwanan re barîqatê datînin ser rêya Hezexê. Piştî demekê polîs tên û bivênevê pevçûn rû dide. Ciwan piştî çalakiyê, li kolanan belav dibin. Lê Feqo, Reşo û Îsmo dibêjin, “Ji bo mirov tişta herî şerm rev e. Divê em mewziya xwe bernedin.” Û şerê polîsan dikin. Piştî demekê her sê dînên şoreşger ji ber gaza îsotan û ava şid dikevin û tên girtin.
Polîs her sê dînan dibin qereqolê. Dema wan dibin emniyetê, Midûrê Emniyetê wan nas dike. Ji wan re dibêje,

 

 

91

      “Eger hûn poşman bibin û nema biçin BDP’ê ez ê we berdim.” Lê dike û nake Feqo nabêje ez poşman im. Heta dibêje, “Tu min berdî ez ê rasterast biçim BDP’ê.” Ji ber ku Feqo dîn e û nikarin bişînin girtîgehê dişînin Elezîzê.
Her çi qasî wan sê mehên li Elezîzê bandorek mezin li ser Feqo kiribe jî dîsa girêdayî xuya dikir. Li nexweşxane yan jî timarxaneyê hatibû êşandin. Ji ber vê yekê nedixwest bikeve destê dewletê. Ango êdî tenê dihat taziye û dawetan.

 

 

 

 

 

 

 

92

Ez Heme

Ey kor bibe çavên te dinya
Barana li ser axa min birin
Û çermê min ziwa kirin
Û doz ji dozê tune kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Çingeçinga şûşeyên sar
Evîn ser jê kirin
Ken bi girî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Şkêr û zevî bi hestiyan tijî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Mirovan dikin gorê û mirovatiya pîroz
Ji vê dinyayê koçber dikin
De bila biaxivin
Kelepçeyên destbir
Çend sal in beriya ku kes bi min re bijî
Ez hevaltiyekê bi nivîska xwe re dikim
Şevekê şiyar bûme
Di ber dengê Mazlûman
Di carekê de ez bêjim
Eger tenê ji bo
Wan qehremanên dîroka me be
Û eger tenê ji bo
Wê dayika pîrbûyî ku heta niha
Kur wê nas nake
Û eger tenê ji bo
Wan hesretên kêfxerab

93

        Û pakrewanan mabe
Û eger tenê ji bo
Wê zaroka sewî mabe
Ez ê bêjim ez heme
Eger ji min dûr bixin
Hevaltiya nivîska min
Yan jî navê min
Li sêdarên bêîman bixwînin
Ez ê bêjim ez heme
Û çiya çi qasî bilind e
Û her çi qasî okyanûsa
Bêbinî mîrê deryayan be
Di gerdûnê de çi qasî gerstêrk pir bin
Wê hemû di bin
Rojnivîska min re derbas bibin

 

Û kor bibin çavên dostên min
Ên bi min re
Nebûne dost, ez heme
Di axê de ez heme
Di dîrokê de ez heme
Di dil de ez heme
Eger ez îro nebim ez ê sibe hebim
Wê roj bi hebûna min hebe

 

Û eger hucreyek ji min bimire
Wê hezar hucre di hucreya mirî de çêbibin
Û ez dibêjim
Ez xebatkarekî
Ji bo azadiya însan im
Û ez ê her wekî xebatkarekî
Ji bo azadiyê însan bim

94

Însanê Bêdeng

Roja ku hebûna navê wî mirov derket ser dika dîrokê û heya roja îro li ser jîrbûn, pîrozbûn, jêhatîbûn û pêşketina wî gelek tişt hatine gotin û derbasî nivîsan bûne. Her yekî ev hebûn li gorî xwe analîz kiriye û tez pêş xistine.
Mirov ji bo roja îro ango serdema kapîtalîzmê êdî nikare vê gotinê ji bo însan bi kar bîne. Ji lewra hebûna xwe di dîrokê de tim weke jîr, jêhatî, pîroz û pêşketî dîtiye yan jî hesibandiye bi serdema kapîtalîzmê re ketiye rewşeke wisa belengaz ku êdî bûye artêşek bêkar û ji bo hebûna xwe berdewam bike nanozikî ji pergalê re kar dike.
Pergala kapîtalîst îro ji bo sermayeya zêde êdî bûye weke bena xwînê û bi saya vê artêşa bêkar jî êdî civak û xwezayê dimije. Ji bo artêşa bêkar ji birçîbûnê nemire û pergal di tengasiyê de nemîne jî ji wê xwînê dilopekê jî nade vexwarin. Ji bo hê bêhtir sermaye bê komkirin jî dibêje, zarokan an jî karkeran ji me re çêbikin. Ji lewra însanên ku hejmara wan di sedsala yekemîn de nedigihişt 100 milyonî bi serdema kapîtalîzmê re gihiştiye 8 milyaran. Heke wisa berdewam bike dibe ku qiyamet ji destê însan pêk bê û nemîne li benda pifkirina “SÛR”ê. Mînakên vê jî germbûna deryayan, helandina çiyayên qeşayî, çolbûn û felaketên wek tsûnamî ne.
Di roja me de êdî ne kesek paşvemayî be kêm-zêde her kes niyeta pergala kapîtalîzmê ya sermayeya zêde dizane. Dizane ku kapîtalîzm ji bo karê xwe yê çend salan dikare hemû xwezayê yek car talan û tune bike. Mînaka vê ya herî şênber jî HES, santralên termîk û fabrîqeyên di bin navê Şoreşa Endustriyalîzmê de dane çêkirin e. Bi salan e her roj bi dûman, ava qirêj a van fabrîqeyan û santralên termîk oksîjena sererd û binerdê xwezayê tune dikin. Ev her wiha dibe sedema ziwabûn, birçîbûn, xizanî, tunebûna celeban û

95

karesatên ekolojîk. Ma em nizanin çi roja ku celebek ji vê cîhanê koç dike, heman demê koçbûn û tunebûna me însanan jî nêzîk dibe. Ma em nizanin ku piştî me hemû celeb, dar, giya, rûbar û xweza tune kir, em ê jî weke dînazoran hevdu bixwin û tune bikin.
Mirov rast bêje em van hemû xeterayan jî dizanin. Lê belê weke me di destpêka nivîsê de jî anî ziman pergala kapîtalîst û felsefeya lîberalîzmê em ji însaniyetiyê derxistine û bi dilopek wê xwînê em jî kirine “civakek bêdeng” û kirine şirîkê gunehên xwe. Eger em ne hevpar bûna, ma me digot, me çi jê ye? Û me yê li hember wan hovan bertek nîşan nedaba? Eger em ne hevpar bûna, me nedigot, em serwer, pîroz, kirde ne û hemû giyanewer, celeb û xweza bireser in û Xweda ji bo dilşadiya me em afirandin. Lê belê, divê neyê jibîrkirin ku çi qas mafê jiyana bizina kovî li çiyayê Cûdî, hirç û penguena qeşayî, pilingê çolistana Afrîka, masiyê ava çemê Heskîfê û Mûnzûrê li vê cîhanê heye, yê însan jî ew qas e. Ji ber vê hêvîdar im hemû kesên dibêjin, em însan in û nexasim gelê Şirnexê yê gelek caran pêşengtî ji bo serhildanan kir, li hember vê talanê rabe û nehêle çend şîrketên wek Çeytaş, Çîner, Botaş, Acar Madencîlîk, Kay-ker û Balkanan xwezaya Kurdistanê talan bikin. Heke ew jî weke civaka lîberal bêjin, me çi jê ye, ew hov wê Kurdistanê di navbera çend salan de bînin asta çolistana Kerbelayê û Kenya. Jixwe piştî Kurdistan ket vê rewşê şerê ji bo azadiyê tê kirin jî wê bêwate be. Ma şerê di dîrokê de hatin kirin hemû ne ji bo vê bihuştê ye.

 

96

Kaniya Stêrkan

     Di wê şeva tarî de stêrkên li asîmanan wek çengek morîkên şûşeyî ku hatibûn reşandin, belawela diteyisîn. Hinek stêrk jî dixuricîn. Wê demê ya evîndarek ji evîna xwe qut dibû yan jî evîndarek dil ji evîna xwe tijî şeva xalî koç dikir. Her ku stêrk dixuricîn tevzînok dikir dilê mirov û pelek ber bi qeraxa dil ve dida. Her pelê bi xwe re keştiyek ji hesta ku ji ber evînek birîndar mayî datanî qeraxê, dil dida û her evîna di ber siha şeva xalî de hatibû tunekirin. Li ser rehên wê ji nû ve evînek serdertir dida û siya şevê didarizand.
Li nava daristanê bêdengiyek hebû. Bayê di nav çîqilê dara çamê re diherikî ev bêdengî bi awayekî şermok xera dikir. Agirê ku ji aliyê gerîla ve êvarî hatibû dadan ji bilî xweliyê tu germahî nedida. Tenê bayê dihat ew xweliya ji ber agirê şevê mabû di ber kevirê ku dabûn derdorê re dida pêşiya xwe û dibir. Gerîla li dora agir, cih çêkiribûn û raza bûn. Nobedar bêdengiya heyî xera kir:
-Rêdûr heval… Heval Rêdûr
-Heval
-Temam ez şiyar bûm heval
Nobedar li ser piyan li benda rabûna Rêdûr bû. Kêleka wî ji ber rext, tevizîbû û nava pora wî tijî pelên çaman bibûn. Du sê caran destê xwe di nav pora xwe re bir û anî.
Piştre got:
-Temam heval Nizar. Tu dikarî biçî
-Heval Şervan li cihê nobetê li benda te ye
-Tiştek heye heval?
-Na tiştek tune ye, lê dîsa jî baldar bin. Bi dûrbîna şevê jî carinan li wan deveran binihêrin

97

-Heval ew gir dûr in. Bi dûrbînê ew der xuya nakin
-Bi qasî xuya bike binihêrin
Rêdûr rahişt çeka xwe û ber bi cihê nobedê ve çû. Nizar wê tiştek jêre bigota, lê ji bîr kiribû. Çend gavan li pey çû.
-Heval Rêdûr
-Heval
-Dema 15 deqe ji nobeta we re ma, werin hevalan şiyar bikin. Em ê biçin daristana li pişt zozanan.
-Temam heval
Rêdûr çû ba Şervan bi dengekî hêdî hinekî axivîn. Çend caran bi dûrbînê li derdora xwe nihêrîn. Bi dûrbînê girek nîşan dida. Rêdûr çend gavan ji cihê nobetê dûr ket. Guhê xwe da bêdengiya şevê, lê tu deng nedihat. Berê hevalan jêre gotibûn, “Eger tu bixwazî bi şev dengan bibihîzî guhê xwe deyne ser rûyê erdê. Çi deng li derdorê hebin keşf dibe.” Ew gotin hatibû bîra wî. Guhê xwe danî ser erdê, lê tu deng tune bû. Zivirî. Di bêdengiya şeva xalî de dem derbas dibû. Dema wextê çûnê hat, Rêdûr xwe berda nuqteyê û çû ber bi Yûsifê Serspî.
-Hevalê Yûsif
Bi dengê pêşî, fermandarê koma gerîla Yûsif şiyar bû
-Wext temam e, ez hevalan şiyar bikim
-Erê heval rake
Rêdûr yekoyeko gerîla şiyar kir. Ji ber ku hê êvarî xebera gerîlayan ji çûnê hebû, xwe amade kiribûn.
Rêncber rê nas dikir, lê hişyariyek wî hebû.
-Çîqilên daran negirin û bernedin da ku li ser çavên hevalên li pey we tên nekevin
Piştî wê hişyariya Rêncber, êdî tişta pêwîst ew bû ku bi baldarî nêz bibin. Herî dawî Yûsif û Rêdûr cihê ku gerîla ew çend roj bûn lê mabûn nixumandin. Kevirên dora agirê pêxistibûn, ji cihê wê rakirin. Cihê ku ji agir reş bibû dan aliyê erdê û bi çîqilên daran ew derdor tevlîhev kirin. Nuqte kirin mîna dema nû hatibûnê. Fermandar Yûsif bi disîplîn bû. Çi biba bila biba divê tiştek li şûna wan nemaba.

98

     Sefkan li pey Diyar dimeşiya. Du-sê caran agahiya ku divê biçe dawiya koma gerîlayan, Sefkan dereng digihand Diyar. Diyar ket pêşiya Sefkan. Sefkan hê jî xwe ji xewê xelas nekiribû. Diyar giha ber darekê, bi çîqilekî girt û hinekî pêşde kişand û li benda Sefkan ma. Sefkan wer hizirî ku wê diyar tiştekî jêre bêje û ji ber vê lez kir. Çend gav man ku bigihêje cem Diyar. Wê kêliyê Diyar çîqilê girtibû berda. Bi berdanê re çîqil li singa Sefkan ket û axînî ji Sefkan hat. Sefkan got:
-Quralsiz, tu çima wer dikî? Ma tu nizanî ez li pey te têm?
Diyar keniya, destê xwe danî ser milê wî û çend gavan bi hev re meşiyan. Têkildarî sedema bê çima wisa kir got:
-Min xwest tu ji bandora xewa xwe xelas bibî. Ma qey tu gelekî êşiyayî?
-Te wekî din şiyar kiriba. Destê min pir êşiya. Tu ji bîr neke, ez ê mafê xwe yê bersivdayînê veşartî bigirim
-Baş e tu şiyar bû. Piştî demekê em ê bigihêjin cihê bi av. Tê bêhtir baldar bî
Gerîla bênavber ber bi daristanê ve dimeşiyan. Kesekî ku meşa gerîlayan sist bike jî tune bû. Gihiştibana zozanên li pişta çiyayê Allahuekber, av û giya li wir pir bû. Koçer jî hatibûn wan zozanan. Lê gerîlayan rêya xwe bi zoman nedixistin. Tişta ji bo gerîla nexweş, ew aviya ku ketibû ser giya bû. Çend gerîla dema berê xwe dan hevraz paşve dişemitîn. Heta binê kabokê delingên wan şil bibûn. Hundirê solên wan jî tijî av bibû. Lê koma gerîla bi heybet di nav şevê de pêşde diçû. Piştî sê seatan gihiştibûn ser kaniya stêrkan. Di çûn û hatinê de gerîlayan rêya xwe bi wê kaniyê dixist. Gerîlayekî ji Rêdûr pirs kir û got:
-Gelo di wê kaniyê de zîro hene?
-Zîro tune ne lê stêrk hene
-Were bi xwe binihêre û bibîne stêrk çawa xwe di wê kaniyê de dişon
Bi hev re çûn ser kanîstêrkê. Ava wê hêdî hêdî diherikî. Ser avê tijî stêrk bûn. Gerîla li asîman nihêrî li jora wan rêya

99

kadizê hebû. Ew rêya kadizê xwe bi piranî berdabû ser kaniyê. Pêlên avê stêrk hembêz dikirin.
-Te çawa ew qasî bi baldarî nihêrî ku êvaran wêneyekî xweş radixe ber çavan
-Wele carekê ez bi roj hatim. Çend tayên giya xwe vekiribûn. Wilo xwe bi ser de tewandibûn. Bi qasî şevê delal bû ew kanî
Lê dîsa ji ber bi wan re wênekêş tune bû, di dilê Rêdûr de mabû. Lê ew wêne di serê xwe de kişandibû. Gerîlayan bêhna xwe vedan. Rêdûr çaydan ji kanîstêrkê dagirt û li koma gerîla vegeriya.
Beriya ku dinya zelal bibe, gerîlayan dixwest xwe bigihînin daristanê. Ji bo ewlehiyê nedixwestin kes wan bibîne. Ji ber ku li devera diçûnê komek gerîla dima û ji bo çalakiyeke xurt li dar bixin diçûn wir. Hê tarî neketibû erdê xwe gihandibûn daristanê jî. Du gerîla hatibûn pêşiya wan. Dengekî bilind hat bihîstin:
-Hûn kî ne?
Rêncber û Reşo li pêşiya komê bûn û bersiv dan:
-Em heval in
Piştî ku dengê hevdu nas kirin, her du gerîla ji cihê ji xwe re kiribûn çeper derketin û hatin pêşiya wan. Yekoyeko bixêrhatina wan kirin. Bi dilekî germ hevdu hembêz kirin. Berê hevdu nas dikirin. Di şerê Başûr de cih girtibûn. Ji bo wê jî gelek bîranînên wan bi hev re hebûn. Gelek rojan bi hev re mabûn.
Gerîlayên li nuqteyê ji xew şiyar bibûn û li benda hatina hevalên xwe bûn. Wan jî bi hestên germ û ruhekî pîroz hevdu hembêz kirin. Paşê jî ji bo ewlehiyê hejmara nobedaran zêde kirin. Koma ku nû hatibû westiyabû. Lê tevî vê jî li cem hevalên xwe rûniştin. Têkildarî rewşa herêmê diaxivîn.
Di nav gerîla de tiştên balkêş ên diqewimin zû belav dibin. Li wir wê koma gerîlayan dixwest li dijî trena ku alavên leşkerî têde, çalakiyekê li dar bixin. Heta saeta ku wê tren jî derbas bibe digirin, lê wê tren çawa bê sekinandin hê safî nekirine.

100

     Bedrî fermandarê wê herêmê ye. Piştî gerîlayên wezîfedar keşfa xwe dikin û dizivirin, hevalê Bedrî dibêje:
-Sekinandina trenê hêsan e
Lê gerîlayên din hê jî nizanin wê çawa bi awayekî hêsanî trenê bisekinînin. Beriya biçin çalakiyê koma gerîla kom dibe. Fermandar Bedrî diaxive, behsa girîngiya serketina çalakiyê dike. Piştî axaftina xwe diqedîne dibêje:
-Eger pirsên hevalan hebin dikarin bipirsin
Yek ji gerîlayên ku çûbû kefşê dibêje:
-Tiştekî hê zelal nebûye heye. Em ê trenê çawa bidin sekinandin. Eger neyê sekinandin wê serketina çalakiyê bikeve xeteriyê
Bi vê pirsê re hevalê Bedrî aciz dibe û dibêje:
-Her tişt temam e. Çima tu sekinandina wê dikî pirsgirêk?
-Pirsgirêk di rawestandina wê de ye heval
-Çawa nasekine? Ma qey dikare nesekine?
-Yan divê em daran bidin pêşiya wê. Jixwe dar jî xwe li pêşiya wê nagirin, divê em hesinên rêya wê rakin. Ev jî wext dixwaze. Tenê bi vî awayî wê karibe bisekine.
Piştî vê axaftinê hevalê Bedrî digihêje sînorê dawî yê sebra xwe:
-Tu çi qasî teoriyên vala dikî heval. Bila du heval xwe berdin pêşiya wê û dema hat kleşa xwe bixin singa wê ka wê bisekine yan na.
Heval wê demê hê nû fêm dikin ku hevalê Bedrî tren nedîtiye û heta wê rojê li dijî trenê jî tu çalakî li dar nexistiye. Dibêje qey ew jî weke wesayîtê ye, kengî bixwaze dikare bide rawestandin. Çend gerîla beşişîn. Piştî gotina fermandar Bedrî gerîla Welat mafê axaftinê werdigire.

101

-Heval Bedrî tren ne wekî wesayîtan e ku tu kengî bixwazî wê demê bisekine. Eger em hesinên rê ranekin, em ê nikaribin rawestînin
Piştî wan nîqaşan fermandar Bedrî êrîşa li dijî trenê, bi awayê ku roketê li vagona destpêkê bixin dipejirîne. Lê gerîla wer difikirîn ku eger wilo jî bikin wê encama dixwazin bi dest nexin. Lê dîsa jî di encam de zerareke mezin dabûn trenê.
Ji wê rojê şûn ve ew çalakî bibû mijara sohbetên gerîlayan.
Dema gerîlayan fermandar Bedrî didîtin, mijar bi awayekî pisporî diguherî. Lê dizanîbû ku der barê “sekinandina trenê” de diaxivin. Rojekê hevalê Bedrî nîv henek nîv bi bertek dibêje: “Ma qey li Botanê tren hebû û min nedîtiye?”
     Piştî wê bertekê jî ku gerîlayan hê sohbeta xwe dewam dikirin, nobedar xwe ji jor ve berda cihê gerîla lê, ber bi fermandar Yûsif û Bedrî ve çû û got:
-Leşker derketine operasyonê û ji sê aliyan ve jî ketine daristanê.
Fermandar Yûsif bi lez gerîla kom kir û li ser piyan got:
-Leşker derketine operasyonê. Divê em îro vîna wan bişkînin û xofeke mezin bixin dilê wan. Berê du komên me li wir hatine şehîdkirin. Îro em ê tola wan rakin, a din jî xeletiya wan kiriye em nekin. Kemîn bi awayê “V” an jî “U” qet nabe. Erdnîgariya vir ne li gor wê ye. Em ê kemînê bi awayê “0” deynin. Ji bo nikaribin bikevin nav hevalan û eger hewl bidin bên jî rastî bersiva hevalan bên. Hevalên berê ji ber kemîna bi awayê “U” danîbûn, şehîd ketibûn. Dijmin li aliyekî şer dike, li aliyê din jî li piştê dizivire û wer heval şehîd kiribûn. Lê em ê îro nîşan bidin bê ka wê dayika kê bigirî. Çalakî hatiye ber lingê me. Kesek bi serê xwe tevnagere. Ji bilî serketinê em îro tiştekî napejirînin. Ji bo hemû hevalan serketin.
Dema axaftina Fermandar Yûsif qediya, gerîla ber bi girê ji bo lêxistinê herî baş bû ketin rê. Piştî demeke kurt gihan

102

wir. Dengê leşkeran êdî dihat. Fermandar Yûsif û Bedrî li gorî taktîka nû, gerîla di çeperan de bi cih kirin.
Fermandar Yûsif, Rêdûr girt cem xwe, du-sê kevir danîn ber qurmê darê. Çîqilek ji darê şikandin û danîn pêşiya çepera xwe. Gerîla êdî li benda hatina leşkeran bûn. Piştî demeke kurt ji aliyê Rêncber ve çeka BKC xebitî. Çend leşker ketin erdê. Her diçû leşkeran dixwest di aliyê din re bizivirin. Lê çi qasî li dora gir dizivirîn gerîlayan bersivên tund didan wan û derbên giran li wan didan. Hinek leşkerên çekên xwe diavêtin û paşde dizivirîn, ji aliyê leşkerên din ve hatibûn girtin. Di bêtêlan de ji serfermandarê xwe dipirsîn:
-Em çi ji wan kurê qehpikan bikin?
Di bersiva serfermandar de qet hestên mirovî û exlaqî tune bûn:
-Wan bikujin da ku kesek din wer neke
Bi vî awayî çavên leşkerên din ditirsandin. Leşker neçar mabûn. Dema pêşde diçûn gerîlayan li wan didan, dema direviyan ji aliyê serleşkerên xwe ve dihatin kuştin. Di navbera gerîla û leşkeran de 50-60 metre hebû. Li pişt darên çam şer diqewimî. Daristan tijî darên çam bûn. Wê rojê gerîlayan cihê pevçûnê hilbijartibûn. Leşker li gor rêbazên xwe yên berê diçûn. Lê wê rojê li wir rastî taktîkeke asê hatibûn. Çi qasî ber bi gerîla ve diçûn gerîlayan bi dijwarî li wan didan. Leşker şaşo-maşo mabûn. Nizanîbûn gule ji ku ve tên. Wer difikirîn ku gerîla li ser daran bi cih bûne, lewma bi hezaran gule li daran direşandin. Çîqilên daran mîna hicacek lê bixe diweşiyan. Piştî wê gulebaranê dixwestin xwe bigihînin cihê gerîla lê. Gerîlayan ji berê xurttir li wan dan. Çeka Fermandar Yûsif karnas, a Rêdûr kleş bû. Li wir jî pevçûn dijwar bibû. Çi leşkerê ketiba dehma wan xelas nedibû. Carekê Rêdûr xwest biçe çeka leşkerên hatine kuştin bîne. Lê Fermandar Yûsif nehişt. Nedixwest ji bo çekê jiyana hevalê wî bikeve xeteriyê. Pevçûn nêzî 30 deqeyan dewam kir. Êdî vîna leşkeran şikestibû.

103

     Fermandar Yûsif rabû ser xwe, li çeperên gerîla geriya. Çar gerîla girtin cem xwe da ku biçin girê li kêlekê bigirin. Li gor taktîkê nedibû ku gerîla demeke dirêj li cihekî şer bike. Cihê lê şer dikirin berdan. Çekên leşkerên hatibûn kuştin û yên reviyabûn li wir bûn. Gerîlayan li ser rêya xwe ew çek kom kirin. Û bi lez meşa xwe dewam kirin. Piştî demeke kurt, cihê ku pevçûn çêbibû dihat topbarankirin. Lê gerîla ji wir derketibûn. Fermandarê gerîlayan nehişt di komê de belavbûn çêbibe.
Li wê herêmê ew cara yekem bû ku leşker derbeke bi vî awayî dixwarin. Leşkeran xwe paşde kişandibûn û gerîlayan xwe gihandibûn girê din. Ew gir jî ji bo pevçûnê xweş bû. Hêzên taybet jî ketibûn nav daristanê hêdî hêdî ber bi kemîna gerîlayan danîbûn diçûn. Piştî ketin kemîna gerîlayan bi gotina “Allahuekber Allahuekber…” bang dikirin û ber bi gerîlayan ve dihatin. Yek ji wan li Fermandar Yûsif rast hat. Fermandar Yûsif devê karnasê kir singa wî û got:
-Ker kurê kerê, ma em gawir in hûn bi gotina, “Allahuekber” tên?
Wê rojê hêzên taybet ên Tirk jî nikarîbûn tiştekî bikin. Bi derbên gerîlayan ew jî şaşo-maşo bibûn. Rewşa wan ji ya leşkeran xerabtir bibû. Gerîla Reşo bi Tirkî bang li wan dikir û digot:
-Xwe radestî edaleta PKK’ê bikin û cane xwe xelas bikin
Ev dengê gerîla di nav daristanê de belav dibû.
Êdî di aliyê derûniyê de serwerî di destê gerîla de bû. Pevçûn li gorî daxwaza gerîla dest pê kiribû. Leşkerên dewleta dagirker li hatina xwe poşman bibûn. Ji wan werê weke komên berê wê van koman jî tune bikin. Û wê ji dewletê pere wergirtibana. Wê demê ji bo serê her gerîlayekê/î pere werdigirtin. Lê gerîlayan bi vê taktîka nû derbek giran li wan xistibûn. Leşker ji nav daristanê direviyan û di bêtêlê de gotinên xerab ji hev re digotin.

104

     Di wî şerê dijwar de tenê gerîlayê bi navê Volkan bi sivikî birîndar bibû.
Piştî wî şerî gerîlayan ji bo çûna herêmeke din amadekariyên xwe kirin. Li dû meşeke dirêj xwe gihandibûn cihê xwe. Û ji bo keşfa çalakiyeke din Fermandar Yûsif, Rêdûr û Egîd ji koma xwe veqetiyan. Gerîlayên din jî jiyana xwe ya rojane didomandin û li benda vegera her sê hevalên xwe bûn.

 

 

 

 

Newroz û Cizîr

      Li gorî dîrokzanan dîroka agirê Newrozê diçe berî mîladê sedsala 7’an. Wê demê jî wek roja îro welatê Kurdan mêtingeh e û gelê Kurd jî weke roja îro li gorî şert û mercên wê demê di nava lêgerîna azadiyê de ye. Ev zilm û zordariya Asûran êdî digihêje astek wisa ku êdî nayê kişandin. Çawa roja îro zarokên Kurdan her roj tên girtin û qetilkirin, wê demê jî her roj ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Asûr ve dihatin qetilkirin. Lê belê roj tê ku ev konfederalîzma ji eşîrên Kurdan pêkhatî di bin fermandariya Kawayê Hesinkar de rabe serhildanê, qesra Dehaq yekcarê tarûmar bikin û dawî li desthilatdariya Asûr bînin. Ji wê rojê (21’ê Adara B.Z. 612) heya roja me ya îro her şeva 21’ê Adarê wek rizgarî û cejna gelê Kurd tê pîrozkirin.
Gelê Kurd kevneşopiya wî agirê Newrozê berdewam kiriye, heya avabûna dewleta netewe û komarên faşîst. Lê belê piştî komaran nexasim Komara Tirk hat avakirin û pêve Dehaqên hemdem ev cejna Kurdan qedexe kirin û paşê kirin cejna xwe. Ji salên 1940’an û pê ve cejna Kurdan dan aliyekî û êdî gelê Kurd nedikarî bêje ez Kurd im. Vê rewşê wer berdewam kir, heya salên 1980’î.
Bi vejîna PKK’ê û şehadeta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan re pêvajoyek nû ji bo gelê Kurd dest pê kir. Her çi qas

105

Asûrên demê hewl dabûn vî agirê serhildanê vemirînin jî, vê carê serokatiyek stratejîk wek Rêber Apo li pêşberî wan bû û hemû stratejî û taktîkên wan yek bi yek vala dihatin derxistin. Her sal PKK hê xurttir dibû û piştgiriya gelê Kurd jî mezintir dibû. Vejîn û şerê di salên 1980’an de hat destpêkirin bi salên 1990’an re veguherî serhildanên gel.
Li Kurdistanê dema behsa serhildanê tê kirin, bêşik û guman yekser serhildanên Cizîra Botan tê bîra mirov. Bêguman serhildana Nisêbînê jî tu caran nayê jibîrkirin. Lê belê mijara me serhildanên Cizîrê ne.
Cizîra Botan navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de daye nivîsandin. Di dîroka Kurdistanê de çîrûskên berxwedanên destpêkê li Cizîrê pêketine û paşê jî pêl bi pêl li bajarên Kurdistanê belav bûne. Dema dîrok were lêkolînkirin wê ev rastî bi rehetî bê dîtin. Ji van rastî û serhildanan yek jî serhildana 1992’yan e.
Bi rastî ji bo mirov wê roja dîrokî bîne ziman pêwîst e, mirov ew roj jiyabe yan jî li ser wê demê baş serwext be. Wê demê em hê ciwanekî 15 salî bûn. Ji ber wê yekê jî em neçar in wê rojê li gor hestên zarokatiya xwe bînin ziman. Heke ne wisa be ew roja dîrokî wê kêm bimîne.
Her çi qasî me hinek kes wê demê pîrozkirina Newrozê wek cejneke asayî hesibandibe jî hêzên dagirker hesabên xwe li gorî qetlîameke mezin çêkiribûn. Ji lewra hê çend roj ji cejna Newrozê re mabûn jî dewleta dagirker hêzên leşkerî yên çend bajaran anîbûn li Cizîrê kom kiribûn. Bêguman Tevgera Azadiya Kurd jî amadekariyên xwe li gorî vê liv û tevgerê kiribû. Armanca Tevgera Azadiyê jî ew bû ku bi vê Newrozê yan jî serhildanê re pêngavek nû bide destpêkirin û bi biharê re şerê şoreşgerî bi serhildanên gel re bide destpêkirin. Lewma Tevgera Azadiyê jî plansaziyên xwe li gor serhildanek mezin kiribû. Hê çend roj ji Newrozê re mabûn hevalan di tax û gundên Cizîrê de xebat dabûn destpêkirin. Li gorî amadekariyên hatin kirin, pêwîst bû her 8 tax û çend gundên Cizîrê di

106

aliyê xwe de derkevin ser rêya Îpekê û li ber Otela Keremê kom bibin.
Piştî gel li ser Rêya Îpekê kom bû, wê bi girseyî biçin goristana şehîdên têkoşînê. Hêzên dewletê ji ber xweparastina gel nikarîbûn bikevin taxên bajêr. Her taxê bi şev li gorî derfetên xwe şahî li dar dixistin. Gotinek heye, “Nîşaneya baranê ba ye, ya nexweşiyê jî ta ye”, ango her kesî kêm-zêde dizanîbû wê sibe çi çêbibe. Gelê Cizîra Botanê weke gelek caran biryara xwe dabû û negengaz bû êdî ji vê rêyê vegere. Dewleta faşîst jî biryar dabû çi kesê bê ser Rêya Îpekê wê were gulebarankirin.
Ji ber ku wê demê derfetên têkiliyan kêm bûn, tenê biryara êvarî hatibû dayîn derbasdar bû. Wê girse û komîte li ser rêya Nisêbînê gihiştibana hevdu. Ji ber bêtêkiliyê dema girseya gundê Cînîbrê û Guzikê dixwaze bê ser rêya Nisêbînê ji aliyê hêzên dagirker ve tên gulebarankirin û di wê gulebaranê de heft kes şehîd dikevin û ew girse li wir dimîne.      Dema taxên Cûdî, Sûr, Banê, Senefîsê, Kelhê, Deriyê Torê û Şahê jî tên ser rêya Nisêbînê, ew jî tên gulebarankirin û du-sê kes şehîd dikevin. Piştî dengê guleyan Taxa Çemkurik jî nikarîbû bi girseyî derkeve ser rê û êdî têkiliyên di nav taxan de qut bibûn. Gel vê carê xwest kom bi kom xwe bigihîne Goristana Şehîdan. Piştî demekê girse di pêşengiya kesên weke Husênê Serhesin, heval Yilmaz û hevala Bêrîvana Cizîrî de -hevala Binevş Agal cuda ye- li cem goristanê gihiştin hev. Li wir dîlan hat girtin. Piştî ku dijmin dît, nikare pêşiya girseyê bigire vê carê xwe da cihên bilind, kesên pêşeng kirin hedef. Piştî şehadeta Husênê Serhesin û birîndarbûna hevala Bêrîvan girse bêpêşeng ma. Lê belê Bêrîvan bi destê xwe yê birîndar zû gihişt nav girseyê û girse careke din komî ser hev kir.
Bêguman girseyê û hevalan nizanîbûn ew qas şehîd hene. Di wê pêvajoyê de li Cizîrê 23 û bi Şirnexê re bi giştî 57 kes şehîd ketibûn. Birîndar ne diyar bûn.

107

 

 

 

 

 

 

 

 

 

“27’ê Mijdarê ji nû ve Kurd li çiyayên Kurdistanê li hev anî û li lûtkeyên bilind govenda Kurdî da gerandin. Li cihê ku dengê tirs, bêdengî û bêhna mirinê jê dihat êdî dengê piyên şervanên azadiyê dihat. Li şûna rondikên çavan, ji kanî û rûbarên Kurdistanê êdî av diherikîn. Vê avê hêviyên hişkbûyî ji nû ve heşin kir.”

 

Mehmet Tunç

 

 

108

 

 

 

 

Kurd û Çiya

     Kurd wek gel B.Z. 10-12 hezar û pêve weke berhema çanda Şoreşa Neolîtîk li qûntarên rêzeçiyayên Toros û Zagros derketine ser dika dîrokê. Encamên lêkolînên zanistî yên îro jî nîşan didin ku gelê Kurd berî Neolotîkê jî li ser vê erdnîgariya çiyayî niştecih in. Jixwe dîrokzan dibêjin ku yên navê vî gelê qedîm kirine “Kurd” jî ev çiya ne.
Li gorî dîrokzanan gelê Kurd navên xwe ji navê “Kur” ê tê maneya çiya û gir girtine. “Kur” di zimanê Sumerî de tê wateya çiya. Pêveka “tî” jî tê wateya xwecihtiyê. Kurtî jî tê maneya gelê çiyê ango niştecihên çiyê. Jixwe di serdemên berê de gel û qewm bi erdnîgarî û terzê jiyana xwe dihatin nasîn û binavkirin. Bi demê re ev nav li gorî zimanên wê herêmê bûne, “Karda, Gotî, Kardûk, Kartuh, Kurdîne, Kurdaye û Kurd” bi kurtasî yên navê gelê Kurd kir Kurd çiyayên wan in.
Di dîrokê de çand û jiyana gelê Kurd bi çiyayên Kurdistanê ew qasî bûye yek ku êdî mirov nikare yek bi yek bigire dest. Gelê Kurd çi qasî evîndarê dê, bav, xwişk, bira û xwe be, du qatê wê evîndarê çiyayên Kurdistanê ye. Roj hatiye çiya ji bo gelê Kurd bûye dê û bav. Roj hatiye bûye stargeh û war. Derya ji bo ajalên avî û masiyan çi tişt be, çiya jî ji bo gelê Kurd heman tişt e. Çawa ajalek avî roja îro nikare li bejahiyê bijî, mirovek Kurd jî eger ji Kurdîtiya xwe dûr neketibe nikare

109

     li deştê bijî. Me mînakên wê B.Z. 2000 di şexsê Enkîdu de P.Z. 2000 di şexsê kesên wek Ferhat, Botan, Mahîr û Kanî Yilmaz de xwendine û dîtine.
Weke tê zanîn heta ew kes li çiyayan bûn ji aliyê gelê xwe ve weke leheng dihatin pêşwazîkirin. Lê çawa ji çiyê hatin deştê, her yek ji wan ji Kurdîtiya xwe dûr ketin, bûn hevkar û cehş.
Armanca dijminên Kurdan a yekemîn ev e; Kurdan ji çiyayan qut bikin û bêstargeh bihelin. Ew dizanin ku dema Kurd ji çiyê bê deştê êdî wê ew xwe bi xwe asîmîle bike û bihelîne. Jixwe armanca “Plana Islahata Şerqê” û “Qanûna Îskanê” ew bû ku Kurdên çiyayî bînin deştê. Weke tê zanîn dagirkeran bi van planên xwe yên qirêj bi hezaran malbatên Kurd ji hembêza çiyayên Kurdistanê qut kirin û sirgûnî bajarên rojavayê Anatolyayê kirin. Kurdên li wan bajaran bi piranî di nav gelên Ereb, Fars û Tirk de asîmîle bûn.
Bêguman gelê li ser van çiyayên bilind ev çiyayên dewlemend û kevnar timî li hemberî dagirkerên wek Gilgameş, Sargon, Dehaq, Skender û hwd. parastin e. Vê xweparastinê heya avakirina dewleta netewe û komarên faşîst dewam kiriye. Bi avakirina dewlet netewe yên yek zîhniyet re tunekirin û înkarkirina gelê Kurd jî derketiye asta herî jor. Li hember vê, gelê Kurd jî gelek caran serî li hember van dijminan rakirine û xaka xwe parastine. Lê ji ber pirsgirêkên bêtifaqî, bêpergalî gelek caran rastî komkujî û qirkirinan hatine. Piştî hemû serhildan têk diçin, dagirker vê carê dest bi polîtîkayên înkarkirina Kurdan dikin û dibêjin, “Kurd, Tirkên çiyayî ne”, bi sirgûnan û qetlîaman çiyayên Kurdistanê sêwî û bêxwedî hiştin.
Kurd û çiyayên Kurdistanê êdî ketibûn xewek giran û li benda çarenûsa xwe mabûn. Çiyayên ku heya wê rojê bi dengê çivîkan tim deng vedidan êdî ji kundan re mabûn. Çiyayên ku di nav bêhna nêrgiz, sosin û kulîlkan de bûn, êdî bêhna mirinê

110

jê dihat. Kurd û çiya serdema tariyê dijiyan. Hêviyên jiyanê her roja diçû kêm dibû.
Çawa di şeveke pir reş û tarî de brûskek vede û bi xwe re baranek bi rehm bibarîne, li ser erdek ji têhna qelişî damezrandina PKK’ê jî weke brûskê deng veda, bi xwe re baraneke nerm barand li ser hêviyên hişkbûyî û çiyayên xwelîgirtî.
Bi damezrandina PKK’ê re hêviyên dagirkeran di qirika wan de man. Û şervanên azadiyê ji nû ve ala azadiyê li çiyayên Kurdistanê li ba kirin. 27’ê Mijdarê ji nû ve Kurd li çiyayên Kurdistanê li hev anî û li lûtkeyên bilind govenda Kurdî da gerandin. Li cihê ku dengê tirs, bêdengî û bêhna mirinê jê dihat êdî dengê piyên şervanên azadiyê û bilbilan dihat. Li şûna rondikên çavan ji kanî û rûbarên Kurdistanê êdî av diherikîn. Vê avê hêviyên hişkbûyî ji nû ve heşin kir.
Em jî weke şopdarên wê rojê û parêzvanên van çiyayên gelê Kurd, soz didin hemû şehîdên şoreşê û afirînerê vê roja pîroz Rêber Apo em ê girêdayî bîranîna wan bin.

Şewqa wê rojê wê pêşiya me ronî bike.

 

 

 

 

 

 

 

 

111

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

“Divê mirov xwedî rûmet û şeref be. Dema şeref û rûmet diçe, êdî mirov dibe kole.”

Mehmet Tunç

 

 

112

 

 

 

Eşqa Azadiyê

     Hevoka Rêbertî ya dibêje, “Dema cara yekem têgîna ‘Kurdistan Mêtingeh e’ min kir dil û hişê xwe ez ji ser hişê xwe çûm”, bê hin kêlî çawa dîrokekê didin destpêkirin, eger mirov li rastiya veguhertina civakî ya radîkal a gelê Kurd di Rojhilata Navîn de, ku digihêje nîv esrê binihêre dikare fêm bike. Di hevokekê de çawa çêdibe ku dîrokek derkeve holê? Encama ku derketiye holê, mîna di şexsê mirovekî de gelekî di ruh û hişê xwe de li hember rastiya civaka xwe xerîb ketiye perdeya mijê ya li ser heqîqetê bikişîne û rake.
Ya rastî ev gotina Nietzsche ya “Ev pîroziya ruh hewce dike”, destpêka kêliya “Di her gavê de ji bo heqîqetê pevçûn e”. Ez di wê qenaetê de me ku ji bo mirov guhertina di ya berçav de fêm bike, divê tiştên di asta ruh de rû didin fêm bike. Kêliya her destpêk an jî biryardariya her têkoşîna şoreşgerî bilindbûna hêza ruh (tîn)ekî jî digire nav xwe. Di vê çarçoveyê de avakirina maneyê, girêdayî mijara bê kes çawa bi heqîqetê re rûbirû jî tê pêş dikeve.
Weke tê zanîn ji dema ku jiyana civakî ya komunal parçe bû, hebûna civakî maneya xwe winda kiriye û xerîbketin hatiye heta van rojan.
Di modernîteya kapîtalîst de jî bi qasî ku ji ruh qutbûn çêdibe, mirov, xweza û ked kiriye bin serweriya desthilatda-

113

riyê û tehekûmê. Mirov kirine rewşa mexlûqekî mekanîk ê bêruh, bêhest ji manewiyatê qut.
Tarîfa jiyana modernîteyê, ji ber kesayetê mîna nepoxê biwerimîne, şexs êdî bi zincîrên nayên dîtin ên modernîteyê re bi vê pergalê ve hatiye girêdan.
Bi tespîta Rêbertî mirov êdî “bêhêvî bûn, ji sêhra xwe ketibûn, bûbûn şaxekî ji wan ên bêcan û bêheqîqet”.
     Ji şexsê di vê astê de hilweşînekê dijî, mirov li bendê be ku teza “Kurdistan mêtingeh e” û çûna ji ser hişê xwe fêm bike helbet wê xeyalperestî be. Lewma bi kîjan çand û ruhî ku ev gavavêtina şoreşgerî hatiye kirin mirov fêm bike, ji bo di her şert û mercî de domdariya têkoşîna rojaneyî xwedî girîngiyeke heyatî ye. Sosyolojiya modernîteya kapîtalîst rastiya civakî bi kêliya niha ve girê dide. Têkiliya dîrokê ya bi paşerojê re bi awayekî pir bêrehm, heman demê di bin navê zanistê de bi dereweke mezin, jirêderxistin û maskeyekê qut dike. Bi ya hatiye tespîtkirin ve girêdayî zanist tenê li vir û ya niha ku wek dane, giştî dike û van giştîkirinan li ser her cure darazên hest û nirxan mucered dike, bi awayê “dûrî aqil” nîşan dide.
Di vê nuqteyê de “dînê modernîze bûye” vê, “dûrî aqilbûnê” bi awayê hebûna mutleq û aîdî dinyaya din aşkera dike. Rastî êdî wer hatiye avakirin ku hişê normal van jirêderxistinan mîna ast in dixwîne. Ha tam jî di vê nuqteyê de ji bo mirov nekeve kemînên modernîteyê divê xwesteka azadiyê ya hemû pergalê bi tevayî saziyên wê re lêpirsîn bike, bi hiş-ruhekî ku çav ji xisletan zêdetir bibîne û mirov danexe asta armancên teng zindî bibin. Ji ber tu nîzameke civakî nikare eşq-xwesteka azadiyê di nav xwe de heps bike. Ev eşq bi awayekî mîna “vegera ya hatiye pelçiqandin e”. Di vê çarçoveyê de ku Rêbertî ji ser hişê çû, kêliya qutbûn-rizgariyê, nîşaneya pratîka îdealeke mezin a azadiyê ye ya di ruh-hişê wî de xwe nîşan daye. Tê zanîn ku xwesteka jiyana azad di xwezaya mirov de heye.

114

     Di şertên ku mêtinkarî, înkar û zext heye ruhê mirov ji bo li hember vê derkeve bi awayekî çînî-mezhebî-nasname û hwd. derketiye holê. Em dibînin ku ev xwestek wek dîrokî ji hilweşîna komunalîteyê ve heye.
Enerjiya di cewhera têkoşînên şoreşger û azadiyê de ev ruhê komunalîte ye. Ev cudatiya ruh-hiş a di navbera bindest û serdestan de weke di dîrokê de jî hatiye dîtin cudatiyên herî mezin ên madî jî tune dike. Di bindestan de rastiya ku vê ferqa ruh-hiş ava dike, ji ber dînamîka dîrokî bi civaka komunal re girêdanekê çêdike. Li ser rastiyê hiş, timî ber bi azadiyê ve rê vedike. Di vê rewşê de divê qadên dewlet û desthilatdariyê nebin qadên ku mirov li azadiyê bigere, her wiha nabin ew qad.

Çavkanî: Parêznameyên Rêbertî û felsefeya Nietzsche

 

 

 

 

 

 

 

115

 

 

 

 

 

 

 

Ew rêwiyên hêviyê ne

Ew in ên di dilê xwe de siberoj afirandin

Û ew in ên bûn ruh û coşa milyonan…

 

 

 

 

 

116 

 

 

Cerdevan

     Ji roja PKK’ê dest bi şerê çekdarî kir, kîjan rayedarê dewleta Tirk diaxivî digot, “Heft talanker in, em ê di sê rojan de wan bigirin.” Paşê ew sê roj bûn sê meh. Herî dawî gotin, “Em ê vê biharê dawiya wan bînin.” Bihar li pey biharan hat. Bihar bûn sê bihar, heft gerîla bûn bîst hezar. Hê jî digotin, “Em ê wan xelas bikin.”
     Dîsa bihareke welê bû. Vê carê êdî dizanîn ku eger Alayên Hemîdiye dîsa ava nekin wê nikaribin şerê PKK’ê bikin. Navê wan guhertin. Gel ji wan re digot, cehş an jî cerdevan.
Çi bi kêfxweşî çi mecbûrî wê demê du hemşeriyên Mûsayê Spîndarokî jî daxa cehştiyê li eniya xwe xistin, rûyê xwe reşkirin. Hinek kesên mehkûmên dewleta Tirk hatin û bûn cerdevan. Bi vî awayî hatibûn efûkirin. Bibûn xulamên sercerdevanê Şirnexê.
Tê bîra min ez wê demê 13 salî bûm, wan cehşan tifingên lûledirêj diavêtin ser milên xwe, diçûn cihê nobetê. Di ber deriyê mala pîrika min re derbas dibûn. Carekê pîrika min ji yekî re got, “Tu bûyî cehş hey kurê kerê.” Cerdevan ji pîrika min re got, “Na metê, ez nebûme cehş, ez hê kurkurîk im.”

 

 

 

 

 

117

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

118

 

Rêya Berxwedanê di Fêmkirinê re Derbas Dibe

     Di dîrokê de zindanan hem ji bo desthilatdaran hem jî ji bo tevgerên azadiya gelan, rolek girîng lîstine. Weke di salên 1960 û 1980’î de îro jî di zindanan de bi dehhezaran siyasî girtîne û têkoşînek bêhempa li hember dagirkeriyê didin.
Di kîjan dîrokê de dibe bila bibe zindan eynika rejîman in. Pêkanînên rejîmê, pêşeroj û paşeroja wê, karaktera wê ya çînî, siyaseta wê ya demê, ekonomî û rewşa leşkeriya wê û hwd. di vê eynikê de bi awayekî aşkera xuya dike. Hemû rizîbûnên wê, qelsiyên wê, paşverûtiya wê, antîdemokratîkbûna wê, mêtingeriya wê û hwd. di vê qadê de diyar dibe. Ango mirov dikare welatekî bi zindanên wê analîz bike.
Tişta ku sîstemê nikarî li derve bi hêza şoreşgerî bike, dixwaze di girtîgehê de pêk bîne. Dixwaze şoreşgerên ku ji hemû çekên xwe yên madî mehrûm bûne teslîm bigire û îradeya wan bişkîne. Bêguman zindan di aliyê din de jî ji bo şoreşgeran qadên berxwedan û ceribandinê ne. Bi bedena xwe ya tazî, îrade û baweriya xwe li ber xwe didin. Di her şert û mercên zor de, polîtîkayên pergalê vala derdixin. Bi vê berxwedanê re nasnameya xwe ya siyasî û rûmeta xwe ya însanî diparêzin. Bi vî awayî wê qadê ji bo şoreşgertiya xwe dikin parçeyek têkoşînê.

119

     Di dîrokê de gelek şoreşgeran berxwedanên bêhempa di van zindanan de dane. Bêguman gelekan teslîmiyet û xiyanet hilbijartine. Yanî mirov dikare bêje zindan peywira kaxeza turnusol dilîzin. Milîtan, şoreşger, reformîst, lîberal û xiyanetkaran ji hevdu hildibijêre. Wê demê mirov dikare bêje zindan ji bo her du hêzan jî fonksiyoneke girîng dilîze. Bi rastî divê mirov zindanan tenê wek cihê teslîmgirtin û îradestendinê nebîne. Heman demê cihê tunekirina gelekî ye jî. Lewma hêzên desthilatdar dixwazin di şexsê şoreşgerên girtî de çîn û gelê ji bo wê têkoşînê dike jî tune bike. Ji ber vê yekê heman demê parçeyek ji îradeya wî gelî û vê neteweyê ye. Berxwedana di zindanê de bê dayîn heman demê qedera gel jî diyar dike.
Di dîrokê de gelek zindanên weke Zindana Bastîl (Şoreşa Fransa), Zindana Saygon (Şoreşa Vîetnam), bûne sembola şoreşan. Mirov dikare bi dehan mînakên wisa bi rêz bike. Li ku derê rizandinên bi vî awayî pêş ketibin, bizanin li wir zindanên wisa hovane hene. Mirov nikare çi dîktatorî yan jî desthilatdariyê bê zindan bigire dest. Zindan ji bo her dîktatoriyê qaîdeyek e.
Rastiya hemû rejîman ev e. Roja îro jî rejîm hemû rastî û tazîbûna xwe bi zindanan dide dest. Tu pratîk bi qasî pratîka zindanan rûyê rejîma heyî dernaxîne holê. Her çi qasî zeman, mekan û arguman hatibin guhertin jî zîhniyet heman zîhniyet e. Mînaka wê ya herî berçav zindana em têde girtîne.
Weke tê zanîn bi derbeya 12’ê Îlonê re bi dehhezaran şoreşger, welatparêz û dilsoz hatin girtin û di îşkenceyan re hatin derbaskirin. Her çi qasî rejîm weke hêzeke xurt dihat nîşandan jî di rastiyê de rizandin û qelsiya xwe dijiya.
Bi darbeyê re Zindana Amedê bi şoreşger, welatparêz, dilsoz û kadroyên pêşeng hatin dagirtin. Û rastî îşkenceyên giran hatin. Xwestin di şexsê wan de Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd tune bikin. Armanc tevahiya gelê Kurd bû. Ji ber

120

vê yekê şerê di nav çar dîwaran de wê demê dihat kirin, tolhildan û hesabpirsînek dîrokî bû.
Dijmin dixwest her tiştî di zindanê de tune bike. Dixwest gelê Kurd ê rabûye ser piyan di Zindana Amedê de tune bike. Hewl dida vê bi sê rêbaz û di sê merheleyan de pêk bînin.
A yekemîn hemûyan bi rêbaza îşkenceya giran teslîm bigirin. Piştî teslîm hatin girtin bi merheleya duyemîn re bêşexsiyet bikin. Bi merheleya sêyemîn re bi awayekî bikin îtîrafkar û xayîn. Dixwestin bi vê polîtîkayê re pêşengên PKK’ê û hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Lê li hemberî vê, kadroyên pêşeng ên partiyê hemû hewldanên wan vala derxistin.
Berxwedana Mazlûman, Xeyriyan, Kemalan û Çaran a bêhempa polîtîkayên 12’ê Îlonê û dewleta dagirker bêfonksiyon hiştin. Berxwedan û çirûska bi şeva 21’ê Adarê re ji aliyê Kawayê Hemdem (Mazlûm Dogan) ve hat destpêkirin û bi şîara, “BERXWEDAN JIYAN E” berdewam kiribû, bi bedena ÇARAN hat gurkirin û 14’ê Tîrmehê bi Rojiya Mirinê ya Mezin re gihişt encamê û hemû pratîkên dijmin vala hatin derxistin.
Pergal îro jî ji her alî de tê ser eniya zindanan. Jixwe dema dixetime rasterast êrîşî zindanan dike. Dibe ku weke berê nikare êrîşên fizîkê li ser me pêk bîne, lê bi sirgûn û tiştên din rêxistinbûna me serûbin dike. Ji lewra pergal tişta di berxwedana zindanê de asteng kir, rêxistinbûna wê bû. Her çi qasî bi şerê psîkolojîk û medyayê xwest vê rêxistinbûnê bişkîne jî nikarîbû. Jixwe piştî wê pêvajoyê sirgûnan dest pê kir. Dixwazin kesên di zindanên welêt de mane jî bi paket û azadiya sexte bidin sekinandin.
Weke tê zanîn rejîm dixwaze kesên girtî di zindanê de jî ji hemû derfetan mehrûm bike û cih li wan teng bike. Ji ber ku mirov hebûnek metafizîk e û bunya wî meyldarê tişta jê mehrûm e, bi demê re tişta jê mehrûm maye weke pêdivî û azadî dibîne. Ango derve weke cihê azadiyê digire dest.

121

Lê weke tê zanîn Rêber Apo di parêznameya xwe ya pêncemîn de dibêje, “Li cihê esaret lê hebe azadî nîn e.” Ji ber vê yekê rejîm vê li hemberî kadroyên mayî, di zindanê de bi paket û azadiya sexte dide kedîkirin. Ev jî gelek caran hêviyên vala di kadro de dide çêkirin.

Xala ku rejîm û şoreşgeran tîne pêşberî hevdu xala fêmkirina paketan a polîtîkaya dewletê ye. Li gorî wê polîtîkaya qirêj li ber xwe didin û polîtîkaya wê vala derdixin. Ji bo vê yekê mirov dikare berê xwe bide dîroka berxwedana zindanan. Dema mirov li polîtîkayên rejîmê dinihêre, dibîne ku li şûna şîdeta vekirî, pêkutî û îmhayê derfetên jiyana ji me re berfireh dike. Bêguman vê jî weke rehabîlîtasyonê digire dest. Dizane ku roja îro çi qasî girtiyan tengav bike, tundî û pêkutiya li ser wan bimeşîne, wê ew qasî zerarê bide rejîmê; tevger û kadro xurt bike. Ji ber vê yekê rejîmê, îro di zindanan de polîtîka guhertiye. Ji bo vê jî divê weke Rêber Apo gotiye, “Em ê dijminê xwe bi terzê jiyana xwe bi bin bixin.” Ango heya em di jiyanê de bi ser nekevin ne gengaz e em dijminê xwe têk bibin.

 

 

 

 

 

122

Vejîn

Li Rojhilata Navîn dema mijara axaftinê bibe mêtingerî, tevkujî, xiyanet û berxwedan, yekser Kurdistan û gelê Kurd tê bîra mirov. Bêguman divê mirov gelên mîna Filistîn, Cezayîr û Ermenî jî ji bîr neke. Lê belê mêtingerî, tevkujî, xiyanet û berxwedana tu gelan ne mîna ya gelê Kurd e. Em dikarin wek mînak 28 serhildanên bi xiyaneta navxweyî dawî li wan hatiye bidin. Ji îsyana yekemîn a sala 1806’an a Babanzade Ebdurrehman Paşa bigire heya ya Dêrsimê sala 1937’an her yekê bi xwe re trajediyên mezin anîne. Hemû ji ber bêpergalî, bêtifaqî, xiyaneta naxweyî, aliyê hestyariya olî, piştgirêdana bi hêzên derve û bêserokatî bi ser neketine.

Jixwe piştî serhildana dawî ew qasî hêvî şikestine ku gel ji navê Kurd û Kurdistanê direve. Dewleta mêtinger jî ji bo hêviyên gelê Kurd yekcar tune bike, gorek xeyalî li çiyayê Agirî çêdike û dibêje, “Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin.” Tişta herî sosret Kurdan bi xwe jî ji vê bawer kirine.

Nediket fikra kesekî ku mirovek rabe bêje, “Kurdistan mêtingeh e” û li hember vê mêtingeriyê divê bi tundî xebat bê kirin heya Kurdistan azad bibe.

123

Komekê 27’ê Mijdara sala 1978’an partiyek bi navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kirin. Ev partiyek çawa bû û li ser kîjan zemînî ava bû, xwe dispart kîjan hêzan? Ji bo ku bersiva van pirsan bê dayîn berî her tiştî divê salên beriya 1978’an em bînin ber çavan. Kurd û Kurdistan di rewşeke çawa de bû? Bi rastî ji ber ku gelek ji me beriya 1978’an tune bûn an jî nayê bîra me em baş nizanin Kurdistan di rewşeke çawa de bû. Lê belê li gor pêşiyên me ji me re gotin û pirtûkên me xwendin rewşa Kurd û Kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçû.

Wê demê weke îro gotûbêj û nîqaş ne li ser konfederalîzmê, xweseriyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bûn. Gotûbêj li ser hebûn û nebûna Kurd û Kurdistanê bûn. Kurd hene yan na û eger hebin, çawa ne? An jî nîn in. Kurd xwe bi xwe li ser hebûn û nebûna xwe diaxivîn. Bêguman hinek partî û hevkaran ev ji bo xwe wek pêşketinê didîtin. Jixwe rewşên ji wê rewşê xerabtir, ji vê êşê girantir tune ne ku mirovek li ser hebûn û nebûna xwe bi xwe biaxive. Civakek bêje, ez heme yan tune me, ew civak jixwe miriye û tune ye. Kurdên beriya sala 1978’an di rewşek wisa de bûn.

Di wê dîrokê de Kurdên ji Kurdîtiya xwe û dîroka xwe nedireviyan hema hema tune bûn. Tenê nedireviyan heman demê dijminê ziman û nasnameya xwe bûn. Nasnameya Kurdan bibû agir û ketibû bedena wan. Her malbat di nav têkoşînê de bû ku xwe ji nasnameya Kurdî rizgar bike. Ji bo ji vê nasnameyê rizgar bibe berdêl pêwîst bûn. Kurd bi dana vê berdelê razî bûn. Ji lewra malbat û eşîrên Kurd li hember hev ketibûn nav pêşbirkê da ku eslê xwe înkar bikin û secereya xwe bigihînin malbatek Tirk, Ereb û Ehlî-beyt.

Bi kurtasî Kurd li hemberî rastiya xwe ker, kor û lal bûn. Hêvî nemabû, baweriya tu kesî bi kesî nedihat. Di nav malbatê de her kesekî aliyek digirt, yek noker û hevkar, yek ajan, yek jî Kurmanc bû.

Bêhna mirinê ji Kurdistanê dihat û ev bêhn jî li her kesî xweş dihat. Di pêvajoya beriya 1978’an de dema carinan beh-

124

sa azadiya Kurdistanê dihat kirin, hema bêje her kes pê nerehet bû.

Li ser serhildana dawî re çil sal derbas bibû, her kesek di nav bêdengiyeke mirinê de bû. Ji bilî ciwanekî serhildêr û çend hevalên xwe. Bi wî ciwanî û hevalên wî re PKK’ê deng veda, Kurdistan ronî kir û bû hêviya gelê Kurd. 27’ê Mijdara 1978’an bû VEJÎN’a gelê Kurd. Vejîna PKK’ê dara hişk, hêviyên hişk ji nû ve heşîn kir.

Divê gelê Kurd 27’ê Mijdarê tenê weke avabûna partiyeke ji rêzê nenirxîne. Eger wer bê nirxandin wê kêm bimîne. PKK heman demê mudaxeleyî jiyana xelet kir. Bi awayekî din mirov dikare bêje 27’ê Mijdarê rabûna Kurdê di gorê de bû. 27’ê Mijdarê gotina Adorna ya “Jiyana xelet rast nayê jiyîn” ji gelê Kurd re got û ew ji vê rêya xelet vegerand.

27’ê Mijdarê û têkoşîna li hember feodalên Hîlwan û Siwêregê bandorek mezin li ser gelê Kurd çêkir. Heman demê dewleta mêtinger jî êdî dizanî PKK jidil e û ji ber vê derbeya leşkerî pêş xist. Gelek kadro û pêşengên PKK’ê hatin girtin. Her çi qasî ji bo ewlekariyê PKK’ê xwe kişandibe derveyî sînor jî, vê carê girtiyên PKK’yî di Zindana Amedê de bi bedena xwe ya ji êgir mêtinger şewitandin û têkoşîna gelê Kurd berdewam kirin. Lehengên wek Mazlûm, Çaran, Kemal û Xeyrî canê xwe kirin mertal û têkoşîna gelê Kurd bilind kirin. Hevalê Kemal ku got, “Em ji jiyanê ew qasî hez dikin ku di oxira wê de dimirin”, li aliyê din hevalê Xeyrî ku digot, “Li ser kêla gora min, deyndar çû binivîsinin” nedihişt hêviyên gelê Kurd tune bibin û gel radikir ser piyan.

Dengê li Zindana Amedê digihişt çiyayên Kurdistanê û Apociyan. Diviyabû rojek beriya rojekê bersiva Zindana Amedê hatiba dayîn û pêngava şerê çekdarî dest pê kiriba.

Rêber Apo soza ji bo tola şehîdên Zindana Amedê 15’ê Tebaxa 1984’an anî cih û gule berda dewleta mêtinger. Gule û şeva 15’ê Tebaxê hem dewleta mêtinger hem jî gelê Kurd matmayî hişt. Dewleta mêtinger ji aliyekî ve digot, “Ev kî ne

125

radibin şerê artêş û dewleta bi nav û deng dikin?” li aliyê din jî Kurdan digot, “Teqez Kurdistana heyî jî qediya.” Hinekan jî digot, “Şêx Seîd du cenderme kuştin, dewletê nîvê Kurdistanê xera kir. Apociyan du qereqol rakirin kî zane bê dewlet wê çi bike?..”

Serokkomarê dewleta faşîst bi rêya TV û radyoyan gef li ser gefan li PKK’ê û gelê Kurd dixwar. Digot, “Bila bên radestî me bibin an jî em ê cîhanê bi serê wan de hilweşînin.” PKK’ê guh neda tu gefan. Her roj bi dehan cenazeyên leşkeran bi ser artêşa bi nav û deng û serokkomarê faşîst de rê dikir. Dewleta mêtinger şaş û gêj bibû, li hember PKK’ê. Hesabê wê yê li malê û sûkê jî hev nedigirt. Ne serokê vê serhildanê wek serokên serhildanên din bû, ne jî şervanên vê serhildanê wek şervanên serhildanên din bûn.

PKK’ê şerê klasîk ê bav û kalan ê kozikan nedikir ku dewleta mêtinger pêşiyê lê bigire û aqûbeta wan jî weke 28 serhildanên din be. PKK’ê şerek nûjên ê gerîla li çiyayên Kurdistanê dabû destpêkirin. Her roja diçû bi taktîkên diyalektîk ew şer dewlemend dikir.

Bi avabûna PKK’ê re li Rojhilata Navîn şoreşek nû pêk hat. Gelên ku bi salan di bin zilma dogmayan, oryantalîzm û nokerên dewletên Rojava de rakir ser piyan. PKK’ê Kurdên ber bi qirkirinê ve diçû rizgar kir.

Bi avabûna PKK’ê, keda Rêber Apo û hezaran şehîdan re gelê Kurd di roja me de li qada navneteweyî bûye gelê herî bi rûmet.

27’ê Mijdarê vejîna gelê Kurd e. Kurdê ku demekê ji Kurdîtiya xwe şerm dikir îro pê serbilind e.

Serhildana azadiya gelê Kurd ji bo parçekirina pergala mêtingeriya ketibû rê bi PKK’ê re bû dîrok û di dilê mêtingeran de bû êş û ev êş wê bibe dawiya wan.

PKK’ê di vî şerê 34 salan de diyar kir ku alîkariya hêzên mîna DYA, NATO û xiyaneta navxweyî nebûya wê gelê Kurd îro azad jiyaba. Lê belê armanc û hêviya me heye ku 35. sal-

126

vegera damezrandina PKK’ê wê azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi xwe re bîne.

Ji ber vê 35’emîn salvegera “VEJÎN”ê di serî de li Rêber Apo, girtiyên zindanan, gerîlayên serê çiyayan û bi taybetî li pakrewanên Kurdistanê pîroz be…

 

  

 

Rexne û Xwerexnekirin

Rexne û xwerexnekirin di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de çeka herî esas e. Di dîroka Tevgerê de têgehên herî zêde tên bikaranîn heman demê têgehên ku Tevgerê li ser piyan digire jî, mirov nikare bêje bi temamî baş, rast û di cih tên bikaranîn. Ji lewra divê têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî bi vê mekanîzmayê bikeve pratîkê. Lê belê mirov nikare vê ji bo roja îro bêje. Ev jî pirsgirêkek mezin e û pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em dibêjin, em têkoşîneke îdeolojîk û rêxistinî dimeşînin. Lê belê, pratîka me vê nabêje. Ji ber vê divê çeka rexne û xwerexnekirinê rast bê bikaranîn. Em vê çekê çi qasî baş bi kar bînin, em ê ew qasî xeta têkoşînê ya îdeolojîk û rêxistinî pêş bixin. Ji ber vê yekê zimanê rexne û xwerexnekirinê pir girîng e.

Ji bo mirov rexne bike divê van mijaran di xwe de nehewîne. Yanî dema mirov şaşiyekê bibîne û rexne bike, divê ew şaşî heman demê di mirov de nebe. Eger heman şaşî di te de hebe, rexnekirina te wê bêmane be. Ji ber kesa/ê pêşberî te jî wê rexneyê napejirîne. Bi rastî yek ji sedema negihiştina encama rexnekirinê jî ev e. Ji ber vê yekê ji rexnekirinê zêdetir mirov dikare bêje ev gilî û gazinc e. Ji lewra ew bi xwe wê

127

dijî. Ji ber vê ye ku em dibêjin, rexnekirina em dikin ji sedî 90’î zêdetir gilî û gazinc in. Cudatiya di navbera rexnekirin û gilî û gazincan de çi ye? Rexnekirin şaşiyên li hember xeta partiyê tên kirin in û li şûna van şaşiyan bicihkirina ya rast e. Gilî û gazinc jî gotinên wê deqeyê bên ser ziman in û mirov bêje, “Ez vê dixwazim, ev divê wisa be, tu wisa dikî…” tê maneya tişta ku mirov bi xwe nake bi yekî din dide kirin. Jixwe anîna ziman bi xwe jî ne terzê rexnekirinê ye. Bi rastî ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de ew qasî hatiye pelçiqandin û xwe bi xwe nebûye çare, timî zimanekî bi gilî û gazinc ketiye dev. Her çi qasî di têkoşîna 30 salan de hinek hatibe derbaskirin jî hê ev di me de berdewam e. Heta ev gelek caran dibe mîsîlleme jî.

Pirsgirêkek din jî di kadroyan de heye. Ji rexne û xwerexnekirinê ditirse, direve û xwe vedişêre. Lê divê neyê jibîrkirin ku kesê nikare vê çekê bi kar bîne, ne pêkan e xwe perwerde jî bike. Rexne û xwerexnekirin tenê di platform û civînan de wî perwerde nake. Serokatî bi vê rexne û xwerexnekirinê gihiştiye roja îro. Ev bi xwe dibêje, “Her roj ez 40 caran hewl didim ku xwe bidarizînim. Ango xwe rexne bikim.” Lê mixabin ev di me de nîn e.

Divê mirov rexne û xwerexnekirinê weke paqijî, serşûştin û hwd. bigire dest. Çawa ku dema avek di golekê de dimîne diguhere, kefz digire, mirovê xwe nedarizîne jî dibe weke wê ava sekinî û kefz digire.

Lenîn dibêje, “Mirovê bi aqil ne yê şaşiyan nake. Jixwe mirovên wer di dinyayê de nîn in. Mirovê bi aqil şaşiyên mezin nake. Şaşiyên xwe yên biçûk jî beriya her kesî dibîne û sererast dike.”

Wê demê eger em bixwazin bikevin vê polê, divê em çeka rexne û xwerexnekirinê li ser esasê xeta partiyê bi kar bînin, ne bi zorê.

Kêmasiyeke me yan din jî ev e ku hinek ji me rexneyan qebûl dikin, hinek qebûl nakin. An jî eger hûn rexneyan li min

128

bikin, bila li gor min be. Ji ber vê yekê bersiva ji rexneyan re ne xwerexnekirin e; qebûlnekirin e. Dixwazî bila qebûl bike, dixwazî bila qebûl neke, ew pirsgirêka wî ye. Mîna weke pêre bazarî tê kirin. Ango bi partiyê re bazarê dike. Çi ye? “Ez vê rexneyê rast nabînim.” Jixwe eger tu rexneyê rast bibînî tu wê şaşiyê nakî. Eger tu bê rexnekirin, wê demê te şaşî kiriye. Te şaşî kiriye ji ber ku te nezaniye şaşî ye. Ji lewra kesê bi zanebûn şaşiyan dike dîn e. Eger em ne dîn bin, em bi zanebûn şaşiyan nakin. Wê demê ew şaşiyên me kirin, bêyî îradeya me hatine kirin. Ji ber vê yekê ez vê qebûl nakim. An jî niyeta min ne ev bû ku tu guhertinê nake. Dibe ku te li gorî xwe rast kiribe, lê li gorî partiyê şaş e. Ji ber vê yekê rastiyên me û partiyê ne weke hev in. Divê ferd xwe li gorî partiyê eyar bike.

Pîvana rexne û xwerexnekirinê wê çawa be? An wê li gorî şexsan be yan jî li gorî xeta Serokatiyê û partiyê be? Bêguman divê li gorî xeta Serokatiyê û partiyê be.

Encama ku mirov jê derxe ev e; mirov vê rêbazê di cih û dema wê de bi awayekî rast bi kar bîne. Eger em rexne û xwerexnekirinê bi kar neynin. Wê demê sekna me ya di nav partiyê de bêwate ye. Eger tu rexne nekî û aqil jê negirî wê demê wê kî te perwerde bike? Pênase; perwerde jiyana rast û xebata serketinê ye. Eger tu dersekê ji van kêmasî û şaşiyan dernexînî tê bi ser nekevî. Ango nêzîkatiyeke te ya rexne û xwerexnekirinê wê ne bi tenduristî be. Wê demê tê nikarîbî xwe perwerde bikî. Piştî ku tu xwe perwerde nekî tu nikarî guhertin û veguhertinê jî di xwe de çêbikî. Rêbaza vê tiştê ya esasî rexne û xwerexnekirin e. Ya yekemîn divê nêzîkatiya girtîbûn û fikaran bê derbaskirin. A duyemîn divê armanca rexne û xwerexnekirinê bi rêbazeke rast bê bikaranîn. Yanî li gorî xeta Serokatiyê bê bikaranîn. A sêyemîn jî divê mirov di vê mijarê de wêrek û bi biryar be. Zehmet e, lê rêya me bibe serketinê ev e. Ji lewra tevayî têkoşîna jiyanê zehmet e. Ma têkoşîna siyasî û leşkerî gelekî hêsan e? Na. Zehmetî li vir jî hene. Ji bo karibin van zehmetiyan bidin derbaskirin çi qas

129

têkoşîn tê kirin? Ji bo zehmetiyên rexne û xwerexnekirinê jî bên derbaskirin divê mirov ew qas berxwedêr, wêrek û fedakar be. Ji bilî wê tu rêyên wê nîn in. Eger mirov bêje zehmet e û bireve wê demê mirov xwe li hember partiyê dide girtin. Ji ber vê yekê divê em rexne û xwerexnekirinê baş fêm bikin.

Rexne û xwerexnekirin rêbaza xeta têkoşînê ya îdeolojîk û rêxistinê ya herî esasî ye. Em çi qasî rast nêzî vê rêbazê bibin û bi kar bînin wê ew qasî têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî pêş bikeve û wê encam jê were derxistin. Ji bilî wê pêş nakeve. Ji ber vê rast bikaranîna rexne û xwerexnekirine li her deverên jiyanê pir girîng e. Di vê mijarê de uslûb pir girîng e. Wiha tê gotin: “Zimanê xweş mar ji kuna wê derdixe.” Ji ber vê yekê di mijara rexne û xwerexnekirinê de uslûb mûhîm e. Bala xwe bidinê, di nav tevgera PKK’ê de çi kesî bi qasî Serokatiyê rexne nekiriye, lê rexneyên Serokatî timî hêz dane kadroyên PKK’ê û tevgera wê. Lê belê, di roja me de rexneyên me yên gelek hevalan mirov nerehet dike û diêşîne. Rexneya hevalên xwe biêşîne bêwate ye. Rexne eger bandorê li ser hevalê pêşberî te neke û bibe bertek çi encamê nagire. Ji ber vê yekê divê cih û dem baş li ber çavan bên girtin. Ji lewra rexneya ne di cih û dema wê de li şûna bandorê wê bertekê derxe. Eger cih û dema wê baş bê diyarkirin wê bigihêje encama xwe. Wê demê divê em baş zanibin ku rexne ne ew e ku çi dema mirov bixwaze devê xwe veke û tişta mirov bixwaze bêje. Rexne û xwerexnekirin karekî cidî ye. Ji ber vê divê mirov pir baldar be.

 

 

 

 

130

Jon Manqurd

Tê gotin ku di dîrokê de gelekî qedîm, dewlemend, aram û kêfxweş li ser erdnîgariya Asyaya Navîn li welatê Sari Ozekê hebû. Ev welat ew qasî dewlemend e ku timî bala gelên cuda kişandiye. Yanî xeyalê her gelî ye. Lê ji ber ku gelê li welatê Sari Ozekê bi tifaq û xweşmêr in tu caran serî li ber kesî danaynin û vî welatê xwe yê xweş bi dest kesî ve bernadin. Ev rewşa aram û bi tifaq demeke pir dirêj dewam dike. Gelekî bi navê Juan-Juana ku koçber, nijdevan û li ser pişta hespan tê dibe mêvanê vî gelî û welatî. Destpêkê ev gelê wek mêvan dibêje, “Em koçber in. Ava welatê me kêm bûye, ji bo ajalên me ji dest me dernekevin û telef nebin, em ê heya biharê bimînin. Helbet baca vê çi be jî em ê bidin.” Gelê Sari Ozekê jî ji ber niyeta vî gelî ya xerab nizanin, dibêje, “Madem li welatê we xela heye û erd jî erda Xweda ye bimînin.” Piştî van gotinan bêhna gelê Juan-Juana fireh dibe û xîmên dagirkeriya vî welatî hêdî hêdî datînin. Ji lewra gelê Juan-Juana niyeta xwe ya vî welatî dagir bikin ji zû ve xera kiriye. Destpêkê çend keçên xwe yên bedew didin serokeşîrên derdorê da ku dengên muxalif qut bibin. Jixwe piştî xizmtiya bi van eşîran re gelê Juan-Juana jî bi hêz dibe. Her çi qasî demsal û sal derbas dibin jî gelê Juan-Juana ji ber piştgiriya xizmên xwe yên

131

eşîrên Sari Ozekê nema ji vî welatî diçin. Êdî gelê Juan-Juana xwediyê vî welatî ye.

Piştî çend salan gelê Juan-Juana ew qasî bi hêz dibe ku êdî xaka hin welatên cîran jî bi ser erdnîgariya Sari Ozekê ve zêde dike. Bi demê re hemû welatên cîran dagir dike û Sari Ozekê dike mêtingeh. Gelê Juan-Juana ji talan, dagirkerî û mêtingeriya welatên cîran û Sari Ozekê zêdetir, îşkenceyê bi ciwanên Sari Ozekê dike. Ev îşkenceya bi kar dianîn li tu welatên dinyayê nehatibû dîtin û bikaranîn. Heya wê rojê zalimên wek Nemrûd, Firewn û Dehaqan jî ev metod li ser mirovan nemeşandibûn. Ango nexwestibûn vê hovîtiyê li ser mirovan bimeşînin.

Ciwanên ji aliyê leşkerên Juan-Juana ve dîl dihatin girtin, li wargeheke derveyî bajêr dihatin komkirin. Piştre jî ew ciwan li gor hêz û hunera wan ji hevdu cuda dikirin. Kesên bi kêrî karên wan nedihatin dibirin li bazarên koleyan difirotin. Ev kesên wek kole dihatin firotin ji yên li wargehê diman hê bextewartir bûn, ji ber hêviyek wan a azadbûnê timî hebû. Ji bo yên li wargehê êdî rêyeke dûr û dirêj a man-nemanê xuya dikir. Eger gotin li cih be, ev ciwan wê yek bi yek li ser Pira Siratê re derbas bibûna. Helbet ê derbas jî biba wê aîdî cîhanek din bûya.

Serê ciwanên li wargehê ji aliyê celad û zebaniyan ve bi jîletê dihatin qusandin, paşê çend deve dihatin serjêkirin, çermê wan deveyan li gorî serê wan ciwanan dihatin qutkirin, û weke kulav dikirin serê wan ciwanên nû gihiştî ku hê di navbera 15-20 salan de bûn. Paşê ji bo serê xwe nexurînin an jî bi derekê ve nedin, stûyê wan dikirin nava mengeneyekê. Herî dawî ew ciwan heft roj û heft şevan bêav û bêxwarin bi awayekî girêdayî li ber tava çileyê havînê dihiştin.

Piştî roja heftan gelek ji wan ciwanan jiyana xwe ji dest didan. Ciwanên di vê ezmûnê re derbas dibûn, êdî hişê xwe winda dikirin û diketin rewşa zarokên du-sê salî. Ji ber vê kêmaqiltiya wan destpêkê kê av û zad bida wan an jî ew ser-

132

kulav ji serê wan derxistibana ew kes, ji xwe re bav, xwedî û rizgarker dihesibandin. Lewma koleyên bi awayî bi dest kesî nediketin. Ji lewra ji bilî van kesî eslê xwe, dê, bav û welatê xwe înkar nedikirin. Ji van cinsên kole re digotin, MANQURD. Ji bo van heba heba xwediyê wan girîng bûn. Dema şaşîtiyek kiribana ku ji wan re digotin, “Hûn ne ji gelê Juan-Juana ne, dê û bavê we ne ev kes in” dixeyidîn. Digotin, “Em Juan-Juanayên nû ne.” yanî Jon Juan-Juana. Timî eslê xwe, dê û bavê xwe înkar dikirin. Heta hinekan diya xwe ya ew aniye dinyayê ji ber berjewendiyên xwediyê xwe dikuştin.

Ev efsane ji aliyê nivîskarekî navdar (Cengîz Aymatov) ve di sedsala 19’an de hatiye nivîsandin. Efsane û çîrok rast e yan jî mîtolojî ye, em zêde li ser ne xwedî agahî ne. Jixwe me zêde eleqedar jî nake. Ya me eleqedar dike ev e ku mirov dibêje qey nivîskar dîroka têkiliya Kurd û Tirk a rast rû daye girtiye dest. Dema mirov bi awayekî kûr li ser diponije, di dîroka 1071’ê dema Tirk li ser pişta hespan weke toka lanetê ketin welatê Kurdistanê tê bîra mirov. Ji lewra mirov cudabûnek zêde di navbera gelê Juan-Juana û Tirkan, gelê Sari Ozek û Kurdistanê de nabîne. Tirk dema ji deriyê Melazgirê re dikevin welatê Kurdistanê koçber, nijdevan in û li ser hespan in. Ev bi alîkariya hinek eşîrên hevkar li Kurdistanê dimînin û paşê Kurdistan dikin mêtingeh. Piştî 1923’yan gelê Kurd yekcar ji Kurdistanê bêpar dikin. Ji sala 1970’an û pê ve di bin navê Dibistanên Şevînî (YÎBO)’yan de xîme manqurdiyê li Kurdistanê tê avêtin.

Dibe ku hinek bêjin, cudabûna di navbera manqurdên wê demê û şagirtên dibistanên şevînî kesên wek Huseyîn Çelîk, A. Kadîr Aksû, Necmettîn Cevherî, Vahît Kîler, Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û hwd. hene. Rast e! Lê belê li şûna gergûnkê, îro kravatên bi reng in. Bi rastî mirov ji vê cudabûnê zêdetir nikare cudabûnek din a wan bibîne. Ew jî weke wan eslê xwe înkar dikin. Ji ber tenê kravata wan cuda ye mirov dikare bêje Jon Manqurd.

133

Tişta îro gelê Kurd bikare bike û pêşiya van Jon Manqurdan bigire tenê berxwedan e. Ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin Rêber Apo di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de wiha dibêje: “Civaka ciwanên xwe windakirî yan jî berevajî ciwanên civaka xwe windakirî ji têkçûnê wêdetir mafê xwe yê hebûnê bi xwe winda kiriye, îxanet pêre kiriye. Piştre ya mayî rizîn, ji hev belavbûn û tunebûn e.”

Ji ber van agahiyên Rêbertî û ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin û Jon Manqurdên nû dernekevin pêwîst e, gelê Kurd li dijî dibistanên faşîstan berxwedanek topyekûn bidin meşandin. An jî heya çend salên din li wan dibistanan bi hezaran manqurdên nû wê bên afirandin.

Bila tu kes nebêje dem ne ew dem e û nikarin çermên deveyan bikin serê me û zarokên me. Her roj bi milyonan zarokên Kurd ku sonda dewleta faşîst dixwin, hewceyî gotinê namîne.

 

 

 

 

 

 

134

Bandora Guleya 15’ê Tebaxê

Kurdistana ku ji destpêka mirovahiyê ve tim wek dergûşa şaristaniyê û bexçeyê cennetê hat binavkirin, di sedsala mirovahiyê ya 19’emîn û 20’emîn de ji ber dagirkeran êdî bi komkujiyê, mêtingeriyê, xiyanet, bêtifaqî û dojehê hat pênasekirin. Mînaka vê ya herî berbiçav 28 serhildanên gelê Kurd in ên di van dused salan de ji aliyê dagirkeran ve bi trajediyên mezin hatin tepisandin. Ji lewra dema mirov berê xwe dide serhildana yekemîn a Babanzade Ebdurrehman Paşa (1806)’an heya ya Dêrsimê (1937)’an ya dawî, her yek ji ber sedemên bêtifaqî, bêpergalî, bêserokatî, tehemûlnekirina hevdu û xiyanetên navxweyî trajediyên mezin bi xwe re anîne. Ji ber vê yekê dema li Rojhilata Navîn mijar bibe, dagirkerî, mêtingerî, komkujî, xiyanet, bêtifaqî, trajedî rasterast Kurd û Kurdistana sedsala 19’emîn û 20’emîn tê bîra mirov. Helbet lehengî û berxwedan jî di van dused salan de pêk hatine. Lê ji ber kêmasiyên wan ew qasî pir in lehengî û berxwedana wan jî wek kêmasî xuya dike.

Kêmasiyên pêşengên serhildanan li pey xwe gelek trajediyên wek Geliyê Zîlan, Sason û Dêrsimê jî hiştibûn. Van komkujî û trajediyan hêviyên Kurdên mayî jî tune kiribûn. Ji ber vê şikestina hêviyê, dema mirov berê xwe dide rewşa Kurdistana beriya salên 1970’î mirov çi nîşaneyên jiyanê lê

135

 nabîne. Hêviyên azadiyê danîne aliyekî, gelê Kurd di xewn û xeyalên xwe de gotina Kurdistanê jî nabîne.

Li tevahiya welêt talan, xiyanet, dejenerebûn, asîmîlasyon û wêrankirin serwer bû. Nîqaş wek îro ne li ser Başûrê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan û xweseriyê dihatin kirin. Nîqaş li ser hebûn û tunebûna Kurdan dihatin kirin. Wê demê rayedar û teorîsyenên Tirkan koka Kurdan bi Ûral Altay, Ergenekon û xwediyê dêleguriyê ve girê didan. Li gorî teorîsyenên şelaf û pirtûka teoriya zimanê rojê “Gelekî bi navê Kurd tune ye. Ev gelê ku ji wan re dibêjin Kurd bi eslê xwe Tirk in. Ji ber van Tirkan jiyana xwe li çiyayan derbas kirine û dema li ser berfê meşiyane ku dengê kart-kurt dihat, navê wan bûye Kurd. Eger zimanê wan ê biyanî bê qedexekirin û zarokên wan di perwerdeya zimanê Tirkî re derbas bibin, wê bên sêra berê ango wê bibin Tirkên esîl.” Ji ber vê jî ji kesên bi Kurdî diaxivîn cezayê pereyan dibirîn. Serê her peyveke Kurdî cezayê pereyan digirtin. Nasname û zimanê Kurdî bibû êgir û ketibû pêsîra hinek Kurdan. Her malbat û eşîra Kurd, hewl dida rojek beriya rojekê xwe ji vê nasnameyê û zimanê Kurdî xelas bike. Ji bo vê jî berdêl pêwîst bû. Hinek malbat û eşîrên Kurd bi dayîna vê berdêlê jî razî bûn. Ji ber vê jî gelek malbatên Kurd eslê xwe înkarkirin, ketin pey secereyên qewmê pêxas û Ereb. Malbata secereya wan ne gihiştiba Ehlî-beyt ji wan re digotin, Kurmancên Kêm. Jina xwedawend di vê zagonê de wek zeviya mêr dihat binavkirin. Ango qîmetê wê di bin gayê cot re bû. Li şûna “heval û hevrê” ya îro “ez xulam û ezbenî” dihat bikaranîn.

Li ser serhildana dawî re çil sal derbas bibû. Ji 28 serhildanan yek jî bi ser neketibû. Bi ser de jî her yekê trajediyên mezin bi xwe re anîbû. Di van serhildanan de herî kêm 200 hezar Kurd hatibûn qetilkirin û bi hezaran jî hatibûn sirgûnkirin. Serok û pêşengên serhildanan li ber çavên wan li meydanên wek Amed, Dêrsimê di sêdaran de ji aliyê dijmin ve hatibûn darvekirin. Ev qas jî ji bo gelê Kurd têr nedîtibûn. Ji

136

 bo gelê Kurd careke din qala Kurdistanê neke û serî li hemberî wan raneke Kurdistan li çiyayê Agirî xistibûn gorekê û çîmento bi ser de rijandibûn. Ango hêviyên Kurdistana azad tune kiribûn.

Li gorî xwe digotin, ne gengaz e êdî çi kes li hember vê dewleta bi nav û deng serî rake. Dewleta Faşîst çi qasî ji xwe razî bû, gelê Kurd ew qasî ji xwe bêhêvî bû. Gelê Kurd bi qedera xwe re rûbirû mabû. Her tişt li benda qedera xwe hiştibû. Axatî û xulamtî jî kiribûn qeder û serê xwe ditewandin. Di her malbateke Kurd de hevkarekî hêzên serdest hebû. Êdî bêhna mirinê ketibû cennetê ango Kurdistanê. Eger gotin li cih be li Kurdistanê serdema koletî, feodalî û tariyê bi hev re dihat jiyîn. Ne di fikra kesî de bû ku gelê Kurd ji vê bêdengiya mirinê şiyar bike û ji vê tariyê rizgar bike…

15’ê Tebaxa 1984’an guleya Fermandar Egîd Kurdistan ronî kir. Ev gule heman demê ji Kurdan re bû nefesa jiyanê û berxwedana Kurdan weke pêlên deryayê berfireh bû. Tirsek mezin kir dilê dewleta mêtinger û pergala dagirkeriyê jî têk bir. Vê guleyê heman demê teoriya fizîkzanên kuantumê ya dema perperîk baskên xwe li hev dixe li Nîkaraguayê bahoz pêk tê bi civakê da pejirandin. Lewra guleya Fermandarê Nemir Egîd jî bi mûcîzeyeke bi qasî wê teoriyê bandor li ser hemû Kurdên cîhanê kir.

Ji ber vê jî kesê ku bibêje ez Kurd im, pêwîst e li hember vê çalakiyê û guleyê rêzdar be û bibe şopdarê armanca xwediyê vê çalakiyê. Ji lewra çalakiya 15’ê Tebaxê weke çûka Ankayê hişt ku Kurd ji nû ve ji xweliya xwe çêbibin. Çalakiya 15’ê Tebaxê Kurdê ji nasnameya xwe şerm dikir serbilind kir. Guleya 15’ê Tebaxê jinên wek Bêrîvan, Ezîme, Bêrîtan, Zîlan û bi hezaran jinên leheng afirand. Çalakiya 15’ê Tebaxê bû xîmê Kurdistana xweser û tifaqa hemû Kurdan.

Em jî weke şagirtên Fermandar Egîd careke din soz didin Rêber Apo, Fermandarê Nemir Egîd û hemû şehîdên şoreşê

137

em ê girêdayî bîranîna wan bin û şewqa vê guleyê wê timî pêşiya me ronî bike heya serketinê.

 

 

 

 

 

 

“Di dîroka dewleta faşîst a Tirk de kîjan partî û pergal hatibe ser textê desthilatdariyê, nêrîna wê ya têkildarî gelê Kurd nehatiye guhertin. Timî hewl dane gelê Kurd tune bikin. Ango li gorî wan ‘Kurdê baş ê mirî ye.’”

 

Mehmet Tunç

 

138

 

Ji bo Bîranîna Fermandar Sadiq û Hevalên wî

Li Kurdistanê û bi taybetî jî li çiyayên wê bihar bi meha Adarê tê nasîn. Di vê mehê de çiyayên Kurdistanê ji xemla spî xelas dibe û rengê wê yê esmerî vedigere rengek heşîn û rengareng. Axa wê ya pîroz ji xewa giran radibe, bi sosin, beybûn, nêrgiz, rêvas û hemû kulîlkên xwe weke jîna Kurdan bi cejna Newrozê xwe dixemilîne. Piştî vê xemlê zarok û gerîlayên ji ber sir, seqem, berf û dijminê xwînxwar di hembêza xwe de hewandiye yek bi yek derdixe ber şewq û tîrêjên rojê. Êdî av û kaniyên wê weke rûbaran ji nav dilê wê diherikin û dibin rûbarên bi coş û ber bi okyanûsên mezin ve dikevin rê. Perperîk, çivîk û teyrên baz baskên xwe ber bi azadiyê ve vedikin û li ser gul, sosin, nêrgiz û guliyên daran dest bi reqsa azadiyê dikin. Dar û deviyên wê guliyên xwe vedikin û xwe ji bo mêvanên xwe dikin star û stargeh. Di nav vê bêdawiyê de dengê xuşexuşa avê û çivîkan rewşeke muzîka xwezayî nîşan didan.

Bi hatina biharê û meha Adarê re li çiya û bajarên Kurdistanê jî liv û tevgereke nû dest pê dike. Amadekariyên pêngav, pêvajo û serhildanên nû tên kirin. Ji ber vê meha Adarê di nav Kurdan de weke meheke vejînê tê nasîn. Ji ber ku piranî serhildan û berxwedanên gelê Kurd di vê mehê de hatine

139

destpêkirin, dijminê gelê Kurd jî tim xwestiye vê mehê ji gelê Kurd re bike şîn. Ji ber vê yekê meha Adarê çi qasî meheke serhildan û vejînê be, ew qasî jî meheke tijî kîn, mirin û komkujî ye. Komkujî û qetlîamên weke Helebçe, Sînema Amûdê, darvekirina Qazî Muhammed, bûyera Çarçira, Qetlîama Geliyê Zîlan, şehadeta Fermandarê Nemir Egîd di vê meha xembar de pêk hatine. Ji ber vê yekê gelê Kurd çi qasî hewl dabe di vê meha Adarê de bi ser xwe ve bê û dest bi serhildan û pêngavên nû bike, dijminên Kurdan jî tim di vê mehê de êrîş birine ser gelê Kurd û rûyê xwe yê qirêj nîşan dane. Nehiştine gelê Kurd di vê mehê de kêfxweş bibe. Ev di şexsê dewleta dagirker a Tirk de hê zêdetir pêş ketiye.

Di dîroka dewleta faşîst a Tirk de kîjan partî û pergal hatibe ser textê desthilatdariyê, nêrîna wê ya têkildarî gelê Kurd nehatiye guhertin. Timî hewl dane gelê Kurd tune bikin. Ango li gorî wan “Kurdê baş ê mirî ye”. Ji ber vê yekê di desthilatdariya AKP’ê de jî heman nêrîn nehatine guhertin û dema AKP bû desthilatdar, destpêkê tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd xist bernameya xwe. Xwest Kurdekî li gorî desthilatdariya xwe ava bike. Her çi qasî di serî de ji bo cihê xwe saxlem bike siyasetek ji partiyên berê cudatir dabe meşandin jî di dawiyê de derket holê ku polîtîkaya wê ya li hember gelê Kurd tasfiye û tunekirin e. Ango tenê rê û rêbazên wê ji yên din cudatir bûn. Mînaka wê ya herî berçav operasyonên qirkirina siyasî ya di bin navê li hember KCK’ê û projeya Srî Lanka xistina rojevê bû.

Armanca hikûmeta AKP’ê û Cemaeta îro wek pêkhateya paralel tê binavkirin bi projeya Srî Lanka ew bû ku bi operasyonên qirkirinê di zivistana 2011’an de, bi hemû derfetên dewletê û teknîka pêşketî biçe ser wargeh û stargehên gerîlayên gelê Kurd ên ji ber şert û mercên zivistanê xwe di wan de bi cih kirine. Ji ber vê yekê hemû exlaqê şer binpê kirin û ji bo tevgera Kurd tasfiye bikin her tişt mubah didîtin.

140

Ji bo şerê psîkolojîk jî gelek demagog û teorîsyenên kanal bi kanal digerandin, ji wan re digotin ku bêjin, temenê PKK’ê û Tevgera Azadiya Kurd şeş meh mane.

Dewleta ku hemû derfetên xwe ji bo tesfiyekirina gelê Kurd û tevgera wê bi kar dianî û êrîşî gerîlayan dikir, di pêvajoya zivistana 2012’an de ji ber şert û mercên zivistanê gelek gerîlayên hêja di vê pêvajoyê şehîd ketin…

Adara 2012’an, êvara cejna Newrozê yekîneya Fermandar Sadiq Kobanî ku di şikeftekê de ne, du nêçîrvan dikevin şikefta wan. Piştî heval wan nêçîrvanan digirin, bi hev re nîqaş dikin. Du alternatîf li pêşiya wan e. Yan wê her du nêçîrvanan heya dinya germ bibe li cem xwe bigirin an jî divê demldest cihê xwe terk bikin. Lê belê eger nêçîrvan li cem xwe hiştibana dibe ku rewş xerabtir ba.

Heval ji bo ji şikeftê derkevin, hevalê Aydin dişînin derve. Dema heval Aydin ji şikeftê derdikeve dibîne ku derdora şikeftê tijî leşker û tîmên taybet in. Heval Aydin ê vedigere şikeftê rewşê ji hevalên xwe re vedibêje. Hinek heval dibêjin, “Em dengê xwe dernexin, dijmin nizane em li vir in. Ango operasyoneke asayî ye, ne ji bo me hatine vir.” Hinek heval jî dibêjin, “Dijmin cihê me tespît kiriye. Lê ji bo hêza wan kêm e li benda hêz û balafiran in. Ji ber vê êdî ne pêkan e em ji şikeftê derkevin. Eger em niha li wan bidin, dibe ku yekîneyên me yên derdor jî bên alîkariya me. Eger heya şevê çi kes bi me ve neyê, em ê dîsa vegerin şikeftê û şerê xwe di şikeftê de bikin.” Li ser van nîqaşan alternatîfa duyemîn ango şer bi mentiq dibînin.

Şikefta ku qala wê tê kirin û ew çend sal in malovaniyê ji hevalan re dike ji du deriyên bi qasî mirov di kêlekê re bi zorê bikeviyê pêk tê. Deriyek di aliyê rojhilat deriyek di aliyê rojavayê şikeftê de hatiye vekirin. Eger ne tesadûfî be û deng ji hundir neyê ne pêkan e mirov zanibe şikeft e. Şikeft di hundir de pir fireh e û bi sedan mirov dikarin têde cih bigirin.

141

Her wiha dîsa di hundirê şikeftê de ew qas qelîştok û beşên cuda hene ku mirov dikare bi rojan têde şer bike û xwe veşêre.

Ji ber leşkerên derdiketine operasyonê yekser cihê gerîlayan nizanin, ango operasyoneke asayî ye çend tîmên taybet li nêzî deriyê paş ê şikeftê bi cih bûne. Hevalê Firat dema diçe ber derî singa wî dikeve singa wan. Beguman heval Firat vê firsendê bernade, li wan tîman dide û şer dest pê dike.

Di şer û pevçûna roja destpêkê de 6 tîmên taybet tên kuştin û bi dehan leşker jî birîndar dibin. Piştî ku tarî dikeve erdê tu yekîneyên gerîla bi vê yekîneyê ve nayên. Her heft heval dîsa vedigerin hundirê şikeftê. Piştî ku wê rojê kes bi wan ve nayê û nikarin çembera dijmin derbas bikin, biryar didin ku di pişta şikeftê de bi tevr û bêran deriyekî din vekin.

Piştî di nav deviyekê re derî vedikin û dinihêrin ku derve aram e, biryar didin ku wek sê koman derkevin. Lê belê dijmin ev deriyê nû tespît kiriye, kemîn daniye. Dema koma yekemîn derdikeve, dijmin gulebaranê dide destpêkirin. Ji wê komê du heval di gulebarana destpêkê de şehîd dikevin, hevalê Nêçîrvan xwe diavêje ber kevirekî. Piştî dengê guleyan disekine û kes li şikeftê nazivire koma duyemîn jî derdikeve derve. Lê ev kom jî dikeve kemîna dijmin. Pevçûn dest pê dike. Hevalê Nêçîrvan bi awayekî birîndar vedigere şikeftê û rewşa derve ji hevalan re radigihîne. Heval fêm dikin ku dijmin derdora şikeftê girtiye û ji derveyî di hundirê şikeftê de şer bikin tu çare nemaye.

Serê sibehê bi rawestandina çekan re hêzên dijmin tên ber deriyê şikeftê û dixwazin bikevin hundir. Lê dema tên ber derî dibînin ku kesek destên wî li ser serê serî vî dixwaze teslîm bibe. Ev yek ji wan nêçîrvanan e. Nêçîrvan hemû agahiyan dide dijmin. Dijmin êdî dizane beriya pevçûne çend gerîla û sivîl di şikeftê de bûn. Lê nizane çend kes mane û çend kesan xwe xelas kiriye.

Dijmin ji bo kesên di hundir de teslîm bibin, nêçîrvan dişîne hundir. Dema nêçîrvan bi saxî dikeve şikeftê fermandar

142

Sadiq dizane wî nêçîrvanî her tişt ji dijmin re gotiye. Her çi qasî hinek heval pêşniyar dikin ku bila her du nêçîrvan derkevin derve û ji dijmin re bêjin ku ji bilî wan kes di hundir de nîn e jî, Fermandar Sadiq qebûl nake û nêçîrvan dişîne cem hevalê wî yê birîndar.

Fermandar Sadiq piştî ku her du nêçîrvanan di pişta şikeftê di cihekî bi ewle de bi cih dike, ji bo hinek windahiyên din bidin dijmin dixwaze çend bombeyan li pêşiya leşkeran deyne. Lê dema bombeyekê bi cih dike, bi şaşî diteqe, ew û her du hevalên li kêleka wî şehîd dikevin. Hevalê Firat birîndar dibe. Li ser vê yekê her du nêçîrvan tên hevalê Firat dibin di kelîştokeke şikeftê de vedişêrin û ji şikeftê derdikevin. Ji ber nêçîrvan dibêjin ji bilî wan û hevalên şehîd ketine kes di şikeftê de nîn in, hêzên dijmin di hundirê şikeftê de lêgerînê nakin.

Em bejna xwe li ber pakrewanên 21’ê Adara 2012’an di cejna Newrozê de şehîd ketin ditewînin. Û em dibêjin rêya we rêya me ye.

 

 

 

 

143

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

144

 

Wêje

Di dîrokê de dema dagirker welatekî dagir dikin û wî welatî dikin mêtingeh pêşiya pêşîn bi hovane ziman, çand û berhemên wî gelî li ser piyan digirin tune dikin. Ji ber ew baş dizanin ku çeka parastina wî gelî ew in. Bi awayekî din em dibêjin gelek bêziman be, çand û berhema wî xwe bi xwe tune dibe. Mirov dikare mînaka vê ya herî şênber ji çend gelên wek Laz, Suryanî, Ermenî, Rûm, Mihelmî, Çerkez û hwd. ên îro di Komara Tirk de dijîn bide. Ji bilî navê wan mirov nikare qala dewlemendiyeke wan a îro di komara faşîst de bide. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje, şerê azadiya gelê Kurd a 40 salan şerê vê yekê ye.

Her çi qas polîtîkaya tunekirina ziman, çand û wêjeya Kurd di serdema Skender de dest pê kiribe jî ew di serdema Îslamê de derketiye lûtkeyên herî jor.

Ola Îslamê piştî wefata Hz. Muhammed dibe amûrê desthilatdarî û berjewendiyan, ji aliyê desthilatdaran ve weke amûrekî zilm, pişavtin û qirkirinê tê bikaranîn.

Artêşa di sedsala 7’an de li ser navê Îslamiyetê ket erdnîgariya Kurdistanê, li ser gelê Kurd gelek qirkirinan pêk tîne. Sê rê li pêşiya Kurdên ku heya wê rojê Îslamiyet nas nekirine dimînin. An wê Îslamiyetê bi darê zorê qebûl bikin, an

145

wê şer bikin û xwe bidin çiyayan. An jî wê bên qirkirin. Her çi qasî piraniya Kurdên deştê teslîmiyet pejirandibin jî, gelek Kurdan ew xeta teslîmiyeta bi darê zorê nepejirandin û ketin xeta berxwedanê.

Kurdên ku Îslamiyetê qebûl dikin ji kesayeta Kurdewar û berxwedêr dûr dikevin. Edî ji bo ziman, çand û wêjeya Kurd çi hewldanên wan çênabin. Mirov dikare bibêje her karê dikin ji bo Ereban e. Têkoşîna wan kesan bi xwe êrîşkirina li ser Kurdên Îslamiyet nepejirandin e û çavkaniyên ol, çand û wêjeya Kurdî hemû tune kirin, şewitandin.

Li ser vê serdemê helbestvanek
Kurd ê navê wî nehatiye zanîn wiha dibêje:
“Hurmizgeh wêran bûn agir tefiyan
Mezin mezinan xwe veşartin
Erebên sîtemkar her der wêran kirin
Jin û keç dîl birin
Mêrên azad di xwînê de hiştin
Ayîna Zerdeştî bêxwedî ma
Hurmiz bi kesî re alîkarî nekir.”

Her wekî di vê helbestê de diyar dibe, Ereban di bin navê ola Îslamê de gelê Kurd di qirkirinê re derbas kiriye. Van êrîşên hovane bandorek mezin li ser wêjeya Kurdî jî kir. Ji lewra wêje û ziman bi hev ve hatiye zeliqandin. Ji bo bi hev ve zeliqiye dema te ji hev kir, tu wateya ya din namîne. Her du têgeh weke çek û guleya çekê ne. Çawa gule tune be çek bi kêrî tu karî nayê, an jî berevajî eger çek tune be gule bi kêrî tiştekî nayê. Ev tişt heman demê ji bo ziman û wêjeyê jî derbas dibe. Ji ber vê yekê ferzkirina ola Îslamê ya li ser Kurdan heman demê bandorek mezin li ser ziman û wêjeya Kurdî jî kir.

Ziman û alfabeya Erebî beriya Tirk bikevin Kurdistanê bi 300 salî hatiye pejirandin. Dema Tirk weke toqa lanetê ketin xaka Kurdistanê ziman, nivîs û xwendina gelê Kurd bibû bi Erebî. Vê jî bivênevê bandorek mezin li ser wêjeya gelê

 

 

 

 

 

146

Kurd kiribû. Ji lewra li medrese û di hicrikên Kurdistanê de êdî zimanê perwerdeyê yekcar dibe Erebî. Tenê ne wêje heman demê çand, huner û kevneşopiya gelê Kurd, ji ber ber bi helandinê ve diçû, di vê serdemê di bin navên axretî de navên wek Rênas, Baran, Rojhat, Mêrxas, Rûken, Zîlan, Bêrîvan rabûn, li şûna wan navên wek Abdulmenaf, Abdulcebar, Omer, Ayşe, Fatma û Medîne ketin jiyana gelê Kurd. Baba Tahirê Hemedanî berteka xwe bi gotina, “Kurd razan Ereb rabûn” tîne ziman.

Pirtûkên Kurdî yên wek Avesta, Dînkert, Zenda Avesta, Mishefa Reş û hwd. an hatin dizîn, an hatin tunekirin. Bi tunekirina van berheman re wêjeya Kurdî ya nivîskî ber bi tunebûnê ve diçe. Lê em nikarin vê ji bo wêjeya devkî bêjin. Heke ji sedsala 15’an û pê ve wêjevanên Kurd ên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Şêx Ehmedê Xanê û hwd. wêjeya nivîskî careke din rakiribin ser piyan, para wêjeya devkî têde pir e.

 

 

 

 

 

147

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

148

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

149

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

150

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

151

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

152

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

153

 

 

 

Kesên çûn kesên me yên çûn
Ma me hûn ji bîr kirin?
Çekên me timî hûn bi bîr anîn
Kîna we di me de egîd e
Me bagerên xwe neqil dikirin
Ji sehrayan
Ji Vîetnaman ber bi daristanên we be
Evîna we evîna me ya di me de dijî

 

 

 

 

154

BEŞA DUYEMÎN

Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a Cizîra Botan

“Cizîra Botan wê tu carî teslîmî hêzên dagirker nebe”

Mehmet Tunç

 

 

 

 

 

 

155

 

 

 

 

 

“Silav li we Cizîra Botan. Silav Qendîl, silav Cûdî. Silav li we keleha berxwedanê. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a çil salên dawî bi rêveberiyên xweser re, bi xwerêveberiyan re niha gihiştiye merheleyeke nû…”

 

 

 

Mehmet Tunç

 

 

 

 

156

 

Berdêla wê çi jî be em Amade ne Bidin

Wê rojê zanistekî di televizyonê de digot, “Ya rastî Komara Tirkiyeyê dema mirovan dixe girtîgehê, bi awayekî ji Kurdan re dibe alîkar.” Çima? Ji ber dema mirov li dîrokê, li hemû salan dinihêre tê dîtin ku mirovê Kurd di rewşeke hundirê wî vala bûye de ye, hema hema bûye cahil.

Hemû ciwan di girtîgehê bi awayekî perwerdeyeke zanîngehê dibînin. Bêguman ev xisûs ji bo kesên temenê wan derbas bûye nederbasdar e. Em bi xwe jî dema ketin girtîgehê her çi qas hinek aliyên hestyarî hebûn jî, bi rastî di aliyê îdeolojîk de em hatin perwerdekirin. Tam çar salan. Eger mirov lê binihêre weke pêvajoyeke zanîngehê ye. Jixwe du salên destpêkê bi perwerdeyê re ew valatiya di mirov de heye ku tê dagirtin, paşê bêguman eger tu bixwazî tu dibî fêrkar, perwerdekar. Ji bo li wir derfet hene, ciwanên ku nû tên tu perwerde dikî. Di girtîgehê de têkildarî wext û zeman ji bo Tevgera Azadiyê pir xwedî derfet e. Yanî cihê birçîbûna mirov e. Derfetên birçîbûna hewesên bi tiştên derve, birçîbûna xwendinê, lekolînan û hwd. bi her tiştên xwe cihê birçîbûnê ye. Mirovê dikeve wir eger bixwaze dikare wek fîlozofekî derkeve, bixwaze dikare wek cahilekî derkeve. Lewma me hewl da em van çar salan baş binirxînin. Ji ber ji doza KCK’ê em girtî bûn û me ceza negirtibû, hema me digot, “Ev meha pêşiya me, ev sala pêşiya me em ê derkevin” me bi heweseke lêkolîn û lêgerînan dema xwe derbas kir. Di encama wê pratîkê de em derketin derve. Lewma di navbera çar salên berê û yên niha de pir ferq bi me re çêbûye.

Ez Serokê Navçeyê yê BDP’ê bûm. Bi hinceta Meclîsên Bajaran, Fetullahçiyan ku niha ji wan re dibêjin, Dewleta Paralel û AKP’ê em girtin. Ji ber me ceza negirtibû, em destpêkê birin Girtîgeha Amedê, paşê em birin a Mêrdînê, Midyadê, Şirnexê. Kesên ceza digirtin dişandin girtîgehên Tirkiyeyê. Lê em li herêma xwe man. Hê jî doza me didome. Jixwe piştî

157

mehek-du mehên din rûniştina doza me heye. Delîleke berçav a der barê me de nîn e. Tenê guhdarkirina dengê me yê neqanûnî heye. Mînak tercumanên li wir Kurdî werdigerînin Tirkî, ji axaftinê mîna bi mûçinkê bikişînin peyvekê digirin dest, li ser vî esasî dibêjin, “Hûn ê dewletê xera bikin.” Îdîanameya min niha hezar û 8 rûpel e. Ji damezrandina, PKK’ê, KCK’ê, hemû perwerde her tişt kirine îdîanameya me. Me bi wê didarizînin û hê jî ew doza me didome.

Di girtîgehê de hin kesên ku salekê du salan dimînin û wek nivîskar derdikevin hene. Jixwe tişta ku girtiyên siyasî, girtiyên PKK’yî li ser piyan digire perwerde ye. Dema perwerde tune be, mirov yekser dikeve. Jixwe PKK’ya li derve jî bi perwerdeyê re bi awayekî diyalektîk pêş dikeve. Yanî bi dogmayan najî. Jixwe yek ji cudabûna PKK’ê jî ev e. Ji her tiştî sûd werdigire. PKK, ji Îslam, Xirîstiyan, felsefe, komunîzm, kuantum, û hwd. gelek tiştan ku sûd digire pêş dikeve. Perwerdeya PKK’ê mîna pergalên din ne reş an jî spî ye.

Dema tu nû derbasî girtîgehê dibî, ji te re dibêjin, “Ma tê biçî nav serbixweyan an siyasiyan?”

Di nav serbixweyan de tu nîzamek, disîplînek nîn e. Lê di nav kesên siyasî yanî PKK’ê de jiyan komun e. Her kes wekhev e. Li wir her tişt bi awayekî wekhev tê parvekirin. Jiyan bi disîplîn e. Sibehan saet 07.30 qawîş şiyar dibe. Saet 08.00 wê her kes di taştê de amade be. Saet 08.30 spor, saet 09.00 perwerde dest pê dike, heta saet 12.00’an serê her saetekê deh deqeyan navber e. Piştî xwarina nîvro saet ji 13.00 heta 15.00’an saetên bêhnvedanê ne. Kes deng dernaxe. Di wan saetan de kesê bixwaze wê raze, kesê bixwaze wê pirtûkê bixwîne. Saet di navbera 15.00-16.00’an de spor e. Paşê jî perwerdeya şexsî ye. Xwendina romanan, lêkolîn, ji bo perwerdeya sibehê têkildarî pirsên hatine dayîn lêkolîn tên kirin. Yanî roja xwe qet vala derbas nake. Car caran dema em li derve bûn, me digot, “Dema em biçin girtîgehê em ê pir razên, yan jî pir bêhna xwe vedin.” Lê ne wisa bû. Dema mi-

158

rov li sîstema ku PKK di girtîgehê de pêş dixe dinihêre şaş dimîne û fêm dike bê çima mirovên piştî ji girtîgehê derdikevin ev qasî tên guhertin. Yanî dema mirov dikeve nav jiyana PKK’ê ya di girtîgehê de bi armanca ku mirov piştî ji girtîgehê derkeve, divê ji bo gelê Kurd ê mazlûm karekî bike, xwe amade dike. Mirovê ku exlaq û perwerdeya PKK’ê dîtiye di meş, rabûn û rûniştin û têkiliyên wî de yekser tu nas dikî, dibînî.

Piştî hemû pirtûkên civaka neolotîk, şaristanî, feodal û hwd. me xwendin, me dît ku ev xwerêveberî ne tiştekî deh salan e. Ji ber dema mirov bala xwe dide civaka xwezayî dibîne ku xwerêveberî heye. Li gor min dema mirov ji prîmatan qut bû yanî ji xwezaya yekemîn qut bû, yanî qutbûna ji Homo Sapîens, Homo Habîlîs, Homo Eraktus, ez weke xwerêveberiyê digirim dest. Ji ber mirov bi îradeya xwe ji wir derdikeve û dibêje “Ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim, ez ê nebim heywan, ez ê di nav we de nejîm. Ji niha û şûn ve ez ê qedera xwe bi xwe xêz bikim.” Ev bi jina azad re heta civaka dewletdar, Dewleta Rahib a Sumer wer dewam dike. Piştî ku Dewleta Rahib a Sumer, mirov weke xweda, ebd, karker, patron, kole derxist holê, mirov ji cewhera xwe dûr dikeve, dikeve nav civaka koledar, civaka feodal. Û heta pergala kapîtalîst tê. Ji ber vê xwerêveberî ku tevî hemû zextan jî di van 20 salan de tê ziman, li gor min mirovan 2-3 milyon salan bi awayekî xweseriya demokratîk, xwerêveberî yan jî bi înîsiyatîfa xwe jiyane. Paşê ji ber vê civaka dewletdar a 5 hezar salan jê dûr ketiye. Ji ber vê armanca me carek din vegera cewhera xwe yanî amargî ye. Bêguman dema em behsa wê dikin, em behsa pevajoyên demên berê nakin. Em behsa xwerêveberiyeke hê hemdemî dikin.

Em ne mecbûr in kole bimînin, di pergala koletiyê de bijîn. Em ne mecbûr in kesek weke keriyên pez bi ço me bimeşîne. Divê her mirovek azad be, qedera xwe bi xwe xez bike.

159

Ez wer difikirim ku xwerêveberî alternatîfa herî baş a li hember pergalên wek lîberal, kapîtalîst û paşverû ne. Ez hêvîdar im ku di salên pêşiya me de em ê vê hê baştir bibînin.

Li gundê me bi doniman, bexçe, erazî, rez û erdê me hebûn. Rojekê fermandarekî tabûrê binbaşî, yuzbaşî yan jî astsûbayek bû. Sibehekê hat gund. Ez wê demê 13 salî bûm. Li meydana gund bang kir û got, “Heta hefteyekê wê kesek ji we li vî gundî nemîne. Kesê bimîne em ê bikujin.” Ez şahidim 20-30 mirîşkên me hebûn. roja dawî me da pey wan mirîşkan, lê me ew negirtin. Herî dawî me ew li gund hiştin û em hatin. Gelek giya û êmên me ji bo zivistanê ji heywanan re kom kiribûn di hundir de man. Bazirgan hatin me heywanên xwe ji bihayên wan ê rastî ji sedî 20-50-80’î hê kêmtir firot. Ji ber me nizanîbû em ê wan bibin ku derê. Me ew erdê xwe hemû firotin.

Em bi wê kîn û nefretê dijîn. Dibe ku ji ber perwerdeya li girtîgehê ya îdeolojîk min hin tiştên di xwe de derbas kiribin, lê bi sedhezaran kesên tiştên mîna me jiyane bi wê kîn û nefretê dijîn. Rewşa li Cizîrê wiha ye. Gelê li vir ji dewletê mexdûr bûye. Mînak dema panzerek di rê de derbas dibe zarokeke 5 salî yekser wê panzerê dide ber keviran. Ji ber dayik û bavên wan mexdûr bûne. Lewma li Cizîrê potansiyeleke wer a bi kîn û nefreta li hember dewletê mezin dibe heye.

Hevalekî me yê ji doza KCK’ê dihat darizandin, ji dadger re got: “Dibe ku em bi xweşbînî nêzî we bibin. Lewma bi xwerexnekirineke ku hûn bikin, em ê karibin di navbera xwe û we de aştiyekê çêbikin. Lê belê eger nebe ew zarok û ciwanên mezin bibin wê wer bi xweşbînî nêzî we nebin. Wê wer meyla wan ji aştiye re nebe.”

Di nav vê salê de 200 ciwan tevlî PKK’ê bûn. Ji ber êdî wê pergala heyî nikarin rakin û tehemûla wan nemaye. Ew qas, bêkarî, jop, heqaret, êrîş û paşê jî were ji dewleta xwe hez bike, baca xwe bide. Lê belê ew baca tu didî wek gaza îsotan, jop, lêdan li te vedigere. Paşê jî derdikevin û dibêjin,

160

“Gelê Cizîrê ji dewleta xwe hez nake.” Li gor min gelê Cizîrê mafdar e. Wê çawa hez bike? Gelê Cizîrê niha li ber teqînekê ye. Ez jî di 13 saliya xwe de ji gundê xwe hatim derxistin. Ez hê bi vê aciziyê dijîm.

Ya rastî çîroka me hê digihêje salên 1915’an. Yanî zexta dewleta Tirk a li hember me, li hember malbata me. Lewma me tu caran ji dewletê hez nekir. Bapîrê min jî berê digot, “Bawerî bi vê dewletê nabe.” Ji ber ew tişt anîn serê bapîrên me jî.

Dewletê, di salên 1915’an de li hember Ermeniyan, Asûriyan, Keldaniyan zilma ku kir hê jî didomîne. Mînak ez wek şexs bêjim, dema min dest ji wî gundî, wê avê, axê, erd û bexçeyan berda û hatim Cizîra ku germahiya wê digihêje 40-50 dereceyan, ez jiyana gund tînim ber çavan, çawa tu masiyekî ji nav avê derdixî me xwe wer hîs kir. Ji ber bêkarî di asta herî jor de ye, bi sedhezaran mirov di vê rewşê de bûn. 4 hezar gund hatine valakirin, ew mirov li Cizîr, Şirnexê hwd. li navçe û bajaran hatine tijîkirin û tu ji wan re dibêjî, “Heydê bijîn, li dewleta xwe xwedî derkevin.” Ez bi vê kîn û nefretê mezin bûm. Û ji ber vê jî min qet ev pergala dewletê hez nekir. Kesên wek Hobes ku dibêjin, “Mirov gurê mirov e, lewma divê li ser mirov pergal ango dewletek hebe” lê min tu caran ew dewlet qebûl nekir. Û heta îro jî min tu feydeyek ji dewletê nedît. Min dît ku çerxa dewletê mutleq bi xwîna feqîr û xizanan dizivire.

Di 14 saliya xwe de ez di nav erdên Cizîrê, Silopiyayê de xebitîm û hatim heta van rojan. Zarokên min jî bi heman rengî. Ji ber di vê pergala heyî de yan tê wer bijî, yan tê bi gotina wan ‘bibî terorîst’, yan tê derkevî çiyayan, an jî tê bibî kole û weke masiyê di akvaryûmê de serî bitewînî, yan jî tê bibî cerdevan, hevkarên wan, bibî sîxur an jî tê bimirî. Yanî 3 alternatîfan datîne pêşiya te. Yan tê bimirî, yan tê serî bitewînî yan jî tê wer bijî. Jixwe ji ber tu wer jî dijî, tu tê deqkirin, tê girtin. Em jî ji ber vê hatin girtin û cezakirin. Sedem jî ew bû

161

ku me pergala heyî qebûl nekir. Qaşo ji bo me isleh bikin, çar salan kirin girtîgehê. Lê bila li qisûrê nenihêrin em isleh nebûn. Ya rastî em hê zêdetir ji wan re bûn bar. Û heta ew pergala heyî hilweşe, heta jiyaneke civakîxwaz, azadîxwaz, komunal çênebe wê têkoşîna me bidome. Em ketine vê rêyê. Berdêla wê çi jî be, em amade ne bidin.

Ez têkildarî jinê bi hevsera xwe re jî timî nîqaşan dikim. Ez jêre dibêjim, “Ev ne qedera we ye. Em zilam xwedî çi mafî bin, hûn jî xwedî heman mafan e.” Pevçûnên me timî li ser vê ne. Bi taybet ji malbata xwe min dest pê kiriye. Ji ber di pergala me ya azadîxwaz de eger kesek têkildarî jinê di malbata xwe de, pirsgirêkê dijî, nikare li cihekî din ji bo çareserkirina pirsgirekeke di malbateke din de bikeve nav hewldanan. Ji ber wê jêre wiha bê gotin, “Di malbata te de pirsgirêk heye, tu bi çi heqî tê pirsgirêka min çareser bikî?” Ji ber vê destpêkê min di xwe de çareser kir. Çar salan di girtîgehê de min di vê mijarê de bi xwe re şer kir.

Paşê jî min ji malbata xwe da destpêkirin. Dibe ku ez ji bo hevsera xwe naxebitim, pereyan kom nakim, weke her hevserî di bankayan de jêre pereyan ranazînim, lê belê di mijara azadiyê de ez tawîz nadim. Yanî malbateke me ya şad heye. Jiyana komunal a di girtîgehê de em di malbata xwe de didin jiyîn. Hinarek jî be hewl didim bi awayekî wekhev parve bikim. Mînak di hin malbatan de zarokê kur hê zêdetir tê hezkirin. Zarokên keç bi awayê wê sibe-du sibe bizewicin biçin digirin dest. Lê ez bi taybet li ser zarokên keç disekinim. B taybet ji bo bixwînin pir hewl didim. Ev şêwaz di malbata me de hê ji sedî heştê ye. Eger bibe ji sedî 90 ez yeqîn dikim ku wê bibe malbateke mînak.

Em dibêjin em ê pergalekê biguherin. Ji bo veguhertina pergalekê jî divê tu azad bî. Divê tu ne di bin zexta kesî de bî. Mînak eger tu di şaredariyekê de karkerek bî, têkildarî vê pergalê tê çawa şaredar rexne bikî. Ji ber ez kesekî ku ji şaredar meaş digirim, mutleq wê stûyê min li hember tewandîbe.

162

Lewma min di vê pergala heyî de ji xwe re kiriye krîter, prensîp, ez ê ji tu cihî û tu kesî qirûşekî negirim. Lê di aliyê jiyana komunal de mînak eger du pêlav du çakêtên kesekî hebin, yekî ji wan bide min, dibe. Lê min soz daye xwe bi tu awayî ez ê daxwaza kar ji şaredarekî û hwd. kesî nekim. Lê piştî ev pergala em behsa wê dikin, ava bû, bi cih bû ji min re bêjin, “Hevalê Mehmet bi salan e te ew qas ked daye vê tevgerê, divê êdî tu di cihekî de bixebitî” yanî wek fêrkar û perwerdekar ciwanan pêş bixî, dibe. Lê di rewşeke wiha de min tiştek wer nefikiriye û nafikirim. Yên berê ketin vê şaşiyê û ji ber vê jî nehat biserxistin. Lewma ez di vê mijarê de azad im. Ji tu cihî meaş û pereyan nagirim. Wê rojê rojnamevanek hat ji min re got, “Tu Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê yî, tu çi qas meaş digirî?” Min got, “Ez tu meaşî nagirim.” Got, “Ma çawa dibe?” Min got, “Bi malbatan re em nanê xwe parve dikin û pergala xwe wer ava dikin.”

Tu li erdnîgariyeke weke Kurdistanê ku dergûşî ji mirovatiyê re kiriye û di cîhanê de xwedî xakeke herî dewlemend e dijî, lê tu mirovê herî xizan ê cîhanê yî. Em ê bi xwerêveberiyê re nîşan bidin ku ev ne qeder e. Em niha ber bi kooperatîfbûnê ve diçin. Me wek ceribandin atolyeyek vekir 20-30 jinên ciwan bêyî patronê wan hebe, dixetibin. Ev pergaleke wiha ye tu xwe bi rê ve dibî. Em kooperatîfbûyîneke ku mafê kesekî neyê xwarin difikirin. Mînak em niha li ser avakirina rawestgeheke taksiyan dixebitin. Wê ji bo sed malbatî bibe cihê debarê. Em ê çapxaneyekê vekin, wê hemû xebatên partiyê li wir bên çapkirin. Bi salan e pereyên ku me dane xwediyên çapxaneyan trilyon derbas kirin. Me got, “Çima em wê bi xwe nekin.” Me ji hevalan re pêşniyar kir û me îro çapxaneyek kirî. Bi vê re jî 7-8 malbat wê xwe xwedî bikin. Em ê vê hê zêdetir pêş bixin. Her wiha em difikirin, li navendên komkirina çopan sîstemekê ava bikin. Em ê hewl bidin, ji naylon, plastîk û hesinan ên di nav çopan de sûd bigirin. Em nîşan bidin ku ev ne qedera Kurdan e. Em ê li çareya serê

163

xwe binihêrin. Eger dewlet têkilî me nebe, projeyên me yên ku dewlet jî pêş bikeve hene. Yanî bi kurtasî di erdnîgariyeke wer dewlemend de eger mirov bêkar û xîzan be divê şewqeya xwe deyne ber xwe û bifikire. Ev hê sîstemeke nû ye. Wer di yek-du mehan de nabe. Em bi hevalên esnaf re jî nîqaşan dikin. Armanca me ne tenê li Cizîrê, li Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn pêşxistina vê sîstemê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

164

Hêz û Ezma me ya Serketinê Heye

Weke hûn dizanin piştî îlana xwerêveberiyan, dewleta Tirk li ser Cizîrê şerekî psîkolojîk dimeşîne. Duh jî li qada Sûr û Yafesê qaşo qedexeya derketina kolanan îlan kirin û li taxên din jî ew zexta psîkolojîk heye. Duh li Taxa Nûr ew zext meşandin û li Taxa Yafes tankên bi palet bi kar anîn. Ji bo xerakirina barîqatan tankên mezin bi kar tînin. Ji topên ji wan tankan diavêjin çend mal şewitîn, xera bûn. Lê gel dîsa bi ruhekî seferberî vê sibehê ev birînên xwe pêçand û barîqatên xwe danî.

Me ji wan re jî got, xwerêveberî ji bo me xisûseke stratejîk e. Lê ji ber gotin ku wê bi zext û zilmê vê ji holê rakin, gel li taxan têkoşîna xwe didomîne. Em ê jî wek rêveberiya xwerêveberiyan careke din bi hevalan re rûnin, plansaziya xwe derxin û li taxan belav bibin. Ev şerekî psîkolojîk e. Erdogan piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê gotibû, “Divê mutleq ez qezenc bikim.” Em jî ji bo xwe dibêjin, “Divê em bi ser bikevin.” Di vê mijarê de ji bo me paşde veger nîn e. Hêz û ezma me ya serketinê heye, ev li Cizîrê hakim e.

Me şerek da û me got ku wê gel êdî xwe bi rê ve bibe. Di deklerasyona xwe ya îlana xwerêveberiyan de me li hember hikûmetê got. Yanî eger sibe hikûmetek bê bêje, “Ez ê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikim”, em ê dewletê red nekin. Ev mafê me yê herî demokratîk e. Biryara di Meclîsa Gel de tê girtin, yekser tê meclîsa taxê, tişta li jor tê axaftin, heman êvarê tê komun û meclîsa taxê. Yanî ku dera vê terorîzm e. Ma ev ne mafê herî demokratîk e? Mînak komîsyona me ya hiqûqî di du rojan de 24 mesele girtin dest. Û ji sedî 99’ê wan hatin çareserkirin.

Me gotibû birînên xwe em ê bi xwe derman bikin. Ji bo hemû gelan, ji bo kaosa niha ya Rojhilata Navîn yekane alternatîf, xwerêveberî, xweseriya demokratîk û asta wê ya herî jor jî Konfederalîzma Demokratîk e.

165

Wek Meclîsa Gel a Cizîrê, em du zewacan, berdêlî û qelen qedexe dikin.

Xwerêveberî êdî daxwaza hemû gelan e. Bi rastî van du salên dawî tiştên li Cizîrê rû didin dema em dibînin, em xwe hê azadtir hîs dikin. Ji bo li Rojhilata Navîn êdî her kes bi awayekî azad bijî, bi salan e Rêber Apo tîne ziman ku ew sîstemeke alternatîf e. Lê hêzên emperyalîst ji bo vê nekin alternatîf timî terorîze dikin.

 

 

 

 

 

 

 

 

166

Armanca me Kurdistaneke Azad e

“Armanca me çi ye? Ev e ku em Kurdistaneke azad, xweseriyeke azad ava bikin. Çawa zewiya te hebe û tu bi tevirê xwe bikolî, partiya em pê dikevin hilbijartinan ji bo welatekî azad çêbibe amûr in. Yanî weke tiştên em pê bi rê ve biçin. Weke bi wesayîteke em pê biçin Silopiya. Bila hevalên me moralên xwe xera nekin. Weke heval dizanin ew serê 30-40 salan e, ev partiyên me bi 5 milyonên di zerfên we de xwe li ser lingan digirin. Bi deh milyonê ku mamê min Hecî daye, xwe li ser lingê xwe digirtin. Dewletê hemû derfetên xwe jî bi kar anî, lê nikarîbû HDP’ê di bin bendê de bihêle. Ev hemû serketinên mezin in. Yanî ev dide xuyakirin ku êdî gelê Kurd rêxistinkirî ye. Gelê Kurd êdî têk naçe. Eger gelê Kurd bi pereyan têk neçû, êdî ne mimkun e ji niha û şûn ve têk biçe. Ew bi xwe jî wê zanin, bi xwe jî muhasebeya wê dikin. niha dibêjin, ‘Me ew qas kuştin, me ew qas kirin zindanan, me ew qas pere xerc kirin, lê me dîsa jî nikarî em wan tune bikin.’ Lewma divê êdî kumê xwe deynin pêşiya xwe û bêjin ka em ê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin.

Yanî bi rastî jî hevalên hêja me got, em niha di pêvajoyeke man û nemanê re derbas dibin. Mirov dikare bi rojan li ser vê rewşa heyî nirxandinan bike. Lê ne hewce ye. Dibe ku em sibe jî bên, hefteyek din bên, meheke din bên. Jixwe komunên me yên bên avakirin wê her tiştî ji we re ragihînin. Ev dibe ku bi belavokekê be, bi civînên wiha bin. Yanî divê em êdî rojevan bişopînin. Divê êdî em pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Divê em bibin rêxistin. Heta ku em nebin rêxistin ango tifaq, ne mimkun e em şerê dijminên wer jî bikin. Her kesî dît, gelê Cizîra Botan bi hemû bêderfetiyên xwe, bi awayekî bêceyran, bêav, bêxwarin, bêzad heyşt roj û heyşt şevan li hember hemû teknîka heyî, li hember, tank, topan li ber xwe da û dijminê hov nikarîbû bikeve vê erdnîgariyê. Nikarîbû bikeve kolanên Cizîra Botan.

167

Ev hemû ji bo gelê Kurd serketin in. Yanî diyar dibe ku gelê Kurd gihiştiye asta bi îradeya xwe li hember tank û topan bisekine û nehelê dijmin bikeve kolanên wan. Bi dehan tankên wan hatin tunekirin. Ev ji bo gelê Cizîra Botan serketin e. Û bersiveke ji kesên ku berê digotin, kes nikare li hember dewletê derkeve. Ji ber vê bila tu kes xwe nexapîne, bila kes nebêje ew dewlet li ser vî halî wê heq û hiqûq bide me. Ne mimkun e dewlet û hikûmeta heyî tiştekî bide me. Tenê bi rêxistin, tifaq, komunan mirov dikare vî dijminî têk bibe. Ev ji bo hemû Kurdistanê derbasdar e. Ji bo Amed, Şirnexê û hwd. We dît hevalê Abbas wê rojê got, ‘Du rê li pêşiya gelê Kurd mane. Yan wê li hember vî dijminî li ber xwe bide, yan jî wê serê xwe bitewîne, tune bibe.’ Lewma di roja îro de ji bilî berxwedanê tiştekî ku gelê Kurd bike tune ye.

Hevalên hêja me got ku pêvajoya em têde ev e. Hewce nake em zêde serê we biêşînin. Armanca me ev bû ku em pêvajoya heyî bi we re parve bikin, komun û rêxistinbûnê ava bikin. Yanî êdî hûn bi xwe bibin xwedî înîsiyatîf. Kesên di vê komunê de bên hilbijartin, kesên di vê meclîsê de bên hilbijartin, bi awayekî temsîldariya şaredariyê, partiyê û rêxistinê wê bike. Yanî êdî rêxistin mezin bûye. Partiyek, şaredariyek tenê nikare bibe bersiv. Pirsgirêkên xwe yên heyî hûn ê di kolana xwe de çareser bikin. Mînak wê meclîsên we hebin. Dibe ku îro li Taxa Cûdî 40 komun bên avakirin. Ji wan 40 komunan wê du berpirsyar biçin vê meclîsê. Wê ew bibin 80 mirov. Tiştên ku li Taxa Cûdî pêk bên, eger dibistanek çêbibe, kolanek çêbibe, ji zarokan re sehayek bê çêkirin, ango çi tişta divê bê çêkirin, wê ev tax biryar bide. Wê projeya xwe bibe cem rayedarê li şaredariyê, wê bêje ‘Heval wek Taxa Cûdî me ev biryar daye. Divê êdî ji niha û şûn ve ev tişt ji me re bên çêkirin. Filan kolan, filan mal pirsgirêkên wê hene, feqîr e, xizan e divê jêre derfetên aboriyê bên çêkirin.’ Em bêjin xaniyê kesekê/î dilopan dike wê di nav vê komune de çend kes kom bibin û wê malê bikin wek mala her kesî. Yanî armanca jiyana

168

komunal ev e ku em hemû bibin malbatek. Em hemû bibin weke hev. Kesê dewlemend nikaribe xwe li ser kesekî re bibîne. Wê her kesên di vê komunê de weke hev bin. Çi jin, çi mêr, çi xort, wê weke hev bijîn. Armanca me ya esasî ev e ku em civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin. Li ser vî esasî em niha diçin rêxistinbûnê. Me got, di Rojhilata Navîn de niha kaosek heye, eger em ne rêxistinkirî bin, eger em li ber xwe nedin, eger em xwe neparêzin, çi tişta berî niha sed salî, pêncî salî hatiye serê Asûriyan, Keldaniyan, Ermeniyan dibe ku bê serê Kurdan jî, tune bibin û biçin. Me du hevserok hilbijartin, ji niha û şûn ve ev heval di Meclîsa Taxê de wek nûnerên komunê wê cih bigirin. Em careke din jî dibêjin komuna me ser xêrê be.”

“Her ku gelê Kurd serê xwe rakiriye, dijminan timî xwestin berxwedana gelê Kurd bipelçiqînin. Em vê baş dizanin. Hikûmeta AKP’ê dixwest vê bike. Divê gelê Kurd tu caran bêdeng nemîne. Hin kesên xêrnexwaz -ji sedî 3-4 jî bin- em dibînin ku li şûna hikûmeta AKP’ê, polîs û qeymeqamên wê şermezar bikin, mixabin dibêjin ku eger Kurdan xweseriya demokratîk îlan nekiribana wê ev nehatiba serê wan. Em ji vir bang li wan kesan dikin. Gelê Kurd di dîrokê de tu caran serê xwe li hember Nemrûdan, Dehaqan netewandiye. Ji îro û pê de jî wê li hember faşîst Erdogan serê xwe netewîne. Bila vê zanibin, dibe ku îro ji sedî 5-10 hikûmeta AKP’ê qebûl bikin. Lê belê em ji sedî 80-90 hikûmeta AKP’ê qebûl nakin. Em ji îro pê ve azadiya xwe dixwazin. Em dibêjin an azadiya Kurdistanê, Farqînê û gelê Kurd an jî mirineke bi rûmet. Em berxwedana Farqînê ji dil û can silav dikin. Em dibêjin wê berxwedana we bibe azadiya gelê Kurd. Wê bibe statuya qebûlkirina Kurd. Wê bibe berxwedana Kurd û Kurdistanê. Bimînin di xweşiyê de, silav li Farqînê ji berxwedana we re…”

“Silav li we keleha berxwedanê, Farqîn. Silav li we keleha berxwedanê Cizîr. Hevalên hêja weke hûn jî dizanin. Îşev me

169

du şahî bi hev re jiya. Yek Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Ya din jî gelê Kurd ew 11 roj in li Farqînê berxwedaneke mezin dimeşîne. Dewleta Tirk ku digot, em ê di şexsê Farqînê de hemû Kurdistanê teslîm bigirin, gelê Kurd destûr neda hêzên dewletê di Farqînê de pêş bikevin. Ango siwar hatin peya çûn. Lewma em berxwedana Farqînê pîroz dikin. Gelê Kurd ne Kurdên berî niha sed salî ne, ku li hember wan serî bitewînin. Dibe ku berdêlên giran jî hatibin dayîn. Lê gelê Kurd bi berxwedana xwe hem Şengal azad kir, hem Farqîn azad kir.

Dayikên hêja dewleta faşîst dixwaze bi şerekî psîkolojîk Kurdistanê bide valakirin û çeteyên faşîst ên wek DAIŞ’ê têde bi cih bike. Lewma em bang li dayikên xwe, hevalên xwe dikin. Eger bên bila bên. Ji bavê xwe bêminnet in. Çawa gelê Farqînê ew 11 roj in li ber xwe dide û nehişt hêzên faşîst bikevin navçeyê, gelê Cizîra Botan jî wê vê pêk bîne. Tu şik û gumana me ji gelê Cizîra Botan nîn e. Gelê Cizîra Botan teslîm nabe. Eger hin kes, ji Edîrne, Tekîrdag, Stenbol bên warên me dagir bikin em qebûl nakin. Eger ên biterikînin hebin ew jî ew in. Ev welat welatê Kurdan e, ev welat welatê Kurdistanê ye. Gelê Kurd berdêlên giran jî bidin, wê van deran ji we re, ji çeteyên DAIŞ’ê re nehêlin. Bila vê baş bizanin.

Lewma em dibêjin, guh nedin gotinên faşîstan. Gelê Cizîra Botan amadekariyên xwe kirine. Dewleta faşîst û dagirker wê nikaribe bê ser Cizîra Botan. Lewma ji vê deqeyê û şûn ve wê tu kes û hêz nikaribe gelê Kurd tune bihesibîne. Bi taybet piştî Şengal û Farqîn li ber xwe dide, niha dewleta Tirk ji xwe re muhasebeyekê dike. Mecbûr e ji niha û şûn ve xwerêveberiyan qebûl bike, nas bike. Yan wê nas bike, yan wê van deran biterikîne. Em vê rast û rast û vekirî jêre dibêjin.

Eger Serokê me, Rêberê me girtî be em hemû girtî ne, eger Rêber Apo li Îmraliyê girtî be em hemû girtî ne. Lewma ji îro û pê ve divê hûn ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê têkoşînê bikin. An jiyaneke azad, an mirineke bi

170

rûmet. Em soz didin, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe, heta Rêber Apo azad nebe, em ji vir naçin. Hevalno bi vê wesîleyê, ez careke din berxwedana Farqînê, berxwedana Şengalê pîroz dikim.

Her wiha ez teqîna ku îro li Parîsê rû da şermezar dikim. Çeteyên hov ên DAIŞ’ê ji bo kesek alîkariyê nede gelê Kurd êrîşan pêk tînin. Weke me got ji bo Kurdistan azad bibe, têkoşîn ji me, berxwedan ji me. Ji bo Kobaniyek din, Şengalek din rû nede, em nahêlin Cizîra Botan bikeve. Dewleta Tirk a li Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê pêşde neçû, mecbûr e xwerêveberiyan qebûl bike. Bila şeva we xweş be, bimînin di nav xêr û xweşiyê de…”

“Hevalên hêja, sala 2009’an we sozek dabû me. We gotibû em ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de AKP’ê li Cizîra Botan bikin partiya tabelayê. Me jî soz dabû we ku em ê nehêlin AKP li Cizîra Botanê tabelaya xwe jî daliqîne. Ji îro û pê ve em ne polîsên te nas dikin, em ne partiya te nas dikin, em ne midûrê te yê perwerdeyê nas dikin, em ne qeymeqamê te nas dikin. Tu çi dikî bike. Îro di her avakirina komunan û meclîsan de em berê xwe bidinê bi rastî jî Cizîra Botan layiqî vî tiştî ye. Îro referandumek li pêşiya me ye. Referandumeke ku gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ne AKP, ne CHP, ne MHP’a wan. Em ê wek gelê Kurd an bêjin em xwerêveberiyê dixwazin an jî em ê bibin kole. Lewma divê gelê Kurd ne weke hilbijartinan li vê pêvajoyê binihêre. Divê wek daxwaza xwerêveberiyan lê binihêre. Bi van bîr baweriyan ez hêvîdar im wê her kes wer nêz bibe. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de…” [1]

 


Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç di merheleya ku li Kurdistanê gel îlana xwerêveberiyan dikir û dewleta dagirker a Tirk êrîş dabûn destpêkirin, li taxên Cizîrê têkildarî mijarê mitîng û civîn li dar dixistin û ji gel re diaxivî.

171

 

 

 

 

 

“Bi taybet ji ber pêşengên vê berxwedanê jin in, jinan dikin hedef. Pêr li Silopiyayê endama Meclîsa Gel û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê hatin qetilkirin. Li Cizîrê jî, jinan û zarokan dikin hedef.”

 

Mehmet Tunç

 

 

 

 

 

172

 

Berxwedana Cizîrê ya 2015-2016

Rayedarên dewleta Tirk îro dixwazin bi modeleke ku navê wê modela Srî Lanka ye, Kurdistanê bidin valakirin û paşê vî bajarê ew qas sal me xwîna xwe li ser rijandiye û ked daye teslîmî çeteyên weke DAIŞ’ê bikin.

Îro jî hûn berê xwe didinê, li Cizîra Botan tu kesî mala xwe bernedaye. Cizîra Botan wê tu carî teslîmî hêzên dagirker nebe. Çawa ku beriya niha bi 20 salan gelê Kurd û gelê Botanê li ber xwe daye û ev kolan parastine, wê ji îro pê ve jî Cizîra Botan li ber xwe bide, wê navê Cizîra Botan wek Kurdên teslîmbûyî derbasî dîrokê nebe.

Armanca wan berî niha bi 20 salan çi bû? Digotin: “Kurdê baş, Kurdê mirî ye.” Niha jî dibêjin, “Kurdê baş Kurdê teslîmbûyî ye.” Em jî weke Cizîra Botan, heta dilopek xwîna me hebe, heta dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê kolanên xwe bernedin. Em ciwanên xwe biparêzin. Em mal û şerefa xwe biparêzin, îro şer şerê şeref û namûsê ye. Şer şerê rûmetê ye. Eger me rûmeta xwe berda, eger me kolanên xwe berdan, bila baş bizanin ku wê demê Kurd li Cizîra Botan nemane. Armanca dewleta Tirk ku dixwaze kolanan ji gel vala bike û tune bike, beriya niha hevalê Selaheddîn jî daxuyanî da got: “Tenê hûn ê karibin kanalîzasyonên Kurdan paqij bikin…”

Bila raya giştî zanibe. Kolanên Cizîra Botan tijî Kurd in. Heta Kurd tune nebin, heta ev zarok tune nebin, ew nikarin gava xwe biavêjin Cizîra Botan. Dibe ku îro ceyrana me birîbin, dibe ku îro ava me birîbin, lê wê nikaribin îradeya me teslîm bigirin. Wê nikaribin îradeya gelê Kurd teslîm bigirin.

Bijî Berxwedana Cizîrê… Bijî Berxwedana Cizîrê…[2]


Axaftina Mehmet Tunç a 18’ê Kanûna 2015’an ji gelê Cizîrê re dikir.

173

 

 

 

 

 

 

“Eger hikûmeta AKP’ê Botanê bixîne, wê nehêle parlamenter, şaredar, endamên meclîsê li ser kursiyên xwe bimînin. Niha li Cizîrê polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Çawa di serhildanên din de polîtîkayeke qirkirinê hat pêşxistin a li Cizîrê tê kirin jî ev e.”

 

Mehmet Tunç

 

 

 

 

 

 174

 

Berxwedana li Botanê Divê Bibe Meseleya Rûmetê

“Em dikevin 26’emîn roja berxwedana Cizîrê. Êrîşên dewletê yên topyekûn didomin. Bi taybet di çapemeniya xwe de jî ku tînin ziman, bi deh hezar leşker, komandoyên SAT, tank û topan, hemû teknîka sedsala 21’emîn li hember Cizîrê dest bi êrîşan kir.

Di roja 15’emîn a berxwedanê de wan bi xwe jî îtîraf kirin ku li hember berxwedana Cizîrê têk çûne. Lewma dixwazin hêrsa vê têkçûna xwe ji gel derxin. Bi taybet ji ber pêşengên vê berxwedanê jin in, jinan dikin hedef. Pêr li Silopiyayê endama Meclîsa Gel û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê hatin qetilkirin. Li Cizîrê jî, jinan û zarokan dikin hedef. Di aliyê dewletê de pêşketin tune ye. Hê nîv metreyî jî pêşde nehatine. Dibe ku di televizyonên xwe de dibêjin, me ev qas kuştine û hwd., lê gel tê qetilkirin. Beriya niha ji du kesên astengdar ên di malên xwe de mabûn, yek qetil kirin.

Têkoşîn didome. Ji bo dîrok careke din dubare neke, em bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Hûn dizanin di salên 1848’an de berxwedana Mîr Bedirxan Beg û 28 serhildan ku hatin pelçiqandin, em ê nehêlin ev serhildana dawî bibe mîna yên din. Kurd ne Kurdên berê ne. Em ji xwe yeqîn dikin. Em dibînin ku ev berxwedan li Ewropa û metropolan jî belav dibe. Ez wer difikirim ku encama ji Cizîrê derkeve wê pêşeroja AKP’ê diyar bike. Têkildarî rewşa Cizîrê ku ev 25 roj in berxwedan e, êdî dewlet şerekî psîkolojî dimeşîne. Bi şerê leşkerî ku heta niha nîv metre neketiye navçeyê, dixwaze bi şerekî psîkolojîk Cizîrê vala bike. Kesên berxwedêr jî tune bike.

Jixwe dema mirov li gelê Kurd dinihêre tê dîtin ku pergala kapîtalîst di nav xwe de nahewîne, jê hez nake. Jixwe niha pergala kapîtalîst jî li hember gelê Kurd, têkoşîn û berxwedêrên gelê Kurd şer dike. Ji ber ji civakeke qedîm hatiye, di her malê de 7-8 kîs genim, meqerna, sawar û hwd. hene.

175

Berî niha bi du hezar salî, hezar salî jî wiha bû, niha jî wiha ye.

Îradeya mirovatiyê bê çi qasî xurt e gelê Kurd di roja me de nîşan dide. Li hemberî artêşeke di nav NATO’yê û cîhanê de yek ji artêşên mezin e, gelê Kurd bi derfetên xwe yên kêm li ber xwe dide. Gelekî ku naxwaze bibe koleyê vê pergalê li ber xwe dide. Gel dibêje, li şûna em weke koleyan bijîn, di kolanên Cizîrê de wek şervanên azadiyê em bimirin, şehîd bikevin ji bo me rûmet e. Lewma baweriya min a bi şoreşa Cizîrê bêdawî ye.

Sazî û dezgehên me hûn berdin meş û mitîngekê, heta niha daxuyaniyek çapemeniyê jî nedane. Tevî van hê ji hikûmetê li benda hin tiştan e. Em li ber xwe didin. Ev reflekseke însanî ye. Ev şerekî hebûnê ye. Yanî gel dibêje, ‘Ez teslîmî te nabim, ez ê li hember te çong daneynim. Li şûna em bibin kole em ê şehîd bikevin.’

Ez jî niha li Taxa Cûdî, di nav gelê me de li hember çeteyên barbar em li ber xwe didin. Divê êdî her kes zanibe ku ew pergala heyî, ev pergala kapîtalîst mîna berê nameşe. Ez bang li dayik û bavên leşkerên tên kuştin jî dikim, li vir gel heye. Ev gel li ber xwe dide. Divê ew dayik û bav nebin lîstikên qesrê. Zarokên xwe neşînin vir û guh bidin wijdanê xwe.

Jixwe kefenê me di bin çengê me de ye. Beriya niha bi du saetan dema em derbasî aliyê din ê kolanê bûn 4 gule di ber lingên me re derbas bûn. Armanca me ew e ku dîrok dubare neke. Eger em ê bimirin, em ê bi hev re bimirin. Em ê di nav gel de bimirin. Çawa hevala Pakîze li ber xwe da û di nav vî gelî de jiyana xwe ji dest da, tu ferqa me jê nîn e. Lewma ez ê jî heta deqeya dawî di nav gel de bimînim. Ez vê sozê didim gelê xwe û hevalên xwe yên mane. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. Sedema ku heta niha ez sax mame, ev e ku ez kolanên Cizîrê dizanim. Ev 4-5 car in em sûîqest kirin, lê em hê sax in. Em ê li ber xwe bidin.

176

Divê hemû gelê Kurd vê baş zanibe. Berxwedana li Botanê divê bibe meseleya rûmetê ya gelê Kurd. Eger ev meseleya rûmetê ya gelê Kurd be, eger ev ciwan, gel li pişt barîqatan rûmeta wan diparêzin, divê gelê Kurd ê li derve jî vê zanibin. Em niha bêjin, eger Botan bikeve wê ev şer bi dawî bibe? Ez qet ne bawer im. Eger hikûmeta AKP’ê Botanê bixîne, wê nehêle parlamenter, şaredar, endamên meclîsê li ser kursiyên xwe bimînin. Niha li Cizîrê polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Çawa di serhildanên din de polîtîkayeke qirkirinê hat pêşxistin a li Cizîrê tê kirin jî ev e.

Di roja me de hin mirov bi sedema hewa sar e, meşekê li dar naxin. Hin mirov bi sedema wê bên girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar naxin. Divê mirov xwedî rûmet û şeref be. Dema şeref û rûmet diçe, êdî mirov dibe kole.

Ya di roja me de bi taybet li Bakurê Kurdistanê tê kirin, tevgera dagirkirinê ye. Bi balafir, tank, topan vê dikin. Lewma eger gelê Kurd wê rabe ser piyan divê niha rabe ser piyan. Piştî em mirin bila kesek neyê, ser me, bila kesek neyê li zarokên me nenihêre. Kes, malên me, pencere û deriyên me tamîr neke. Alîkarî, nizanim çi bila neşînin. Piştî berxwedan şikest bila kes li qisûrê nenihêre bila kes neyê.”[3]


Mulaqata Mehmet Tunç, a 7’ê Çileya 2016’an di roja 26’emîn a berxwedanê de bi ajanseke nûçeyan a Kurdî re pêk anîbû.

177

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

178

 

Gelê Cizîrê Rûmeta Mirovatiyê Nîşanî Cîhanê da

“Hê di roja sêyemîn a berxwedanê de me got ku dewlet li hember berxwedana gel têk çû. Her wiha me got ku her êrîşa li hember gel bê kirin wê rê li ber komkujiyekê weke. Heta îro li gor daxuyaniya wan a fermî 400 kes, li gor ên me dîtine 60 kes ji gel hatine qetilkirin. Wê dewlet ji niha û şûn ve jî komkujiyên mezin bike. Gelê Cizîrê di vê berxwedanê de li hember tank û topan çi qasî dikare li ber xwe bide nîşan da. Gelê Cizîrê di vê sedsala 21’emîn de rûmeta mirovatiyê nîşanî cîhanê da. Gelê Cizîrê, di van 35 rojên berxwedanê de wê serî li hember dîktatoriyan daneyne. Gelek kesên di salên 1992’yan de mal û gundên wan hatine şewitandin li van taxan bi cih bûne. Vî gelî ji bo heman êşan careke din nebîne, bi hemû hêza xwe li ber da. Hê jî li ber xwe dide.

Gelê Cizîrê, 35 roj in li hemberî teknîka sedsala 21’emîn, li ber xwe dide. Artêşeke di nav NATO’yê de xwedî girîngiyekê ye, bi tank û topên xwe li hemberî navçeyeke 100-120 hezar şêniyên wê hene, êrîş dike. Lê vî gelî çongên xwe li hember wan nedaniye erdê. Ez vê ji dil dibêjim, wê kes êdî nikaribe gelê Kurd bi terzên berê bi rê ve bibe û gelê Kurd li hember wan çong daneyne. Yek jî divê mirov vê wer bigire dest: Têkoşîna Azadiyê têkoşîneke demdirêj e. Ez û hevala Asya Yuksel* di pêvajoya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ava bû, hatine dinyayê. Ala Hakî û Mazlûman me niha dewr girtiye. Çawa hevalên din ên pêşeng di nav gel de çûn şehadetê, em nizanin dibe ku em jî biçin şehadetê. Lê wê zarokên piştî me ji sedî sed vê têkoşînê bigihînin serketinê. Ji ber êdî dizanin ku ji niha û şûn ve bi zextan, pelçiqandinan, şer, tank û topan pirsgirêka Kurd wê çareser nebe.

 

*Asya Yuksel: Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê bû û di berxwedana Cizîrê de şehîd ket.

179

Min li gor nifşê niha em wek lîberal digirtin dest û lewma min digot, ‘Eger aştî bi me re çênebe, wê bi nifşê pêşiya me re qet çênebe.’ Ji ber ev xeta fayê ya heye, ku li Cizîrê şikest hê kûrtir bû. Travmayên rû didin, bandora li ser zarokan… Ahmet Davutoglû (Serokwezîrê wê demê yê dewleta dagirker a Tirk) dibe ku bêje, ‘Em gel diparêzin’, lê belê li Cizîrê bi rastî jî hovîtiyek tê kirin. Ev 35 roj in, ev gel bêav, bêelektrîk e. Çop li kolanan tijî bûne, nexweşî zêde bûne. Lê tevî vê jî ev gel li hember vê dîktatorîzmê ku serî netewandiye, ez vê weke serketin dihesibînim û weke di roja yekemîn de jî me got, ev gel çong danayne û ji niha û şûn ve jî wê daneyne. Em soza berdewamkirina wê didin.

Avakirina YDG-H jî ji ber qanûnên Tayyîp Erdogan (Serokkomarê dewleta dagirker a Tirk) derket holê. Dibe ku hûn zanibin, di salên 2009-2010’an de bi dehan zarok di bin navê zarokên kevir avêtine, bi 5-10 salan ceza li wan birîn. Bi sedema endamên rêxistinê ne kirin girtîgehan. Nêzî 500 zarok-ciwan girtin. Di şehadeta Yahya Menekşe de nêzî 500 zarok bi hinceta kevir avêtine yek bi yek ji malên wan derxistin û girtin. Ev zarok 4 salan di van girtîgehan de bi kîn mezin bûn û bixwazin nexwazin carek din li Cizîrê bi cih bûn. Di pêvajoya muzakereyan a 3 salan de xwestin bi awayekî demokratîk bijîn. Lê belê wan zarokan dîtin ku li Cizîrê mafê jiyanê tenê bi berxwedanê pêk tê. Me di van 35 salan de dît ku kesên li ber xwe nadin, yek bi yek tên qetilkirin. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî ji ber vê derket holê. Li hemberî vê dîktatoriyê û vê zilmê tenê alternatîfek hat hiştin, gotina heval Mazlûm a salên 1980’î, ‘Berxwedan Jiyan e’ niha li Cizîrê pêk tê. Wê ji niha û şûn ve dewam bike. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. Di salên 1992’yan de bav û dapîrên me li gundan hatin qetilkirin, ew qas gund hatin şewitandin û valakirin. Em bi vê kîn û nefretê ku hatin, li hember zîhniyeta vê pergalê, wê pergala dewleta netewe mezin bûn. Piştî em biçin jî ji sedî sed wê zarokên me jî bi vê kîn û nefretê mezin bibin.

180

Li gor min li Tirkiyeyê niha kaosek rû dide. Êdî veqetîn e. Wê ji niha û şûn ve çi çêbibe, di navbera kaosan de wê encameke çawa derkeve holê, wê di vê salê de bê dîtin. Di vê pêvajoya zivistanê de, ev polîtîkayên şer, hovîtiya heyî ez wek nemerdiyekê dihesibînim û digirim dest. Ji ber ku dizanîbûn eger ev êrîş biharê kiribana wê hêzeke din jî li hember wan derkeve. Di her zivistana salê de vê dikin. Di zivistana 2012’an de 15 jin li Xerzanê hatin qetilkirin. Dîsa li çiyayê Cûdî bi dehan gerîla hatin qetilkirin. Van êrîşan zivistanan dikin ku di biharê de berxwedan mezin nebe. Di salan 1992’yan de çawa di pêvajoya hikûmetên weke Tansû Çîller de li Cizîrê nêzî 700 kes bi awayê fail nediyar hatin qetilkirin jî zarokên vî gel serî netewand. Di roja me de jî ku berxwedan di roja 35’an de ye dibe ku ev berxwedan bigihêje roja 100-200’î jî. Nifşê ji niha û şûn ve jî wê serî netewîne û çong daneyne. Ev çi bi YPS’ê be, çi bi hin hêzên din be wê gelê Kurd ji niha û şûn ve serî netewîne. Êdî bi gotinên weke, zimanê te nîn e, tê îtaetê ji min re bikî, nameşe. Wek navê xwe ez ji vê yeqîn dikim.

Em êdî ketin merheleyeke wiha ku ji mirovên 70 salî bigire heta zarokên 7 salî di nav YPS’ê de cih digirin. YPS weke me got, wek gelê li hember van tank û topan li ber xwe dide ye. Li vir niha teoriya Darwîn a ‘Yê xurt e wê bi ser bikeve’ tê pêkanîn. Lewma kesên hene divê li hember van êrîşan li ber xwe bidin da ku bijîn. Lewma wê YPS mezin bibe. Çawa Têkoşîna Azadiyê ji heft kesan gihişt roja me ya îro, ez di vê nêrînê de me ku YPS’a li Cizîrê wê hê mezintir bibe.

Jixwe ev di roja yekemîn de diyar dibû. Hê beriya qedexeya kolanan îlan bikin, doktor, memûr, mamostayên xwe yên ku bi salan zarokên me asîmîle dikirin bi mesajan ji navçeyê kişandin. Amadekarî ji bo komkujiyan dikirin. Ev diyar bû. Lewma hevalên ku ji derve hewl didan bên, diviyabû ev zanîbana. Eger wan bi hezaran kadroyên xwe kişandin, diviyabû em jî ji wekîlan bigirin heta hevalên din me piştgirî

181

daba Cizîrê. Lê tu dibêjî qey sivik girtin dest. Têkildarî mijara bê gelê Kurd çawa ew 35 roj in li ber xwe dide jî, dibe ku hûn zanibin gelê niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûrê) dema li wargeha Etrûş û paşê Mexmûrê 6 mehan ji aliyê PDK’ê ve rastî ambargoyê hatin. Gel wê demê bi berûyan û avê jiya. Lewma gelê Kurd ji tiştên wiha re xwedî amadekarî ye. Wê demê Neteweyên Yekbûyî (NY) çawa li hember ambargoya li ser gelê Mexmûrê dengê xwe dernexist niha jî hevparê vê komkujiya ku li Cizîrê rû dide ye. Gelê Cizîrê ji komkujiyên wek Zîlan, Geliyê Kûtû û 28 serhildanan ders derxistiye. Lewma di aliyê zad û qut de ne bawer im pirsgirêk rû bide.

Di vê merheleyê de li Cizîrê av û elektrîk jî hatiye qutkirin. Bi taybet qutbûna avê û tenduristiya zarokan ku xera dibe pirsgirêk e. Nexweşxaneya heyî kirine biryargeha leşkerî.

Lê belê têkildarî tenêhiştina Cizîrê ez dikarim bêjim ku Cizîrê ev heq nekiribû. Berê ku tiştek li Cizîrê çêdibû li bajar û navçeyên din gel bi sedhezaran radibû ser piyan. Lê belê ez bêjim, di merheleya muzakereyan a 3 salan de gel hinekî xemsar bû. Ji ber li hin deveran ji bo Cizîrê daxuyaniyek jî nehat dayîn. Bi rastî em ji ber vê xemgîn dibin. Lê tevî vê jî em li ber xwe didin. Li şûna bi awayekî bêşeref em 70 salî bijîn, li kolanên bi herî ên Cizîrê wek şervanekî azadiyê mirin ji bo min şeref e, rûmet e.

Wer tê dîtin ku parçeyên din ên Kurdistanê teslîmî feraseta lîberal a ‘dest jê ber de’ bûne. Bi rastî hê ne dereng e. Li gor min di gelê Kurdistanê de çi li welêt çi li derveyî welêt pirsgirêk tune ye. Kesên pêşengiyê ji gel re dikin hinekî lîberal bûne. Me ev di berxwedana Kobanî de dît. Dema pêşengî hat kirin, gel têl rakir û sînor derbas kir. Lê em dibînin heta niha tenê ji bo moral be jî kesek nehatiye Cizîrê. Ez dixwazim vê bêjim, bi rastî jî li Cizîrê hovîtî û wehşetek tê kirin. Li Cizîrê komkujiyek tê jiyîn. Ez dizanim AKP’ê hemû çapemenî bêdeng kiriye. Kesek ku derketiye televizyonê gotiye, li Cizîrê

182

komkujî tê kirin, der heqê wî de lêpirsîn daye destpêkirin. Lê mirovatî hê nemiriye. Ev bûye têkoşîneke rûmetê. Çawa akademîsyen derketin gotin, êdî em ê nebin hevparê vî şerî, divê em vê ji niha şûn ve ji her kesî bixwazin. Ev 35 roj in ku li Cizîrê berxwedan heye, dewleta Tirk malan topbaran dike, tankan bi kar tîne, komkujiyan pêk tîne. Gelê Kurd hê jî li hember vê bêdeng dimîne.

Min roja destpêkê jî got, Cizîrê dilê Kurdistanê ye. Li hember Cizîrê bi salan e, polîtîkayek tê meşandin. Sala 2014’an di civîna MGK’ê de li hember Cizîrê wê çawa êrîşek bê meşandin biryar girtin. Ev qas mamostayên xwe kişandin. Tank, top, serfermandarên xwe şandin Cizîrê. Bi dehhezaran leşker ve Cizîr dorpêç kirin.

Bi salan e, li Cizîrê hêzeke berxwedanê heye. Di salên 1992’yan de ew rakirin, sirgûn kirin. Lê zarokan wan careke din ji wê kozê rabûn ser piyan. Dewlet ji bo careke din wan tune bike, her cure polîtîkayên qirêj dimeşîne. Ez vê dibêjim hê nedereng e. Divê teqîneke hêrsê derkeve holê. Yan na AKP paşde gavan navêje.

Jixwe ji hêzên mîna PDK’ê tu hêviyek me nîn e. Gel li vir rastî komkujiyan tê, heta niha 70-80 mirovên Kurd hatin qetilkirin, lê ew bi dewleta Tirk re ketine nav guftûgoyên vekirina Deriyê Xabûr.

Divê her kesên dibêjin em mirov in, demokrat in, enternasyonal in, dostên Kurdan in rabin ser piyan. Yan na dibe ku sibe dereng be.” [4]


Di roja 35’emîn a berxwedana Cizîrê de Mehmet Tunç ji ajanseke nûçeyan a Kurdî re behsa berxwedanê û rewşa heyî dikir.

183

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

184

 

Em ji bo Zarokên Pêşeroja me ne Şer Dikin

Dikarim bêjim ku ji roja Xwedê em dan dinyayê jiyana me di nav şer de derbas bû. Wek Kurd an jî Asûriyekî sala 1915’an malbata bavê min ji fermanê filitiye. Hatine gundekî. Ji bo karibin li gund bimînin bûne Misliman. Çawa bapîrên me di fermanê re derbas bûn, salên 1990’an bavên me di fermanan re derbas bûn û hatin bajaran.

Di sala 1989’an de weke hûn jî dizanin, qanûna eskerî hebû. Ez jî weke kesekî li gund wê demê hatim girtin. Hevalan em 31 ciwan kom kirin. Di nav wan de hevalê Akîf jî hebû. Heval Akîf di nav gerîla de heta fermandariyê jî çû. Wê demê kesên zewicî zêde nedibirin. Û di malê de wek xort ez tenê bûm.

Hevalekî ez rakirim û got, ‘Em wî bibin. Tevlî nav gerîla bikin.’ Hevalê din got, ‘Na hê saleke wî maye. Bila bimîne saleke din.’ Herî dawî hevalekî jî got, ‘Jixwe ew, yê me ye.’ Dema ez niha difikirim dibêjim, ‘Erê wele ez, yê wan im.’ Ez di 14 saliya xwe zewicîbûm. Me li gund jiyana xwe dewam kir. Sala 1993’yan ji ber zextên dijmin ên weke, ‘Yan hûn ê bibin cerdevan an jî ji vir biçin’ em hatin navçeyê. Ji gava em hatine Cizîrê ya dikeve ser milê me, me hewl da em bikin. Demekê min serokatiya navçeyê ya BDP û piştî me meclîs ava kir, ez bûm Berdevkê Meclîsa Gel. Paşê 3-4 salan em di girtîgehê de man. Li gor soza me li girtîgehê da, heta deqeya xwe ya dawî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.

Em niha di 37’emîn roja berxwedanê de ne. Mirov nizane ji vê deqeyê û şûn ve wê çi çêbibe. Em li ber xwe didin. Me xwest em ji gelê Botanê, gelê bi salan e tê perçiqandin re tiştekî bikin. Hêviyên me hene. Tevgera Azadiya Kurd ji sala 1977’an ve şerekî demdirêj dimeşîne. Al bi al çawa ku Mazlûman di Girtîgeha Amedê de dewrî Egîdên li Gabarê kirin, wan jî dewrî yên din kirin û heta gihişt me. Ew mîsyona

185

ku em niha li Cizîrê dilîzin ev e. Ji bo zarokên pêşeroja me ne, em şer dikin. Em dixwazin jiyana heyî bê guhertin. Nahelin mirov weke dixwazin li gund û bajarên xwe bijîn. Lewma em dibêjin muhacirtî êdî bes e. Divê êdî baweriya tu kesî bi vê dewletê neyê. Çawa gelê Ermenî, Asûrî û Keldanî tune kirin, dixwazin Kurdan jî wer tune bikin.

Ji vê dewletê hêvî qut bûne. Hêrs, kîn û nefreteke ciwanên Kurd li hember vê dewletê çêbûye. Sala bihurî min digot, ‘Em wek kesên lîberal xuya dikin. Lewma ez bawer im ciwanên piştî me bên wê vê kîn û hêrsê bilindtir bikin.’ Çawa bapîr û bavên me hinekî sist bûn û me hinekî şidand, ên piştî me bên jî wê muheqeq xurttir bikin. Ez hemû hevalan silav dikim.”[5]


Axaftina pêşengê gel Mehmet Tunç di roja 37’emîn a berxwedanê de.

186

 

 

Jêrzemîna Berxwedanê

Belê bi rastî ji bo mirov karibe behsa bûyerên li vir bike divê li vir be. Destpêkê 3-4 birîndarên me ku hebûn ji bo ewlekariyê me ew birin jêrzemînekê.

Piştî adresa cihê em lê ne me da, derdora cihê em lê jî hat topbarankirin, hin kesên din jî wê demê birîndar bûn. Zarokekî dixwest biçe avê hat hedefgirtin ew jî birîndar bû. Bi giştî bûn 28 birîndar.

Lê mixabin ji ber me nikarîbû em birînên wan bipêçin, wan tedawî bikin ji wan birîndaran 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di hundirê jêrzemînê di nav betaniyeyan de pêçandî û li cem me ne. Hemû kesên li vir bi tank, top, hawan û sûîqestan birîndar bûne. Ji wan birîndaran rewşa du zarokan pir giran e.

Berî niha bi demekê nêzî 50 xwendekarên zaningehê hatin Cizîrê. Ji wan xwendekaran ku berî niha Cîhan Kahraman jiyana xwe ji dest da, hin ji wan jî niha li vir birîndar in.

Bi bomberdûmanê re ku ez jî li dîwêr ketim, min şoq derbas kir. Dibe ku niha xwînariya min a hundirîn hebe.

Ji ber qedexeya kolanan kesên derdikevin di bin navê qedexeyê de hedef tên girtin. Gel jî nikare bi me ve bê. Di bin navê qedexeya kolanan de qirkirin û komkujî tê kirin. Birîndar di jêrzemîna avahiyeke 5 qatî de ne. Her sê qatên jor ên xenî bi topavêjên tankan xera bûne. Li vir trajediyek heye. Li hember gelê Cizîrê qirkirinek tê meşandin. Cizîrê xera dikin, vala dikin…” [6]


Axaftina Mehmet Tunç a ji radyoyeke taybet re.

187

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

188

 

 

 

 

 

 

BEŞA SÊYEMÎN

Albûma Wêneyan

 

 

 

 

 

189

 

 

 

 

 

 

 

 

 

190

“Em li ber xwe didin. Me xwest em ji gelê Botanê, gelê bi salan e tê perçiqandin re tiştekî bikin. Hêviyên me hene. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin…”

191

“Li gor soza me da, heta deqeya xwe ya dawî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin.”

192

“Gel dibêje, li şûna em weke koleyan bijîn, di kolanên Cizîrê de wek şervanên azadiyê em bimirin, şehîd bikevin ji bo me rûmet e. Lewma baweriya min a bi şoreşa Cizîrê bêdawî ye.”

 

 

193

Ez û hevala Asya Yuksel di pêvajoya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ava bû, hatine dinyayê. Ala Hakî û Mazlûman me niha dewr girtiye. Çawa hevalên din ên pêşeng di nav gel de çûn şehadetê, em nizanin dibe ku em jî biçin şehadetê. Lê wê zarokên piştî me ji sedî sed vê têkoşînê bigihînin serketinê.”

194

 

“Dibe ku ez ji bo hevsera xwe naxebitim, pereyan kom nakim, weke her hevserî di bankayan de jêre pereyan ranazînim, lê belê di mijara azadiyê de ez tawîz nadim. Yanî malbateke me ya şad heye. Jiyana komunal a di girtîgehê de em di malbata xwe de didin jiyîn.”

 

195

 

“Di çar salên girtîgehê de min deqeyek jî vala derbas nekir. Ji ber ez mirovekî birçiyê lêkolînan im, min ew qas nivîs nivîsandin. Min timî dinivîsand bê ku bisekinim. Têkildarî meseleya jinê jî min xwe pir pêş xist.”

 

196

“Gelê Cizîrê di vê berxwedanê de li hember tank û topan çi qasî dikare li ber xwe bide nîşan da. Gelê Cizîrê di vê sedsala 21’emîn de rûmeta mirovatiyê nîşanî cîhanê da.”

197

“Vî gelî çongên xwe li hember wan nedaniye erdê. Ez vê ji dil dibêjim, wê kes êdî nikaribe gelê Kurd bi terzên berê bi rê ve bibe û gelê Kurd li hember wan çong daneyne.”

198

“Çawa hevala Pakîze li ber xwe da û di nav vî gelî de jiyana xwe ji dest da, tu ferqa me jê nîn e. Lewma ez ê jî heta deqeya dawî di nav gel de bimînim. Ez vê sozê didim gelê xwe û hevalên xwe yên mane.”

199

“Em êdî ketin merheleyeke wiha ku ji mirovên 70 salî bigire heta zarokên 7 salî di nav YPS’ê de cih digirin. YPS weke me got, gelê li hember van tank û topan li ber xwe dide ye.”

200

 

“Di cîhana zindî û giyaneweran de her cure û celeb li gorî şert û mercên xwezayê xwedî pergaleke parastinê ne.”

 

201

 

 

“…Weylo siwaro qurban min got
Bila bişewite deşta Kiziltepe
Lo lo li ser xetê…
Lo lo li bin xetê…”

“Li şûna bi awayekî bêşeref em 70 salî bijîn, li kolanên bi herî ên Cizîrê wek şervanekî azadiyê mirin ji bo min şeref e, rûmet e.”

 

 

203

[1] Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç di merheleya ku li Kurdistanê gel îlana xwerêveberiyan dikir û dewleta dagirker a Tirk êrîş dabûn destpêkirin, li taxên Cizîrê têkildarî mijarê mitîng û civîn li dar dixistin û ji gel re diaxivî.

 

[2] Axaftina Mehmet Tunç a 18’ê Kanûna 2015’an ji gelê Cizîrê re dikir.

 

[3] Mulaqata Mehmet Tunç, a 7’ê Çileya 2016’an di roja 26’emîn a berxwedanê de bi ajanseke nûçeyan a Kurdî re pêk anîbû.

 

[4] Di roja 35’emîn a berxwedana Cizîrê de Mehmet Tunç ji ajanseke nûçeyan a Kurdî re behsa berxwedanê û rewşa heyî dikir.

 

[5] Axaftina pêşengê gel Mehmet Tunç di roja 37’emîn a berxwedanê de.

 

[6] Axaftina Mehmet Tunç a ji radyoyeke taybet re.