Ji bo Gelê Kurdistan’ê yê Egîd û Raya Giştî ya Şoreşger û Demokratîk;

Em 3. Salvegera berxwedanên rêveberiya xweser di şexsê şehîdên Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopya, Dêrik, Wan, Stewrê, Kerboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt û Ruha yên berxwedana rêveberiya xweser de bi rêzdarî bi bîrtînin, bi şêweyê sibe rojên azad de ava kirina xeyalên wan yên hevpar  kû van lehengên nimuneya wan nîne  di berxwedaniyeke efsûnî de gihandî hev, em carek din sozda girêdan bûna xwe ya bi bîranînên wan ve dûbare dikin. Ji beriya her tiştî  armancên wan vegerandina pratîkeke rast û bi armancên wan ve girêdayî mayînê em soza tolhildana Ş. Çiyager- Ş. Berfin, Ş. Mehmet Tunç- Ş. Asya Yüksel, Ş. Xebatkar, Ş. Çeko- Ş. Nuda Amed, Ş. Seve- Ş. Fatma, Ş. Zeryan- Ş. Hekim, Ş. İslam- Ş. Zilan, Ş. Yıldız û bi sedan şehîdên din yên berxwedana rêveberiya xweser kû me navê wan li vir nejimartîn dûbare dikîn.

Gelê Kurdistan’ê yê Egîd-Mêrxas;

Di roja me de rastî û karakterîstîkiya  çîna serdesta dîrokî  ya wehş û hovên Tirk, bi şêweyek diyartir  bloka faşîst ya AKP-MHP hîn berî sê salan pêşxistî bi wateya dîrokî ya berxwedanên rêveberiya xweser bi berxwedanek efsanewî teşhîr kirî û pêşdeçûna wê asteng kirî heya niha baştir tê famkirin. Li hemberî  senteza  Tirk- Îslam û Karakterê çîna serdest ya Tirk bi çêkera xwe ya li serê mirovahiyê bûyî bela, bê hestî, bê nasname û bê kesayet jî bi berxwedaniyek ya rêveberiya xweser, pêvajo bi qasî roja me ya îro, ji bo siberojan jî pir watedartir dibe. Berxwedanên rêveberiya xweser ne tenê karakterê çîna serdest ya van dujminê mirovahiyê teşhîr dike, di heman demê de li hemberî vê berdêl çi dibe bila bibe bûye tekoşîna parastin û star kirina nirxên mirovahiyê. Bi vê wateya xwe mezinahiya nirxên me di berxwedanên rêveberiya xweser de malovanî kirî û parastî, her çend bi rastiyên me yên polîtîk-îdeolojîk kû em nûnertî dikin ve girêdayî be jî rewşeke kû bi dûrbûna hêza beramberî me ya kû ji nirxên mirovahî par ne girtiye.

Li hemberî êrîşên 24’ê Tîrmeh’a 2015’an ya bi şêwayê “ji Kurdan re înkar, ji PKK’ê re tûnebûn”  daxuyaniyana gelê me ya rêveberiyên xweser û wekî vîna wan pêşketî û piştre jî pêvajoya wekî “Berxwedana Rêveberiya Xweser” ketî dîrokê, di ronahiya rastiyên wê yên salvegera  sêyem de derketîn holê û rast xwendin û nirxandina qasî paşeroja tekoşîna me ji hêla pêşerojê ve jî pêwîstiyeke. Li hemberî her core hewldanên berovajî kirin, reşkirin û tûnekirinê rast kirina wateya dîrokî ya berxwedanên rêveberiya xweser, bi hîn zêdetir derxistin û bi watedar kirinê bêdawî kirin, di rewşa erkê herî şoreşgerî de bû. Ji ber vê yekê di salvegera 3. Ya berxwedanên rêveberiya xweser de , di heman demê de ji nûve destgirtin û nirxandina salên herî bi heybet yên dîroka me ya tekoşînê erkek dîrokî bû.

Gelê Kurdistan’ê yê Egîd-Mêrxas;

Hema hema ji çarêka sedeyekî zêdetire rastiya herêma me ya kû dinava şerek pir dijwar ya tekoşînê de ev rastiya kaotîk, di heman demê de pêvajoya belavbûn û xirabûna rasteka bi kok ya serdest kû înkar û îmha li ser gel ferz dikir hatibû. Ev pêvajoya kaotîk ya di qonaxa derbasbûnê de ye, ji bo gelê me tê wate ya ji her hêlê ve demê xuliqîna şoreşgerekî û weke her pêngava borî bi êş derbaz dibû.

Ji berê her tiştî tê zanîn kû me salên ruxandin-xuliqandinê, di dû bendiya şoreş-dijşoreş de pir bi êş û bê hempa jiyaye-şahidî kiriye. Helbet kû salên wisan hene, qasî êşên xwe bi serkeftinên xwe jî di karakterê ‘salên yeman’ de ne. Şahidbûna salên wisan yeman jî pêdivî bi dilek mezin û bi jîrbûnê heye. Pêwîste were zanîn  kesên kû aqil û dilên wan wisan mezin bi kelecana arefeya salên mizgînî didin, dema kû serbilindiya xuliqandinê dijîn, yên xwedî dil û aqilê mezin kû bi ewrên reş di bin şerma kavilên mehkûmîyetê jî nikarin rizgar bibin. Ji ber vê yekê berxwedanên rêveberiyên xweser bi aqil û dilê mezin, gelê meyê kû  pêşeroj li ser hîmê demokratîka komûnal de xuliqandî û serbilindiya parvekirina vê bi derdor re jiyan dike, bi vê tecrûbeya xwe ya bê nimûne nîşandaye kû gengaze mirov jiyanê di cewherê rengê xwe de bi afirîne.

Weke bi bîr were jî, bi Newroz’a 2013’ê re Rêber APO wekî projeyek herî destdayî kû ji hêla gelê me ve were jiyan kirin, bi hevrebûnek azad ya li ser hîmê çareseriya demokratîk û pêvajoyek kû li ser hîmê siyaseta demokratîk hatibû destpêkirin. Vê pêvajoyê, nakokiyên navnetewî kû bi pevçûnên sîyasî û leşkerî yên di encama belavbûna hevsengiyên herêmê hîn zêdetir derfetê jiyanê dîtiye. Ev “xewna şahane” ya li rastiya etnîk, olî û çandî ya erdnîgariya em lê dijîn projeyek kû li ser zemînê Rojava bikare pêkwere her kû derfetê jiyanê didît, deşifrebûna hemû rûpêçên şoreşa beramber ya rewabûnek bîrdozî qezenç kirî  bi êrîşên aşkere bi zêdebûn û tûndiyan destpêkiriye. Di vî şerê bê star û bê hempa yê dinavbera şoreş û dij şoreşê de, her kû rêxistinên çete yên El Nusra û DAIŞ yên wekî taşeronê dij şoreşê tasfiye dibûn, wekî xwediyê rast yê îhaleyê TC’ya hêza rêxistinkirî  ya dij şoreş ya çînên serdest yên Tirk, neçar bûye kû eşkere bikeve dewrê. TC, di çavkaniya plana tûnekirina “xewna şahane” ya gelan di sala  2014’an de amade kir û bi serkeftina Kobanî re dest bi pêkanîna projeya wehşetê kû di dîrokê de bê nimûne kir. Bi berxwedanên 6-7-8 ‘ê  Cotmeh’ê kû tê wateya Kobanê ne tenê Kobanê ye, bi raste rast hîskirina şoreşê di cewherê xwe yê “ji tekoşîna me re îmha, ji gel re înkar”de bi pozber kirina  biryardariya dij-şoreşê, bi biryarên MGK yên 30’ê Cotmeh’a 2014’an  ev pêkanîn wekî konsepta şer  rasterast xistiye dewrê. Bi taybet, bi zagonên ewlekariya hûndirîn ev asta amadekariyan bi tecrîta 5’ê Avrêl’a 2015’an ya li ser Rêber APO, piştî hilbijartinên 7’ê Pûşper’ê provakasyonên hatîn pêşxistin, dîsan komkujiyên Amed, Suruç ,Ankara û bi êrîşên 24’ê Tîrmeh’ê êdî bi başî vegeriyaye îlana tişta tê zanîn.

Li hember pozber kirina şerê li ser hîmê tûne kirinê, li ser bingehê parastina rewa helwest diyar kirin, bi qasî bertarafkirina metirsiyê bi tacîdarkirina serkeftinê ya derfetên şoreşê, li ser bingehê şoreşê biryardariya mezin ya jiyana azad û destnîşankirina pratîka wê di pêvajoya qal kirinê de êdî ji vebijêrkbûnê derdikeve û dibe neçariyek.

Li hemberî şerê eşkere yê dujmin yê 24’ê Tîrmeh’ê, parastina rewa ya di cewher de bi naveroka bîrdozî-polîtîk û rêxistinî, avakirina xweseriya demokratîk ya kû li ser hîmê rêveberiya xweser  tê destgirtin û îlanên wê ya bi Tebax’a 2015’ê re bûye destpêka serdemek nû yê berxwedana dîroka me ya tekoşînê. Ev pêvajoya kû ji Tebax’a 2015’an heya Berfanbar’a 2015’an berdewam kirî û em wekî pêngava destpêkê ya berxwedanên rêveberiyên xweser, her çend cih bi cih li êrîşên dujmin rast hatibe jî bi avakirina gel ya meclîsên herêmî û komûnan û xwedî derketina wan, li ser hîmê yekîtiya demokratîk wekî ji perspektîfa çareserîyê re destdayî hatiye pêşxistin.

Lêbelê, êrîşên dujmin yên li ser hîmê tûne kirinê yên kû di payîza 2014’an de xistî dewrê û navê “plana rûxandinê” lê kirî û bi temamî înkara gelê me bingeh digirt, wekî bi pêling binçavkirinên kû zêde di bûn, girtin û ceribandinên komkujiyan kû zêde dibûn, aşkere zivirîbû konseptek şer ya leşkerî. Dujmin li hemberî van xebatên avakirinê yên ciwan û gelên herêmî kû bi temamî pêkaneya pejirandina rêveberiyên xweser, rêxistinbûn û pergalên rewa di parastin, di serî de weke polîs û jandarma hêzên mêtînger yên bazbend bi hewldanên belavkirin û çewisandinê, bi dîrokên 13 û 14’ên Berfanbar’ê re di rastiya Sûr, Cizîr û Gever’ê de vegeriya rewşek ya şer kû artêş bi şêweyek aşkere bikeve nav de. Di berxwedanên rêveberiya xweser de kû em dikarin wek pêngava dûwem bi nav bikin, bi pêvajoya 13-14’ê Berfanbar’ê re herçend dujmin rê li ber nakokîyên navxweyî vekiribe jî ji bo bi temamî  tûnekirina berxwedanên rêveberiya xweser kû di hêla hebûn-nebûnê de digirt dest hatibû astek kû bi artêşê mûdaxaleyê li ser cihên jiyanî yên sivîlan bike. Ev, konseptek ya şer bû kû rasterast artêşê xistbûn dewrê. Li hemberî êrîşên dujmin, berxwedana kû gelê me bi meclîs, komûn û rêxistinên ciwanan yên wek YDG-H pêşxistî bi sedema her kû diçû di vegeriya konseptek şer ya kû xwe dispart artêşê bû sedem kû bi temamî vegere pêşketinek bi şêweyê şer û pevçûnan. Di demek bi vî awayî ya pevçûnan de gelê me bi avakirina YPS’ê ya kû li herêman wekî rêxistina parastina cewherî bû û bi ragihandina wê re li Bakûr’ê Kurdistan’ê wergeriya destana berxwedanek kû 10 mehan bi ajo.

Di pêvajoya berxwedana kû mijara gotinê ye de dujmin hêmanên xweyên herî bijare yên kevin-nû yên wek; POH, JOH, kumsor, kumşînên artêşê û yên wekî vane di vî şerî de bişêweyê herî çalak xist dewrê. Dîsan li kêleka her core hêza mekanîze û topavêjan teknîkek bê dawî kû ji hewa kontrol û hêza lêxistinê pêk dihat bi kar anî. Di şerê kû ev hemû hezên şer û teknîka ketî dewrê bi dorpêçkirina qadên berxwedanê taktîkê bi temamî tûnekirinê ji xwe re bingeh girtibû. Artêşa Tirk  bêyî kû zagon û exlaqê şer nasbike bi temamî bi xwespartina hêzek bêsînor û ne hevseng, tûnekirina berxwedêr û hemû qadan wekî armanca sereke girtibû dest. Bi teşhîr kirina qetilkirina hinek zarok û pîran bi şêweyek hovane û dîsan bi pêşxistina şerek yê çong danînê kû dem bi bem bi komkujiyan pêkdihat, bi armanca şikandina xwegiriya li hember tûnekirinê wekî rêbazek şerê derûnî pir bi taybet pêkhat.

Gelê Kurdistan’ê yê Egîd-Mêrxas;

Bi êrîşên 13-14’ê Kanûn’ê, berxwedanên rêveberiyên xweser yên kû Sûr, Cizîr û Silopya bi qadên wek Farqîn, Hezex, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Wan, Şemzînan, Kerboran, Stewrê, Sêrt, Bismil bi qasî dîroka me ya têkoşînê ji rêze berxwedanên herî bi kok yên dîroka mirovahiyê re şahidî kiriye. Geh  astên wehşet û hovitiya dujmin pêkaniyî, geh jî xwedî derketina nirxên mirovahiyê yên hêzên me yên berxwedêr nûnertiya wê dikir û ji hêla helwesta kû destnîşan kirî pêvajoyek tejî dersên girîng bi gelek aliyên xwe bûye malê dîrokê.

Serkeftina herî mezin ya berxwedanên rêveberiyên xweser, divê di serkeftinên Rojava’de werin lêgerîn. Çîna serdest ya Tirk kû bi çeteyên xwe yên taşeron û TC ya wekî rêxistina wê ya dij şoreşî bi çeteyên xwe yên taşeron li Rojava li hemberî gelê me şer kirî, bi berxwedanên rêveberiyên xweser re rasterast ketiye dewrê û ji binkeftinê nekariye rizgar bibe. Li şûna bi sîberên wê re rasterast bi TC’ê re mijûlbûn serkeftina Rojava, serkeftina Rojava jî wekî bi temamî serkeftina giştî ya gelê me bi xwe re aniye.

Dîsan di encama wehşeta dujmin pêkaniyî de meznahiya êşên gelê me jiyan kirî ne dest jê berdana îdealên me yên bingehîn, tam dijê wê hîn zêdetir xwedî derketina îdealên me yên bi vî awayî û bûye sedemê bi israrbûna me ya vê ye. Ji xwe pêkaneyên hovîtiyên mijara gotinê hêj ji îro de bi qasî wicdana mirovahî bi mehkûmiyeta bi lenet ya di siyaseta navneteweyî de hatiye rewşek kû bibe mehkûmê tecrît û teşhîrê. Ev zîhniyeta faşîst ya bi yekgirtina AKP-MHP’de kû li ser hîmê Tirk-Îslam û bi tekoşîna berxwedêr û berxwedanên rêveberiya xweser kû bûye mehkûmê pêkanînê gengaz bûye. Li hemberî vê çîna herî hovane ya dîroka mirovahiyê mîsoger bû nîşandana berxwedanê ew qas mezinbe. Tê zanîn kû berxwedanên mezin pêdivî bi berdêlên mezin heye.

Berxwedanên rêveberiya xweser, bi ji destwergirtina hemû amûrên rewa yên bîrdozîk yên gelê me kû Dewleta mêtînger ya Tirk, hemû têkiliyên polîtîk, civakî û çandî dûmirandiye. Êdî li Kurdistan’ê û ji bo gelê Kurd dewlet bibû pergalek zordar ya aşkere kû divê were qewitandin û bi hinceta hebûnê re ev, îflasa dewletê ya hem teorîk hem ji pratîke. Ya kû ev bi ser xistî tekoşîna lehengane ya berxwedêr û berxwedanên rêveberiya xwesere.

Bi pîşesaziya bîr ya dujmin, bi operasyonên ferasetê xuliqandî û hewildanên hindek derdorên xayîn kû bi şêweyek herî bi tevger beşdar dibû nekarî meznahiya van berxwedanan tarî bike- nekare tarî bike jî. Hewldanên berovajî kirinê, qet ne hewldanên em lê biyanî ne. Bi taybetî li hember gelek pêngavên wek 15’ê Sibat’ê û hwd. Dujminê kû dikeve hinek hewldanan û hemû hewldanên derdorên xayîn yên tên zanîn li beramberî îddiaya azadiya gelê me û pratîka wê bi deşîfre bûnê ji lenetbûnê nekariye xwe rizgar bike. Vê carê jî tişta kû jiyan kirîn bûye heman encam.

Gelê Kurdistan’ê yê Egîd-Mêrxas;

Di encama êrîşên 13-14’ê Berfanbar’ê yên li ser avakirin û ragihandina Rêveberiyên xweser de tekoşîna lehengane ya gelê me kû bi berxwedanên Cizîr, Sûr û Silopya destpêkirî û bi Nisêbîn, Şirnex, Gever, Hezex û hwd. Gihiştî lûtkeyê, qasî kû hevdîtina rêxistinî gel û gêrîlla li heman xaçerêyê, bûye xeta tekoşîna meşa serkeftina teqtîk ya ji Serhildanan ber bi Raperînan jî. Wekî manîfestoya ‘jiyanek pêwîste çawa be’ berxwedêrên rêveberiya xweser bê guman di sala 3. De têgihiştina dersên kûrtir pêwîst dike. Em wekî milîtanên hewldanek bi vî awayî bi berdewam kirina van hewldanan divê were zanîn kû em dê hîn pêşde bibin.

Bi vê bîr û baweriyê em careke din soza avakirina pêşeroja gelê me bi berxwedanên rêveberiya xweser armanc kirî didin û şopdar û berdewamkarên sozên hatîn dayîn, di kesayetên Şehîd Dirêj Amed, Şehîd Boran Gewda, Şehîd Salar Ecem, Şehîd Mordem Şirnex, Şehîd Arjîn Amed, Şehîd Pale Mêrdîn, Şehîd Demhat Faraşîn, Şehîd Mordem Andok, Şehîd Şîlan Kobanê, Ş. Gîvera Çelê û Şehîd Şahan Mamxurî de em destnîşan dikin kû berxwedanên rêveberiya xweser ji kevneşopî berbi pêşerojê qasî kû paşeroja me ye wê pêşeroja me be. Bila qet şig û gumanên kesê nebe kû ev îspat di heman demê de qirîna meya israrkirina di xeta serkeftinê de be.

 

Bijî Rêxistina Gelê Me yê Parastina Rewa YPS!

Bijî Berxwedaniyên Rêveberiyên Xweser!

Bijî Gelê Kurdistan’ê yê Ber bi Xweseriya Demokratîk ve di Meşe!

Encam çi dibe Bila Bibe, wê Rewneqdar be!    

Bijî Serok Apo!

                                                                                                                                         

 

KOORDÎNASYONA GIŞTÎ YA YPS                                                                                  13 Berfanbar 2017