Gelê Kurdistanê Yê Leheng û Hêzên Komînal Şoreşger û Demokrat:

Rêheval Şehîd Çiyager Di Seyemîn Salvegera Şehadeta Wî de Bi Bîrtînin 

Di seyemin salvegera berxwedanên rêveberiye xweser ku her rojeke wê destanek, her destanek ya wê jî bi lehengiyê hatiye neqişandin de li ber bîranîna şehîdên berxwedana rêveberiyên xweser bejna xwe bi rezdarî ditewînin. Fermandarê sembola xeta berxwedanê ku hemû şehîdên me temsîl dikin, rêheval Şehîd Çiyager seyemîn salvegera şehadeta xwe de bi mînnet bi bîr tînin. Em carek din dubare dikin ku bi afirandina “encama rewneqdar” ku Heval Çiyager bi qasî hilhatina rojê jê bawer bû bîranîna wî bidin berdewam kirin.

Gelê Kurdistanê Yê Leheng û Hêzên Komînal Şoreşger û Demokrat

Serwerî û yek ji şêweyê wê yê herî xirab mêtîngerî, tê wateya cemidandina diyalektîka civaka bin desthilatî û mêtîngerî de rizandina wê civakê ye. Di heman demê de mêtîngeriya zordarî, ketîbûneke ku her kesê di şibîne hev avakirine. Ev ketîbûn, bi polîtîkayên qirkirina çandî ve xilaskirina civakê ye. Li hember wê, her şoreşek jî xebata ji nû ve zindîkirina civakê ku diyalektîka wan hatiye cemidandin û ji rizandinê re hatiye terk kirine. Di xebatek wiha de kesên ku bi kesayetên xwe, bi qabiliyetên xwe, bi seknê xwe ya ruhî ve wek pêşeng rol distînin û heqê rolê xwe didin, wek kesayetên sembol navê lehengiyê li xwe dikin. Lehengî; di dem û zemînên ku zext û zordarî wek pergal xwe bi cih dikin de xebata pêşengtiya şikandina zext û zordariyê ye. Di zemînên ku pergalên mêtînger û desthilatdar civakan dikin “kerî”, di vê wateyê de dikin “her kes” û “ti kes” de lehengtî û lehengan ji bo pêşketina diyalektîka civakan dest jê naye berdan in. Leheng, kesayetên ku çareserkirina hemû pirsgirêkên demê tê behskirin di kesayet, lêgerîn, qabiliyet, pratîk û serkeftinên xwe de şênber dikin. Ji bo vê ji wan re dibêjin “kesayetên serkeftinê” û wiha hatine pejirandin. Gavên dîrokî ku bi îradeyên di encama baweriya mîsoger, fikra kûr û pratîka xort derdikeve holê ne karê her kesî ye. Ev rastiya ku ne bi şibandinê, lê bi cûdatiya xwe hatiye xuliqandin wek lehengî hatiye tarîfkirin, hatiye cûdakirin û bûye malê her kesê. Wekî ku me berê jî pir caran aniye ziman her dema tekoşînê qadro, fermandar û lehengên xwe dixuluqîne. Di her dema têkoşînê de, di kesayet, lêgerîn û hewldanên van qadro, fermandar û lehengan de şênber dibe, pêşdikeve, mezin dibe û werdigere rastiyek jiyanî ku ji aliyê her kesî ve tê parvekirin. Di vê wateyê de lehengan, tişteke ku her kes xeyal dike dikin rastî. Ev kesayetên ku lêgerînvanên xeyal û xuluqdarê rastiyan in, çavkaniya manewiyatê ku civak pê hewcedar in.

Gelê Kurd di van 40 salên dawî de demeke wiha yê lehengiyê dijî. Dîroka 40 salên dawî ya gelê me, ji vê xilasbûna civakî re, ji qirkirina çandî re gotiye “rawest”e. Dîroka tekoşîna me dikarin ji çirokên lehengên ku di pêşketina vê têkoşînê de rol standine bixwînin. Ev lehengên ku her yek ji wan mohra xwe li dema xwe xistine û pêşengtiya têkoşînê girtine ser milê xwe, di xuluqandina dîroka komînal û demoqratîk a gelê me de kesayetên mînak in.

Di vê wateyê de yek ji dema herî girîng a dîroka tekoşîna me; pevajoya ragihandin û berxwedana rêveberiyên xweser a 2015-2016’an pêla lehengtiya herî girîng a dîroka gelê me rave dike. Ev çîrokên lehengtiyê ku bi dehan lehengên gel bi dil û bedenên xwe yên pak xuluqandine, sembola şanaziya pêşeroja azad ê gelê me ne. Destana berxwedana rêveberiya xweser a Sûrê ku lehengiyek wiha bû û hevalê me Şehîd Çiyager jî girîngiya dîrokî ya vê pratîka ku jê re fermandartî dikir dizanî. Jê bawer dikir û bi pratîka xwe ya ku weke ku di hat xwestin xwedî lê derket, bû navek sembol. Lehengî jî di wateya xwe ya esil de ev e; Dîtin, zanîn, bawerkirin û bi pratîkkirinê ve wergerandina pêşeroj e. Ev wekê Kemal Pîr ku di tarîtiya 12 Îlonê de di got: “Ez di pêşeroja vê tevgerê de serkeftinê dibînim”, hêza dîtin, jê bawerkirin û wek pewist dike tevgerîna serkeftina 15’ê Tebaxê ye. Ezmûna dewlemend a tekoşînên civakî vê rastiyê pir caran nîşanî me kiriye: Çi pratîk yan jî gotin li gor tesadûfan nayên ser ziman. Her gotineke hatiye gotin xwe spartiye rastiyên civakî û dîrokî; ji bo ku ew rastiyên dîrokî û civakî pewist kiriye hatiye gotin. Ev gotina dîrokî ya “Çi dibe bila bibe wê encam rewneqdar be” ku Şehîd Çiyager lêv kiribû jî destana berxwedana ku mijara gotinê ye di dîrokê de bi cih kiriye. Ev gotin û pratîka ku vê gotinê dida gotin jî gotin û pratîka serkeftinê ku ji pêşerojê bawerkirin, fikra ku ev baweriya kûr daye diyarkirin û îrade û pratîka xort ku ev fikir diyar kiriye.

Gelê Kurdistanê Yê Leheng û Hêzên Komînal Şoreşger û Demokrat;

Navê sembol yê xeta berxwedana rêveberiyên xweser û fermandarê berxwedana rêveberiya xweser a Sûr’ê Şehîd Çiyager, di sala 1982’an de, wekê hemû Kurdan, di şart û zirûfên penabertiyê de li bajarê Adana yê Tirkiyê hatiyê dinê û di esil de ji bajarê Elih yê Kurdistan’ê ye. Rêheval Şehîd Çiyager ku di cihaneke mêtingerî de, di cihekî ku nakokiyên netewî, aborî, çandî û siyasî ku tekiliyên mêtingerî di hat pozber kirin de mezin bibû, bi zanebûna ku van nakokiyan xuluqandî ve nasnameyeke siyasî bi dest xistiye û di berdewamiya jiyana xwe ya perwerdehî de vê nasnameya xwe ya siyasî gihandiye zemînek rêxistinî û bûye mîlîtanek çalak yê têkoşîna civakî. Ji tekoşîna civakî re her tevlîbûna şexsî di heman demê de tê wateya çalakiyeke dîrokî jî. Hevalê me Şehîd Çiyager jî wek ciwan û xwendevaneke û ji van jî girîngtir wek Kurdeke ku bi nirxên têkoşînê ve mezinbûyî di sala 2005’an de bi “Çalakiya Mertalên Zindî” tevlî refên gerîla dibe. Çawa ku ev meşa wî ne tevlîbûnek ji rêzê bû, piştre di hemû merhaleyên jiyana xwe ya tekoşîne de jî tevlîbûnek ji rêzê ne pejirand. Di jiyana xwe ya gerîlatî de di nava sekneke fedaîtî de xeta tekoşînê tim hilgirtiye jor. Ev sekna ku ji armanc bawerkiriye û xwe pêve giredayî ye, meşeke asteng nasnake ye. Amed a ku ala tekoşîna bi rêxistinkirî dewrgirtiye, di heman demê de wê biba cihê ku al bi lûtke yê ve biçikilîne. Hevalê me Şehîd Çiyager, bi sekna mîlîtanî ku bi ruhê fedaîtî yê Apoger ve pêçaye, di berxwedana rêveberiyên xweser a Sûr’ê de şanaziya çîrokeke destanî ya 4 mehan bi me daye jiyan kirin û ji dijmin re jî êşa binkeftina herî giran a dîrokê daye jiyan kirin. Şehîd Çiyager bûye naveke sembol a vê pratîkê.

Em weke gel, ji xwe di zanin ku bi dîroka xwe ya kevnar Sûr, ji Sûr’ê wêdetir bû. Lê êdî Sûr tişteke ku ji Sûrê cûdatir e. Di her kevireke wê de ne tenê dîrokeke paşerojê, dîrokeke ku îro û pêşerojê jî hildigre nava xwe tê behs kirin. Ger di paşeroja wê de kevireke ku hemû mirovahî danî hebe, di pêşeroja wê de jî Apogerî ku wekê nûnertiya hemû mirovahiye dike heye. Sûr bi van aliyên xwe ve wek perwerdeyeke dîrokî ya ku qasî ji aliye hemû mirovahî ve bê xwendin, divê ji aliyê gelê me ve jî bê xwendine.

Gelê Kurdistanê yê Leheng û Hêzên Komînal Şoreşger û Demokrat;

Sûr qasî ku nîşaneya zilma gelê me jiyan kiriye, ew qas jî berxwedana dîrokî ya ku li dijî vê zilmê ye. Ne tenê bûyereke ku di demeke diyar ê dîroka me de jiyanbûyî û xilasbûyî ye. Îro zilma ku gelê me li Efrînê dijî û berxwedaneke ku li hember wê pêşdixe Sûr barkiriye Efrînê, Efrîn kiriye Sûr. Şehîd Çiyager jî bi şeklê Şehîd Awesta weke ruheke fedaî yê Apoger li hember dijmin sekiniye.

Sûr an jî Efrîn!.. Tenê rastiyek heye ku ev her du nav ji Kurdan re dibêje: Dijminahiya Kurd a zalîmane ya desthilatdariya Tirk û li hember wê AGIRÊ TOLHILDANÊ ya ku her Kurd ji binî heta serî li xwe pêçayî!.. Ji bo Kurd pêşeroj, bi agirê tolhildanê desthilatdariya Tirkan bi temamî tûnekirin wêdetir tiştek nîne.

Di serî de ciwanên Kurd û piştre jî hemû gelê me, em bi agireke yê tolhildanê wiha û bi ruhê Şehîd Çiyager û Şehîd Awesta re gazî têkoşinê dikin. Em bang dikin ku, li ku bermahiyek biçûk a desthilatdariya Tirk hebe emê wir bi agirê tolhildanê wergerînin qadeke têkoşînê û vêya di pîrozbûna pevçûneke îlahî de mezin bikin. Êdî şiyareke ku divê her Kurdeke ji bîr neke ev e; Heta cîhana desthilatiya Tirk neyê tûnekirin cîhana azad a Kurdan ne pekan e!..

Bi vê bawerî û zanebûnê di şaxsê Şehîd Çiyager de di seyemîn salvegera şehadeta wî de em hemû şehîdên şoreşê û bi taybetî jî şehîdên Efrînê bi rezdarî bi bîr tînin, soza giredanbuyÎna bi bîranînên wan re dubare dikin.

Bijî Serok Apo

Şehîdên Şoreşê Namirin

 

 

Koordînasyona Giştî ya YPS

12’ê Adara 2018